Ciwanên Başûr: Em amadene li gel gerîla şer bikin

Endama Jinên Ciwan ên Têkoşer Lara Ebbas bal kişand ser pêngavên di çarçoveya ‘Seferberiya Heftanîn’ a li dijî dagirkeriyê bên avêtin û got: “Em amadene li gel gerîla şer bikin axa xwe biparêzin.”

Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Tekoşer, di 30 Hezîranê de li Qendîlê bi dirûşma “Ji Bo Kurdistanek Azad û Serbixwe Faşîzmê û Dagirkerî BIRÛXÎNE” Pêngava Seferberiya Heftanînê ragihand.

Pîştî îlankirina Seferberiya Heftanîn, Jinên Ciwan ên Tekoşer, diyar kir ku wê destpêkê ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başurê Kurdistan û Irakê derbikeve bi kampanyaya îmzeyê di destpêk de tevlî xebatên Seferberiya Heftanîn bibin.

Di derbarê Seferberiya Heftanîn û kampanyaya îmzeyê de Endama Jinên Ciwan ên Tekoşer Lara Ebbas axivî.

‘ME JI BO HEFTANÎN KOMEK AMADE KIRIYE’

Ebbas diyar kir ku li Qendîlê di encama kombûyînek de me Pêngav Seferberiya Heftanînê di bin şîara ‘BIRÛXÎNE’ de ragihand û got: “Ev pêngav ji çend pêngavan pêk tê. Yekem Seferberiya Heftenîne. Me komek ciwan amade kiriye ku ji bo biçin axa xwe biparêzin. Ji bo piştigirî bidin gerila, li hember dagirkeriya Tirk rawestin.”

‘ARMANC NE PKK, TÊKBIRINA HEMÛ KURD Û KURDISTANÊ YE’

Ebbas, bal kişand ser armanca êrîşên dagirkeriya Tirk û wiha pêde çû: “Em ciwan baş dizanin ku armanca dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê tenê têkbirina PKKê nîne, têkbirina Kurd e. Armancê sereke yê dagirkeriya Tirk qirkirdin û tunekirina Kurd e. Em ciwanên vê serdemê dagirkerî qebûl nakin û em bi israrên ku li ser axa azad a Kurdistad de bijîn û bi parêzin.”

‘KAMPANYAY ÎMZEYAN PÊNGAVEKE’

Endama Jinên Ciwan ên Tekoşer Lara Ebbas, têkildarî Seferberiya Heftenîn a pêngava duyemîn jî ev tişt anî ziman: “Pêngava duyemîn ku me ragihand ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başûr û Irak derbikeve destpêkirina kampanyaya îmzayê bû. Armanca me bi vê kampanyayê ewe ku dengê xwe gihandina Parlementoya Kurdistanê ye. Ew qanûna ku di 2011’an de derket, ji bo leşkerên dagirkeriya Tirk ji axa Irakê derbikeve bi cih were.”

Ebbas destnîşan kir ku pêngava sêyêmîn boykot kirina kel û pelê Tirkî ye. Ebbas got: “Dixwazin ji her kesî re bêjin ku di vê pêngavê de beşdar bibin. Heta kel û pelên Tirkî dikirin bala xwe bidin berhem û çanda xwe.”

‘EM AMADE NE ÇEK HILDIN Û LI GEL GERÎLA AXA XWE BIPARÊZIN’

Ebbas bal kişand ser êrîşên dagirkeriya Tirk û wiha domand: “Hem em hem jî dewleta Tirk a dagirker baş dizanin ku enerjî û bandoriya ciwanan li ser civakê bandorkere. Ji bo vî jî dewleta Tirk a qirker ciwanan her dike hedefa xwe komkujiya Şêladizê nîşana herî vekirî ya vê ye. Em jî wek ciwanan li hember ev dagirkeriya Tirk bêdeng namînin. Helwestê xwe raber dikin. Pêwîst jî bike em ê çek jî rabikin. Em mil didin milê gerîla û çek radikin axa pîroza Kurdistan diparêzin.”

‘PKK WEK MERTALEK LI PÊŞIYA DAGIRKERIYA TIRK RADIWESTE’

Endama Jinên Ciwan ên Tekoşer Lara Ebbas qala têkoşîna gerîla kir û got: “Em ciwan, civak û ciwanan hişyar dikin ku PKK wek mertalek pêşiya dagirkeriya Tirk li Kurdistanê digire. Heke PKK nebe dagirkeriya Tirk dikare derbazî axa Başûr bibe û deskeftiyên heyî demildest ji holê rabike û dagirbike. Ji bo vê jî em kar û xebatê xwe dewam dikin. Li hember dagirkeriyê jî bi tu awayî bê helwest namîn.”

Herî dawî Ebbas ev bang kir: “Gelê me bila kel û pelê Tirkî nekirin. Ji ber ku kirîna kel û pelan dibe guleyek û zarokên Kurdistanê qetil dike. Em dixwazin ku hûn piştgiriya me bikin ku em MÎT û cihê sîxûran ji axa xwe derbixin.”

Jînên Ciwan kampanyaya îmzeyê di Change.org ê de jî daye destpêkirin. Li ser medyaya dijîtal jî hatiye belav kirin.

Hûn dikarin li ser Change.org ê li ser vî lînkê xwe bigihînin û piştgirî bidin kampanyayê:

https://www.change.org/p/ریکخراوی-ژیانەوەی-گەنجان-بۆ-کوردستانێکی-ئازاد-و-سەربەخۆ-فاشیزم-و-داگیرکاری-بڕووخێنە