Cindirêsî dibêjin: Xwîna me bila li ser axa me biherike

Yek ji cihên ku hefteya dawî bû hedefa êrîşên giran ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye. Şêniyên Cindirêsê gotin, "Eger xwîna me wê biherike, bila li ser axa me biherike."

Berxwedana Serdemê ya li Efrînê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tê kirin di roja 28'an de ye. Şervanên YPG/YPJ û gelê Efrînê li dijî her şêwe şerê bi teknîkê û propaganda medyayê, bi îradeya xwe têdikoşin.

Dewleta Tirk a dagirker ku ev hefteyeke dike nake ji bejahî ve nikare xwe bigihîne navçeya Cindirêsê û gundên wê, hewl dide tevî çeteyên xwe bi êrîşên bi balafirên şer û çekên giran encamekê bigire. Lê belê tevî hemû hewldanan jî gelê Cindirêse bi gavekê jî ji rêya xwe venegeriyan û nîşan dan ku wê bi biryardarî di Berxwedana Serdemê de israr bikin.

Li ser Cindirêsê bomberdûmaneke giran heye. Nûçegihanên ANF'ê li nava kolanên Cindirêsê geriyan û bi şêniyên navçeyê re axivîn. Li navçeyê ku nêzî 10 hezar sivîl hene, ji ber topbaranê welatî li jêrzemîna xaniyên xwe li ber xwe didin û axa xwe naterikînin.

Li gel bomberdûmana giran jî şêniyên Cindirêsê şervanên xwe bi tenê nahêlin. Nemet Omer ê ji Cindirêsê ji me re wiha diaxive: "Nabe ku em dest ji navçeya xwe berdin û biçin. Rewşa me jî moralê me jî baş e. Em li ser axa xwe ne, em li ber xwe didin ji ber ku em mafdar in."

Li kolaneke din a Cindirêsê  vê carê Gazî Miho ji me re diaxive û bi bîr dixîne ku bi rengekî bê navber bomberdûman li hezaran sivîlên li navçeyê ne tê kirin. Mehmûd Xelef jî anî ziman ku dayik û bavê wî yên extiyar li jêrzemîna xaniyê xwe ne û naxwazin ji navçeyê derkevin. Mehmûd Xelef destnîşan kir ku tevî topbaranê ew ê cih û warên xwe neterikînin.

Jina bi navê Ezîze Mîra jî li ser pirsa "li gel vê bomberdûmana giran gelo hûn difikirin ku navçeyê biterikînin" ev bersiva ku li Berxwedana Serdemê tê da: "Em bi ku ve biçin? Em çawa biçin? Em çima biçin? Em dest ji axa xwe bernadin. Ne tenê îro bombe dikin, ev bû 27 roj bombeyan li me dibarînin. Lê em ê neçin. Ez ê ji cihê xwe nalivim. Kurê min di nava asayîşê de ye, ez endama xweparastinê me. Em ji cih û warên xwe dernakevin. Mirin carekê ye. Bila ew jî li ser axa me be. Eger wê xwîna me birije, bila li ser axa me birije. Çi karê wan li ser axa me heye? Em l ivir ji dayik bûn û mezin bûn. Em ê li vir jî bimirin."