Cenazeyê şervanên YPG’ê yên Îngîliz li Londrayê ne

Cenazeyê şervanên YPG’ê Olîver Hall (Canşer Zagor) ku di 25’ê Mijdarê di dema paqijkirina mayînan de li Reqayê şehîd bûbû û Jack Holmes (Şoreş Amanos) ku di 23’ê Cotmehê de li Reqayê şehîd bûbû gihişt Londrayê.

Cenazeyên şervanên YPG’ê Olîver Hall(Canşer Zagor) ku di 25’ê Mijdarê di dema paqijkirina mayînan de li Reqayê şehîd bûbû û Jack Holmes (Şoreş Amanos) ku di 23’ê Cotmehê de li Reqayê şehîd bûbû gihişt Londrayê.

Cenazeyên şervanên YPG’ê li Balafirgeha Heathrow ji hêla Kurdistanî û malbatên wan ve bi qurnefîlan hatin pêşwazîkirin û ji bo otopsiyê cenaze birin nexweşxaneyê. Çapemeniya Înglîliz pir cih da merasîma cenazeyan.  Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre aktivîst Mark Campbell axivî.

Campbell got  Jac û Olîver ji bo mirovahiyê berê xwe dan Rojava û li dijî DAIŞ’ê bi qehremantî şer kirin. Piştî rizgarkirina Reqayê di dema xebatên paqijkirina mayînan de jiyana xwe ji dest dan.

Piştî karên otopsiyê yên şervanên YPG’ê, Jac Holmes li Dorsetê, Olîver Hall jî wê li Porsmûthê were veşartin.