Cenazeyên şehîdên Reqayê li Tebqa hatin veşartin
Li bajarê Tebqayê cenazeyên 6 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li Goristana Şehîdan hatin veşartin.
Li bajarê Tebqayê cenazeyên 6 şervanên azadiyê yên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li Goristana Şehîdan hatin veşartin.
Bi sedan weltiyên bajarê Tebqayê li ketina bakurê bajarê Tebqayê kom bûn, cenazeyê şervanên QSD′ê Ebdulkerîm Receb (Ebdulkerîm Tebqa), Tariq Tebqa, Mihemed Ehmed Mehmûd El-Ehmed (Mihemed Tebqa), Hesen Cuma Cinêd (Hesen Tebqa), Husam Îbrahîm Hemûd (Husam Tebqa) û Farûq Îbrahîm (Farûq Tebqa) ên ku di Pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn ku cenazeyên wan ji Kantona Kobanê bi merasîmekê hatin şandin, girtin û ber bi Goristana şehîdan a bajêr ve ketin rê.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandarê QSD′ê Xêr Mihemed axivî, bal kişand ser fedekariya şehîdên azadiyê û soz da ku wê bajarê Reqayê bibe goristana çeteyan.
Endama Meclîsa Sivîl a Tebqayê Asya Xerbî jî soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê da.
Piştre jî cenazeyên têkoşeran li goristanê hatin veşartin.