Ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê dest bi pêngaveke nû kirin

Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi şîara "Ji bo Kurdistanek Azad û Serbixwe Faşîzm û Dagirkeriyê BIRUXÎNE!" dest bi pêngava komkirina îmzeyan kir û seferberî li dijî dagirkeriyê ragihand.

Li Binarê Qendîlê doh êvarî Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi şîara,’Ji bo Kurdistanek Azad û Serbixwe Faşîzm û Dagirkerî BIRUXÎNE!’ çalakiyek li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kirin. Di çalakiyê de pêngava komkirina îmzeyan û seferberî ya li dijî dagirkeriyê ragihandin.

Di çalakiyê de daxuyaniya Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer ji aliyê Şoxan Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Ev bi hezaran sale ku keç û xortên axa pîroz ya Kurdistanê ji bo serxwebû û azadiya welat û gelê me berxwe dide û têdikoşe. Êrîşên tunekirinê yê dagirkeriya Tirk li ser Kurd û Kurdistanê her ku diçe li hember berxwedanî derbên mezin dixwe. Dijminê faşîst yê dewleta Tirk a dagirker û hêzên hegemonîk di şexsê Rêber APO de komploya ku pêk anînbû niha jî ew komplo li ser gel û gerîlla bi cûr cûr dide domandin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker şeva 14’ê Hezîranê nîvê şevê êrişê Mexmûr, Şengal û Heremên Parastinê yên Medyayê kir. Herî dawî ciwanê Şêladizê ku di Serhildana Şeladizê de pêşengtî kiribûn kirin hedef û 5 ciwan şehîd xistin. Ev êrîş ne yekemîn bû. Helbet dê nebin ên dawîn jî. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker dijmineke gelê Kurd a sondxwarî ye. Ji ber vê yekê jî helwesta dijberiya van êrişan li ser milê hemû Kurdên birûmet û yên ku ji bo jiyana azad israr dikin, peywireke sereke ye. Hêzên gerîlla erka ku dikeve ser mile wî bi lehengî û bi egîdane tîne cih. Ji bo parastina axa xwe şer dike. Niha jî her çiqas rayedarên Irakê qebûl nekin jî dîsa tenê gerîlla parastina serweriya axa Irakê dike û li hember êrîşên dagirkeriya Tirk parêzwaniya Heremên Parastina Medya yê dike ku parçeyekî girîng ji herema Kurdistanê ya erdnîgariya Irakê ye. Her wiha gerîlla bi piştgiriya gel şerê parastinê heremê dike, mînaka wî jî Heftanîn e.

Em wek Jinên Ciwanên Başurê Kurdistanê ev baş dizanin ku hebûna Tevgera Azadî ya Kurdistanê li Qendîlê rê li pêşiya xelîfetiya terora Erdogan digire. Gerîlla bi berxwedaniya xwe ve hişt ku herêm bi terrorîstên DAIŞ û El-Nusra ve nefetise û xeteriyên mezin li Irakê çêneke.

Li ser vî esasî wek gel, jin û ciwan erka ku dikeve ser mile me piştgiriya gerillayên azadîkirinê û ne tenê piştewanî em amadene ku gel û gerîlla li hemberî van êrîşan bi awayekî berxwedêr cih jî bigirin. Ji ber vê yekê em wek Jinên Ciwan ên Têkoşer bi hamleya “BIRÛXÎNE” bi awayekî çalak cih bigirin û bi rolekî pêşengtiyê em ê rabin. Li hemberî dagirkerî tu car bêdeng namînin û erka xwe ya dîrokî bi cîh bînin. Di nava vê hamleyê de em jî wek Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer, bi rengê xwe tevlî dibin. Li ser vî esasî 2017’an de biryara ku li parlemena Irakê de hatibû girtin ya ku leşkerê Tirkiye ji axa Kurdistanê derbikeve em bang dikin ku pêkanîna vê biryarê were bicîhkirin. Yek ji van xebatan ev e ku li ser esasê destpê kirina kampanyaya îmzayê dikin ku dewleta Tirk a dagirker ku bi noker û hevkariya PDK’ê hatiye ser axa me bila derkeve dikin."

Piştre daxuyaniya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê ji aliyê Hewrê Melîk ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye; "Îro jî heta di van kêliyan de dewleta Tirk a dagirker û saziyên wê yên dagirkerî li Heremên Başurê Kurdistanê wek Heftanîn, Biradost û hwd. Êrîşên pir mezin ê dagirkeriyê pêş dixe. Dewleta qirker-faşîst ya Tirk, di vê çarçoveyê de li bajarên me jî dest bi êrîşên xwe kiriye. Ji bo ku ciwan û gelê me bide tirsandin û tepêsandin ciwanên Şeladizê şehîd xist, êrîşê nexweşxaneya Şarbajêr kir û li Kunamasî hemwelatiyên sîvîl hedef girtin. Van êrîşan ku tenê tê dîtine lê Heremên ku îro Gerîlla tê de berxwe dide di rojekî de dehan balafir li gundan dixe, bax û baxçeyên gundiyan dişewîtîne.

Hikumeta Herema Kurdistan, li hember tevgera dagirkirina dewleta Tirk, bi tu awayî dengekî dernexistiye. Berevajî Gerîllayê ku li hember dagirkeriyê radiweste hedef digire. PDK jî bi rêxistina xwe ya îstîxbarî alîkariya vî tevgera dagirkeriyê dike. PDK, li heremê nokteyên xwe radestî artêşa Tirk a dagirker kiriye. Û rola parastina dagirkerî girtiye ser milê xwe. PDK û malbata Barzanî, bi îxaneta vî welatî re mijûlên. PDK û malbata Barzanî bi rola xwe ya dagirkeriyê êdî bûye perçeyekî planên Mîsak-î Mîllî. Ji bo Kurdistanekî piçûk bi dest bixe hemû Başurê Kurdistanê re nokertî dike kû were dagirkirin.

Di vê pêvajoyê de em wek keç û xortên Kurdistana Başur, erka xwe ya ku dîrok daye ser milê me em dîsa digirin pêşiya xwe û erka ku dîrok daye ser me em îlanê hemû Kurdistan û cîhanê dikin ku em ê SERBIXIN. Li çiya, deşt, newal û bajarên me di bin êrîşên dagirkeriya Tirk de ne. Em li hember êrîşên dagirkeriyê bêdeng namînin. Li navenda Berxwedanê ji Qendîlê didin diyar kirin ku, di bin şîara, “Ji bo Kurdistanek Azad û Serbixwe Faşîzm û Dagirkerî BIRUXÎNE!” SEFERBERIYA HEFTANÎNÊ radigîhînin. Di vê çarçoveyê de divê taybet her keç û xortê Başurê Kurdistan parçêyên Kurdistanê din jî îro baş bifikire, ciwanên Şeladizê çima hat qetilkirin, li Silêmanî çima ewqas êrîşên hewayî pêş dikeve. Heqe îro em li hember dagirkeriya Tirk ranewestin sibe wê dagirkerî were Hewlêr, Silêmanî, Ranya, Kelar û Helebcê jî. Îro li sînor gerîlla berxwe dide ku dagirkerî nikare bigihêje Silêmanî. Lê dagirkerî gef li hemû axa Başur dike û dixwaze dagir bike. Li hember vî em bangawazî ji hemû ciwanan re dikin ku werin bila sibe dereng nebe em îro erka xwe ya dîrokî axa xwe Parastinê pêk bînin. Em dibêjîn “Ev Der Jî Heftanîn e” ji bo me ciwana êdî şûnê ku dagirkeriya Tirk hebe ew der Heftanîn e."