Civîna salane ya Rêveberiya Xweser di roja duyemîn de ye

Civîna salane ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja duyemîn de ye.

Civînê li Navenda Çand û Hunerê ya li bajarê Reqayê roja Sêşemê dest pê kiribû.

Di civînê de karê sala 2019'an ê 7 rêveberiyên ser bi Rêveberiya Xweser û Rêveberiya Meclîsa Sivîl a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê nirxandin. Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û endamên Desteya Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêveber û nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn.

Civîn li çapemeniyê girtî pêk tê. Tê payin ku di civînê de proje û planên Rêveberiya Xweser ên ji bo sala 2020'an bên nirxandin û destnîşankirin.

Di roja destpêkê ya civînê de bûyer û rewşa salekê ya li herêmê hate nirxandin. Di vê çarçoveyê de destetiyên hatin afirandin, karên hatin kirin û perspektîfên ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Pêkhateyên civînê her wiha xwestin ku destek ji xizmetên perwerde, çand û tenduristiyê bê dayin ku gelên herêmê bi rengekî erênî pêşwazî dikin.