Cenazeyê şervanê YPG’ê Mihemed li Serêkaniyê hate veşartin

Welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG’ê Cûma Mihemed ku 27'ê Gulanê dema bi erka xwe radibû ji ber krîza dil şehîd bû, li Serêkaniyê hate veşartin.

Bi sedan welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG’ê Cûma Mihemed (Mazlûm Mihemed) ji nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê rakirin û bi karwaneke ji wesayîtan birin goristana bajêr.

Li goristanê cenazeyê Mazlûm Mihemed ji aliyê sedan kesî ve bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ hate pêşwazî kirin. Piştre ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyekê rêz hate girtin. Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Îdan Îbrahîm li merasîmê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Îdan Îbrahîm diyar kir ku li Rojhilata Navîn şerê hebûn û nebûnê heye û got ; "Sîstemên dîktator hewl didin serweriya xwe li ser gel ferz bikin û kesên ku vê yekê qebûl nakin siyaseta qirkirinê li dijî wan dimeşînin. Projeya neteweya demokratîk ku li ser fikrên Rêber Ocalan hatiye hûnandin, hevgirtin û yekîtiya gelên herêmê xurtir dike."

Li ser navê YPG'ê Azad Welat axivî, sersaxî ji malbatê re xwest û diyar kir ku Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirk di pêvajoya duyem de didome. Welat got; "Gel qebûl dike ku di konan de bijîn, lê bêrûmetiyê qebûl nake. Em berxwedana gelê Efrînê silav dikin û soz didin ku em ê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin."

Piştî axaftinan nasnameya şervanê YPG'ê Mazlûm Mihemed hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan li goristanê veşart.