Cenazeyên gerîlayên li Bestayê şehîd bûn li ku ne?

Ji 8 gerîlayên YJA Starê yên li Bestayê şehîd bûn, tenê cenazeyên 4 ji wan hatine dîtin.

Li herêma Bestayê ya Şirnexê, di operasyona leşkerî de ku bi beşdariya bi hezaran leşkeran pêk hat, tevî Fermandara HPG û YJA Starê Hulya Eroglû (Delal Amed), 13 gerîlayên HPG û YJA Starê şehîd bûbûn. Cenazeyê Eroglû di nava rojekê de hatibû teşxîskirin û radestî malbatê hatibû kirin. Malbata Ferfûre Ûçakan (Ronahî Amed) ku di heman operasyonê de şehîd bû, ji bo cenazeyê keça xwe rake serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê da. Piştî vê serlêdanê birayê Ûçakan Rûtbettîn Ûçakan çû Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û anî ziman ku li morgê tenê 2 cenazeyên gerîlayên jin hene û welê li wan hatiye ku nikarin bên teşxîskirin.

'LI MORGÊ CENAZEYÊN 2 JINAN HEBÛN'

Ûçakan ji ber ku nekarî cenazeyê xwişka xwe teşxîs bike, ji bo testa DNA'yê xwîn da. Her wiha nekarî agahiyê bigire bê cenazeyên 4 gerîlayên din ên YJA Starê li ku ne. Ûçakan got, "Ji ber ku yek ji kesên jiyana xwe ji dest dane xwişka min e, tenê cenazeyên jinan nîşan dan" û wiha dewam kir: "Ji medya civakî zanim ku 8 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyê Delal Amed radestî malbatê hat kirin. Li morgê tenê 2 cenazeyên jinan hebûn. Me agahî bi dest nexist ku cenazeyên din li ku ne. Dibe ku xwişka min bi saxî di destê wan de be. Eger hatibe kuştin, em cenazeyê wê dixwazin. Eger nemiribe em li ser rewşa wê agahiyan dixwazin."

Ûçakan diyar kir ku wê der barê mijarê de serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bidin û xwest, der hal daxuyaniyek bê dayin.

ÇETÎNKAYA HATIBÛ VEŞARTIN

Wekî din, ji gerîlayên di operasyona 15'ê Mijdarê de li herêma Bestayê şehîd bûn cenazeyên Evîn Çetînkaya (Zozan Herekol) û Serhat Ozcan (Hozan Mizgîn) li Êlihê hatibûn veşartin.