Cenazeyê şervanên QSD’ê Abdullah û Mihemed hatin veşartin

Welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê şervanên QSD’ê Abdullah El-Cidai (Mêmatî) û Mihemed Salih El-Meter (Ebû Salih) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Tebqayê cenazeyê  şervanên QSD’ê Abdullah El-Cidai (Mêmatî) û Mihemed Salih El-Meter (Ebû Salih) ku li Reqayê dema bi erka xwe radibûn şehîd bûbûn, ji Nexweşxaneya Wetenî girtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Tebqayê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji fermandarê QSD’ê Zinar Kobanê axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got; “ Ji bo tunekirina DAIŞ'ê, îro li ser sînora Sûriye-Iraqê tenê çend kîlometre mane. Em ê rêya tekoşînê ta rizgarkirina Bab, Cerablus û Ezazê û derxistian çeteyan ji Sûriyeyê bidomînin."

Zinar Kobanê her wiha teqez kir ku QSD'ê ji bo parastina gelên Sûriyeyê li hember çeteyan û artêşa Tirk amade ye biçe her deverê.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî û endama rêveber a Komîteya Malbatên Şehîdan a Reqayê Hela El-Hesen jî axivîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin. 

Wesîqeyên şehadetê yên herdu şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre cenazeyên şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartin.