Li Çemçemal û Silêmaniyeyê çalakiyên ciwanan -NÛ BÛ

Li dijî êrîşên dagirkerên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê Ciwanên Şoreşger ên Başûrê Kurdistanê li bajarê Çemçemal nivîs li ser dîwaran nivîsandin.

Li Çemçemal li dijî dagirkeriya dewletaTirk li ser xaka Başûrê Kurdistan û silavkirina berxwedana gerîlla Ciwanên Şoreşger nivîs li ser dîwaran nivîsandin.

Endamên Ciwanên Şoreşger nivîsên wek “Xakurkê goristan ji bo faşîstan”, “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî PKK”, “Bijî Serok APO”, “Bijî Xakurkê”, “Bijî Qendil û Mexmûr” li ser gelek dîwarên suka Çemçemal nivîsandin.

Li bajarê Silêmaniyeyê jî Ciwanên Şoreşger ji bo silav kirina Berxwedana Gerîla pankartek daliqandin. Li ser pankartê nivîsa “Bijî Berxwedana Gerîla” nivîsîbû li navenda bajar daliqandin.