Bûldan: HDP çok nadane, wê ser bikeve

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan bang li muxalefetê kir û got: “Divê îro hê zêdetir li rêbazên hatina ba hev bên dîtin.” Bûldan peyama ‘HDP çok nadane, wê bi ser bikeve’ da.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Navenda Giştî ya HDP’ê têkildarî operasyona bi boneya çalakiyên Kobanê yên di 6-8’ê Cotmeha 2014’an de pêk hatibûn li ser partiya wan hat birêvebirin civîna çapemeniyê li dar xist.

Partiyên pêkahteyên HDP’ê ne beşdarî civînê bûn. Pervîn Bûldan daxuyanî da û diyar kir ku wan di civîna xwe ya MYK’ê ya duh pêk anîn de operasyonê bi berfirehî gengeşe kirine.

Bûldan anî ziman ku wan di civînê de plansaziyek amade kirine û got: “Hevalên me duh destgîrkirin demildest anîne Enqereyê. Bi kêliya operasyonê re hem me û hem jî destekvanên me xwedî li hevalên me derketin. Em carek din spasiya partiyan hemû û sazî û kesên piştevaniya me kirine dikin.”

Bûldan operasyonê wek “operasyonek siyasî” pênase kir û got: “Desthilata ku hilbijartina 7’ê Hezîranê li xweşa wê neçû, dixwaze ji wê rojê heta îro tola xwe ji HDP’ê hilîne.

Bûldan bal kişand ser van xisûsan:

“4 sal in Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, parlamenterên me, hevşaredarên me û bi hezaran hevlên me hêj di hepsê de ne. Ji wê rojê ve operasyon li dijî partiya me didomin. Tu demê navber nedanê. Dixwazin destkeftiyên Kurdan hemû desteser bikin. Şaredarên me desteserkirin û hevşaredarên me girtin. Her roj operasyon li ser operasyonê pêk tên û rêveberên navenda me, bajaran û navçeyan destgîrkirin. Dixwazin me ji siyasetê dûr bikin. Van operasyonan heta kêliya duh jî dom kirin. HDP bi oprasyonek nû re ne rûbirû ye. Ev operasyon dewama operasyonên din e. Ev hewldana darbeyê ye. Di heman demê de ev dewama darbeyên siyasî yên AKP’ê ye.

Dema mirov li navê hevalên me duh hatin destgîrkirin dinêre pir eşkere armanca operasyonê zelal e. Hevalên me hatin destgîrkirin hemû ji bo aştî, demokrasî û azadiyê têdikoşin.

Ayhan Bîlgen vîna gelê Qersê ye. Ji bilî xizmeta ku ji xelkê Qersê kiriye tu sûcek wî nîne. Sirri Sureyya Onder di pêvajoya aştî û muzakereyê de cih girtiye û hevalek me ku alîkarî daye aştiya welat. Ayla Akat Ata ji bilî xebatên jinan tu têkoşînek din nekiriye û têkoşîna ji bo jinan ne sûc e û nabe sûc. Endamên MYK’a me ya yên berê Altan Tan û Emîne Ayna Nazmi Gûr, Alî Urkut û Beyza Ustun û hevalên me yê din, ji bilî têkoşîna aştî û azadiyê û demokrasiyê tiştek din nekirine. Endamê MYK’a me ya niha Alp Altinors û hevalên me hemû divê gavek beriya gavekê werin berdan.

Ev xencerkirina têkoşîna demokrasiyê ye. Li Tirkiyê demokrasî, hiqûq û edalet hatiye binpêkirin. Di esasê xwe de armanca vê operasyona siyasî diyar e. Ji ber ku AKP nikare welat birêve bibe van operasyonan dike. Di nava alozî û krîzan de ye. Nikare van çareser bike, berê xwe dide HDP’ê û dixwaze peşkê li xebatê me bixe. AKP îro dike nake di tu siyasetê de bi ser nakeve. Ev operasyonek li dijî gelên Tirkiyê hemûyan e.

Wateya xwepêşandên çalakiyên 6-8’ê Cotmehê jî ew e ku têkoşîna gelên Tirkiyê ya li dijî barbariya DAÎŞ’ê bû. Di wan çalakiyan de 53 mirov hatin qetilkirin. 47 mirov ji wan HDP’yî ne. Tu lêpirsînek nehatiye vekirin. Tenê kesek derdixin pêş û li ser vê dixwazin operasyona îdrakê pêk bînin. Tevî gelek caran me pêşniyazname ji bo 6-8’ê Cotmehê da Meclîsê ku were lêkolînkirin lê AKP’ê bi dengên xwe red kir. Em îro pêvajoyek ku destûra lêkolînê nehat dayîn diaxivin.

Di ser de 6 sal derbas bûye. Mîna ku tiştek nû be dikin rojev. Em ê heqîqeta çalakiyên Kobanê ku AKP dixwaze ji xwe re bike amûra siyasetê, ji gelên Tirkiyê re vebêjin.

Me wek HDP, me wek gelê Kurd, me wek jinan, me wek muxalîfan yên berya we jî dît. Em dizanin w eli ser vê axê zilm û îşkenceyên çawa li Kurdan kiriye. Em vê ji serdemên bihûrî dizanin. Em Kenan Evren, Tansû Çîlerên we dizanin û nas dikin. Kurd bi salane bi vê zilmê re rûbirû ne. Lê belê tu demê serê xwe netewandin. Îro jî bi heman biryardariyê û heman awayî li vir carek din destnîşan dikin ku em ê qet û qet serî li ber derew û lîstikên we xwar nekin. Em partiyek wiha nîn in. Partiyek girseya wê ku serê xwe li ber we bitewîne nîne. Ev partî xwedî bi milyonan girse ye. Ji 6 milyonî bêtir hilbijarên wê hene. Hêvîya me her demê tazetir dibe. Hûn di her hilbijartinê de xwînê winda dikin û niha jî ji bo hilbijartinek mihtemel dîsa ketine nav rê û rêbazên hîlebaziyê û çawa êriş bikin.

Êdî her tişt eşere ye. Êdî ne ew dema berê ye. Civak û gelên Tirkiyê bi we dizane û we baş nas dike. Hûnê winda bikin, her ku hûn êriş dikin jî hûn winda winda dikin. Civaka Tirkiyê di hilbijartinê de teqez wê hesab ji we bixwaze. Wê civak, partiyên siyasî, jin û aliyên zilma we li ser wan didome teqez dê di çarçoveya hiqûqê de û di sindoqên hilbijartinê de hesab ji we bixwaze. Bila tu gûmana we ji vê tune be.

Heke êriş ji AKP’ê were, divê têkoşîn jî ji muxalefetê were. Îro hin bêtir dem dema yekbûnê, hin bêtir dema em mil bidin milê hev e û divê îro bêtir rê û rêbazên meşa bi hev re werin dîtin. Ez dixwazim destnîşan bikim ku gelên Tirkiyê wê hemû bi hev re bi ser bikevin. Em ê bi ser bikevin. Bila şik û gumana kesî ji vê tune be. Yên tên bindestkirin wê serkeftiyê vê pêvajoyê bin. HDP wê di vê pêvajoyê de bi ser bikeve. HDP’ê serî netewand. Çond danenî. Wê çong daneyne û bila ev jî ji we re bibe derd. Ez bang li muxalefetê dikim ku li dijî êrişan bibin yek.”