CÎK'ê operasyona qirkirina siyasî şermezar kir

CÎK'ê operasyona qirkirina siyasî şermezar kir û got,''Niha divê em hevalbendiya xwe û hêza xwe bikin yek.''

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi daxuyaniyeke niviskî operasyona qirkirina siyasî ya îro şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat e gotin, ''Hevşaredarê Qersê Rêzdar Ayhan Bîlgen ku xizmet ji milet re dikir û bi rengê Misilmanekî dirûst dijî di serî de, gelek kes hatine destgîrkirin û rehînkirin.''

CÎK'ê terora AKP-MHP'ê destnîşan kir û got, ''Niha dema wê ye ku em li her qadê li dijî van têbikoşin. Niha dema wê ye ku em tifaq û hêza xwe bikin yek. Niha dema wê ye ku em li dijî diz, hevalbend, minafiq, Yezîtan bin yek û rabin ser piyan.''

CÎK'ê her wiha got dema wê ye ku li dijî AKP-MHP'ê her kes derkeve derve û ''vê vîrûsê'' tine bike.