Cenazeyê 2 şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin

Cenazayên 2 şervanên QSD’ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîdan a li gundê Hikomî yê navçeya Eyn Îsa hatin veşartin

Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa a girêdayî Kantona Girê Spî îro cenazeyên şervanên QSD’ê Yasê El-Sêf (Şîşko ) û Umer Ewer (Ebû Enad) ji nexweşnaxeya Wetenî ya Girê Spî wergirtin.

Girseya gel piştre bi karwaneke ji dehan wesayîtan pêk tê berê xwe dan Goristana Şehîdan a li gundê Hikomî.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Di merasîmê de li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyla Mustefa axaftin kir û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest. Mistefa got: “Serê me bi şehdan bilind e û em ê xeta wan bişopînin.”

Li ser navê Hêzên Sûriyeyê Demokratîk Siûd El-Mihêsin jî axivî û got: “Ev şehîdên rûmetê ne, şehîdên me rçya gelan ronî dike. Di vî welatî de gelek welatênpêz hene û çeka şehîdan hilgirtin û welat diparêzin.”

Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê şehîdan bi dirûşim û tilîliyên dayikan ve hatin veşartin.