Cenazeyên Egîd û Amed bi merasîmekê hatin veşartin

Cenazeyên endamê Komîteya Karê Derve ya KCK’ê Demhat Egîd (Seyîdxan Ayaz) û endamê Komîteya Tenduristiyê Cemîl Amed (Eser Irmak) ku 15’ê Cotmehê li Silêmaniyê hatin qetilkirin, li Binarê Qendîlê ji aliyê hezaran kesan ve bi merasîmekê hatin veşartin.

Girseya gel a qelebalix ku ji bo merasîma cenazeyên Endamê Komîteya Karê Derve yê KCK'ê Demhat Agît (Seyîdxan Ayaz ) û Endamê Komîteya Tendiristiyê Cemîl Amed (Eser Irma) li Silêmaniyê kom bû, piştî daxuyaniya hatiye dayîn, ji bo definkirina cenazeyan, berê xwe da Binarê Qendîlê.

Ji ber ku cenazeyên Demhat Egîd û Cemîl Amed şevê din bi dizî ji Silêmaniyê hatibûn derxistin û biribûn navçeya Ranyayê, girseya gel jî li bajaroka Sengeser li benda cenazeyan ma. Bi hezaran kesên li vir kom bûn wêneyên herdu şehîdan û alên PKK’ê vekirin. Piştî ku cenaze anîn cihê girse lê kom bûye, gel berê xwe da Binarê Qendîlê.

Piştî ku cenaze gihîşt Goristana Şehîd Mehmed Karasungur, merasîmek hat lidarxistin. Merasîma ku bi hezaran kesên ji gelek deverên Başûrê Kurdistanê hatibûn tevlî bû, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di merasîmê de wêneyên şehîd Cemîl Amed û Demhat Egîd, alên PKK, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Her wiha dirûşmeyên wekî, “Şehîd namirin”, “Bimre xiyanet”, “Bijî yekîtiya gelê Kurd”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Heval Cemîl namire”, “Heval Demhat namire”, “Faşîst Erdogan” hatin berzkirin.

Berdevkê Komîteya Pêwendiyên Derve ya KCK'ê Zagros Hîva di merasîmê de axivî dilsoziya xwe ya ji bo şehîdan anî ziman. Zagros Hîva da zanîn ev êrîşa ku çêbûye, êrîşa li ser yekîtiya netewî ya Kurd e. Hîva bal kişand ku Cemîl Amed û Demhat Egît li her çar perçeyên Kurdistanê ji bo yekîtiya netewî xebat meşandine û di vê rê de şehîd bûne. Hîva destnîşan kir ku ewê heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe bimeşîn û soza şopandina rêya wan da.

Zagros Hîva, nêzîkatiya li hemberî cenazeyên Cemîl Amed û Demhat Amed ku şevê din bi awayekî dizî ji Silêmaniyê hatibûn derxistin jî şermezar kir û rêveberiya Herêma Kurdistanê rexne kir. Zagros Hîva destnîşan kir ku nêzîkahiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û îdareya Silêmaniyê ya li hemberî cenazeyan, nêzîkahiya wekî ya AKP’ê ye û xwest ku hikûmet û îdareya Silêmaniyê helwesta xwe di ber çavan re derbas bikin.

Piştî axaftinê, girseyê bi yek dengî soza girêdana bi şehîdan re da û cenazeyên Cemîl Amed û Demhat Egîd bi dirûşmeyan hatin veşartin.