Cenazeyên 7 şehîdan li Eyn Îsa hatin veşartin
Cenazeyên 7 şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqayê, li navçeya Eyn Îsa bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Cenazeyên 7 şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqayê, li navçeya Eyn Îsa bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Bi sedan mirovên ji navçeya Eyn Îsa, gundên wê û gundewarên Reqayê, cenazeyên Ehmed Ehmed (Ehmed), Mihemed Kerîm(Mihemed Reqa), Îbrahîm Ehmed (El-Qenas), Salih Hermî (Ebû Emar), Eymen Şerawî (Ebsî), Umer Mihemed Hesen (Nemir) û Ehmed Ehmed (Ebû Munzer), ji Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa wergirtin û bi karwanekî ji sedan wesayitî birin şehîdgeha gundê Hikûmiyê.
Darbestên şehîdan li goristanê bi merasîmeke leşkerî hatin pêşwazîkirin. Paşê, Mûdirê Buroya Têkiliyên Giştî ya QSD'ê Ferhan Hac Îsa axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Umer Elûş jî soz da ku wê timî li ser şopa şehîdan bin û armancên wan bi cih bînin.
Elûş bal kişand ser girîngiya destketiyên ku QSD'ê ji bo tevahiya Sûriyeyê.
Piştî axaftin bi dawî bûn, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan wesîqeta şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.
Cenazeyên 7 şehîdan bi qîrîna dirûşman hatin veşartin.