Cenazeyê 3 şervanên azadiyê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Tirbespiyê cenazeyên 2 şervanên YPG’ê û şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin.

Bi sedan welatiyên herêmên Tirbespiyê û Til Hemîsê cenazeyên Endamê Hêzên Xweparastinê Ehid Ebas Îbrahîm ê ji herêma Til Hemîsê û her 2 şervanên YPG′ê Ayid Xilêf Şaman (Serhed Xesan) ji herêma Til Hemîsê û Hîşam Xelîl Xelef (Dilsoz Rimêlan) ê ji herêma Tirbespiyê ku di Pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, ji Saziya Malbatên Şehîdan a herêma Tirbespiyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dilşêr ve ketin rê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û diyar kir ku bi saya fedekariya cangoriyên azadiyê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê serkeftinên mezin hatin bidestxistin. Her wiha Zekî soza şopandina rêya şehîdan da.

Fermandarê YPG/YPJ′ê Tariq Mihemed di kesayeta hersê têkoşeran de, hemû şehîdên azadiyê bibîr anî û got ku wan ji bo avakirina civakeke demokratîk û dadmenî, canê xwe feda kirine.

Her wiha Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo jî axivî, sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku QSD′ê tekane hêza ku li cîhanê şerê terorê dike ye.

Bavê şehîd Ehid Îbrahîm, Ebas Îbrahîm û bavê şehîd Dilsoz Rimêlan, Xelîl Xelef axivîn, anîne ziman ku ew bi şehadeta zarokên xwe serbilind in û gotin ku ew amade ne, bedelên hê mezintir bidin.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

 Cenazeyên şervanan bi dirûşim û tilîliyan hatin veşartin.