Cenazeyên 2 şervanên azadiyê hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên Dêrikê û Girkê Legê, cenazeyê 2 şervanên azadiyê yên di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xebat Dêrik, veşartin.

Gel cenazeyên Remedan Findî (Mezlûm Dêrik) û Ehmed El-Mexlef (Aras Kobanê) ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk dihat, berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Li goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve, hate destpêkirin. Paştre ji fermandarên YPG`ê Hawar Dêrik axivî û got ku bi şopandina rêya şehîdan, mirov dikare mafê wan bide û wiha got: “Em îro careke din soz din hemû gelên Bakurê Sûriyê ku em ê axa xwe bi giştî ji komên çete rizgar bikin”.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Cizîrê, Kenan Berekat axivî û anî ziman ku şoreşa Bakurê Sûriyê berdewam dike û roj bi roj destkeftiyên nû têne bidestxisin.

Berekat komlpoya naveteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û ev komplo şermezar kir û got: “Rêber APO ji destpêka şoreşa Rojava ve banga xwerêvebirinê li hemû aliyan kir. Bi saya fikir û ramanên wî îro li Bakurê Sûriyê gelek destkeftî hatin bidestxistin.”

Piştî axaftin bi dawî bû, nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin.

Bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re, cenazeyên şehîdan li rex hevreyên wan hatin veşartin.