Ciwanên Helebê li dijî tecrîdê meşiyan

Ciwanên Helebê bi meşekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreş a Sûriyeyê, bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê darketin qadan û tecîrada li ser Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan şeremzar kirin.

Meş li pêşiya hola civînan a taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir û ber bi kolanên taxê yên sereke berdewam kir. Di meşê de dirûşmeyên banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên "Dem dema azadiyê ye" hatin hildan. Ji ber tevlîbûna zêde a şêniyan meş li pêşiya avahiya Meclîsa Şehîd Gelhat a li taxa rojhilatê Şêxmeqsûd veguherî mîtîngê. Li vir Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyanî da çapemeniyê.

‘GEL HÊZA XWE JI FIKIR Û FELSEFAYA RÊBER APO DIGRE‘

Daxuyanî ji aliyê endama tevgerê Maya Mihemed ve hate xwendin. Mihemed di daxuyaniyê de anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya tecrîda li ser azadî û mirovahiyê. Mihemed diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşengê projeya biratiyan gelan e û wiha pê de çû: “Ji bo vê yekê jî dewleta neteweperest jê ditirse. Dewleta Tirk jî baş dizane ku gelê berxwedêr hêza xwe ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan werdigire."

‘BI TECRÎDÊ DIXWAZIN VÎNA KURDAN BIŞKÎNIN‘

Di berdewama daxuyaniyê de Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd dûrî armancên wan bixe û lewra tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kûr dike. Mihemed destnîşan kir ku armanca sereke ji tecrîdê pûçkirina tevgera rizgariyê û şikandona berxwedana gelê Kurdistanê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de Mihemed bang li saziyên mafê mirovan û CPT’yê kir û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker bi tecrîdê dixwaze vîna gelê Kurd bişkîne. Doza Rêber Abdullah Ocalan dozek neteweyî ye. Divê CPT demildest ji bo lêkolînê şandeyekê bişîne Îmraliyê.“

Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û azadî ji Rêber Apo re"  bi dawî bû.