Ciwanên Kerkûkê du navendên ITC’ê bombe kirin

Ciwanên Kerkûkê du navendên Eniya Tirkmen a Iraq a Kerkûk ku girêdayî îstixbarata Tirkiyeyê ye bombe kirin.

Hat ragihadin ku di encama teqînê de ziyanên madî pêk hatine, lê têkildarî ziyanên ruhî ti agahiyên zelal nehatine bi destxistin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, îşev navendên ITC’ê yên girêdayî îstixbarata Tikiye ku piştî êrîşên artêşa Iraqê û Heşdî Şebî ya16’ê Cotmehê li ser Kerkûkê fersend dîtin êrîşî Kurdan kirin, ji aliyê ciwanên Kerkûkê ve hatiye bombekirin.

Îşev di saet 21:00’an de ji aliyê ciwanên Kerkûkê ve 2 navendên ITC ên li taxên Araf û Mûsilla yê hatin bombekirin. Di encama bomberdûmanê de ziyanên madî pêk hatin, lê têkildarî windahiyên ruhî ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.