'Cenga Heftenînê bûye tirsa dilê dagirkeran'

Gerîlayên ku di nava Cenga Heftenînê de cih digirin gotin: "Di çalakiyên me de gelek leşker hatin kuştin. Cenga Heftenanî pêvajoyeke nû ya serketinê bi xwe re anî. Em ê dagirkeriyê têk bibin."

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji 23’ê Tebaxa 2019 an û vir ve di nava Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Gerîlayên azadiyê rojane çalakiyên cûr be cûr li hember dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên Tirk, pêk tînin.

‘EM Ê AXA HEFTENÎNÊ JI DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK RE BIKIN GORISTAN’

Gerîlayekî HPG’ê yê ku di nava van çalakiyan de cihê xwe girtiye ji Gerîla TV re axivî û got; "Em ê dewleta dagirker a Tirkiyeyê li hatina xaka Kurdistanê poşman bikin. Dewleta dagirker li tevahiya Kurdistanê bi her cureyê êrîşê dibe ser gerîlayên azadiya Kurdistanê û gelê Kurd. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê li herêma Heftenînê bi teknolojiya herî pêşketî êrîş dike. Em gerîlayên Heftenînê em ê dijminê dagirker li Heftenînê tine bikin. Em ê wan li hatina xaka Kurdistanê poşman bikin.”

'EM Ê HER KEVIRÊN HEFTENÎNÊ LI HEMBER DIJMINÊ DAGIRKER BIKIN ÇEPERÊN ŞER'

Gerîlayan bal kişand ser têkoşîna li çiyê tê kirin û got: "Gerîlayên azadiya Kurdistanê xwedî îradeyek ji pola ne û artêşa Tirk li beramberî hêzên parastina gel di nava tirs û xofek mezin de ye. Pêwîst e dewleta dagirker vê baş bizanibe; hatina xaka Kurdistanê wê ji bo wan bibe goristan. Em bi şêwazekî herî bilind, bi taktîkên cûr be cûr li hember vî dijminê dagirker li ber xwe didin. Em ê nehêlin ev dijminê dagirker li ser xwîna şehîdên me li ser axa me ya pîroz bimîne. Heke artêşa dagirker ji axa Kurdistanê dernekeve em ê gerîlayên azadiya Kurdistanê wan li hatina axa me poşman bikin. Em ê her kevirekî Heftenînê li hember dijminê dagirker bikin çeperên şer. Divê gelê me ji vê yekê bawer bike ku gerîlayên azadiyê ji her demê xurtir e. Bi îradeyek ji pola li hember teknolojiya herî pêşketî em li ber xwe didin. Gerîlayên Heftenînê li hember dijminê hov bi ruhekî fedayî û Apoyî çûn ser kozikên dijmin. Di encam de dijmin bi tirs û xofekî mezin paş xwe jî mêyze nekirin û reviyan. Em baş dizanin ku dewleta Tirk ewqasî propagandaya artêşa dagirker dike lê belê rastî ne bi vî rengî ye. Dagirkerên ku li Heftenînê bi navê artêşa Tirk şer dikin di rastiyê de bermahiyên DAÎŞ’ê û çeteyên wan in. Pêwîst e gelê me ji derewên dewleta Tirk bawer nekin. Em ê sala 2020’an artêşa dagirker ne tenê li Heftenînê, li tevahiya Kurdistanê tine bikin."