Cenazeyên 4 şehîdan hatin veşartin

Cenazeyên 4 endamên YPG û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn hatin veşartin.

Cenazeyên Deham El Ferec (Ebo Fîda), Mihemed Ehmed El- Seyah (Beşar Dêrezorê), Îbrahîm El Elî (Amed Dêrezor) û Hesen Elî El Beyaa (Mezlûm Hesekê) ên li Reqayê şehîd bûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê hatin girtin û birin Şehîdgeha Şedadê.

Li vê derê merasîmek hate kirin û ji fermandarên QSD'ê Ebû Mihemed El Dêrî axivî. El Dêrî got, "Bila serê malbatên şehîdên me û hevrêyên wan sax be. Şehîdên me bi lehengiyeke mezin temamiya herêmên Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji terorê paqij kirin. DAIŞ niha li Reqayê li ber mirinê ey."

Bi navê malbatên şehîdan jî axaftin hate kirin û hat gotin, ku wê li ser şopa şehîdan bin û dilsozê armanc û xeyalên wan bin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên şehîdan li ber dirûşme û tilîliyan hatin veşartin.