Cenazeyê sê şehîdên ‘Bagera Cizîrê’ li Hesekê hatin veşartin

Welatiyên Hesekê cenazeyê sê şehîdan bi merasîmekê li goristana şehîdan a Şedadeê veşartin.

Bi hezaran welatiyên navçeya Şedadê ya Hesekê cenazeyên şervanên QSD û Hêzên Erka Xweparastinê Sahêr El-Ebid, Ebid El-Reqaz û Ehmed Umer (Şahîn) ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûbûn, ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a Şedadê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanên YPG’ê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre ji fermandarên YPG’ê Ehmed Mihemed axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got; “Bi saya şehîdan ev deskeftiyên me hatine bidestxistin. Bi saya şehîdan welatiyên Dêra Zorê ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin.”

Di merasîmê de endama Saziya Malbatên Şehîsan Seher Mihemed jî axivî. Piştî axaftinan nasnameya şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Girseya gel cenazeyê hersê şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê veşartin.