Cenazeyê 2 şehîdan li Serêkaniyê hate veşartin

Cenazeyên endamê Asayîşê Ehmed Mişî û şervanê YPG’ê Rûbar Serêkaniyê bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Serêkaniyê hatin veşartin.

Endamê Hêzên Asayîşê Ehmed Mişê di qezaya trafîkê de, ya  li ser rêya di navbera bajarê Serêkaniyê û bajarokê Mebrûkayê de şehîd bû. Şervanê Yekîneyên Parastina Gel Cîhad Şêxo ku di nava hevalên xwe yên şervan de bi navê Rûbar Serêkaniyê dihate naskirin di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû.

Bi sedan welatiyên herêma Serêkaniyê ji bo cenazeyê cangoriyên azadiyê rakin li pêşiya Nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê li hev civiyan. Gel darbestên şehîdan rakirin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo cangoriyên azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin û ji aliyê şervanan ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Şêrîn Şêxê axivî û sersaxî ji herdu malbatan re xwest. Şêxê got ku gelê herêmê di oxira rizgarkirina welatê xwe de bedelên giran daye.

Li ser navê rêveberiya Asayîşê jî Şiyar Kobanê axivî û  wiha got: “Di rêya azadiyê de me gelek şehîd dane. Bi saya van şehîdan biratiya gelan û jiyana hevbeş li herêmê tê parastin.”

Di dawiyê de nasnameyên herdu cangoriyên azadiyê hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Şervanên YPG û hêzên Asayîşê cenazeyên herdu şehîdan hilgirtin û bi durişmeya “Şehîd namirin” li goristanê veşartin.