Bradost çawa û çima tê pêşkêşkirin?

Fermandarê gerîla Seyît Riza Garzan qala dîrok, pekhate, berxwedan û xiyaneta li herêma Bradostê kir ku dewleta Tirk hewl dide bi hevkariya PDK'ê vê herêmê dagir bike.

Yek ji fermandarên gerîla Seyît Riza Garzan qala dîroka herêma Bradostê kir ku artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya PDK'ê hewl dide dagir bike.

DÎROKA HERÊMA BRADOSTÊ

Li ser dîroka herêmê Garzan got, "Gel û herêma Bradostê ji Hûriyan tê. Ji qewmên Hûrî, Gûtî, Kasît, Mehîriyan pêk tê. Bradostî ji qewmê Lûrî yê Hûriyan e. Navê çemê Lolanê jî ji Lûriyan tê. Hebûna xwe timî parastin. Heta dema Sasaniyan bi rengekî azad bi kevneşopiyên xwe jiyan. Di dema Sasaniyan de piştî ku Ereban Kurdistan dagir kirin, zext li baweriyên Zerdeştî û Mesîhî yên li herêma Bradostê kirin. Niha jî li herêma Bradostê cihên cuda yên îbadetê hene. Ji ber ku heta dema Selçûkiyan, Abbasiyan û Emewiyan nekarîn Kurdan kontrol bikin, bi avakirina sîstema Mîr re xwestin bixin bin serweriya xwe. Çend ji van Mîr'an jî Mîrên Farqîn, Sason, Herbûrg û Zerzan e. Li Bradostan jî sîstemeke wiha ya Mîr ava kirin. Dema ku Mîrîtiya Bradostê ava bû, 22 eşîr û 12 qebîle di nav de hebûn.

Bradesto navê eşîrekî nîne, navê herêmekê ye. Sînorên xwe jî ji Geliyê Alîbegê heta Çomanê, ji wir heta Rojhilatê Kurdistanê ku Şîno, Mîrgever, Tîrgever, Soma û Salmasê digire nava xwe, ji wir jî ji xeta Şehîdan digihêje heta Şemzînan û Barzanê. Dîana jî di nav vê herêmê de ye. Navê Dîana navê jineke Bradostî ye. Şîkakên li aliyê Rojhilat jî di nava Bradostê de ne. Eşîrên Zerzan, Sûçî, Zîrarî, Herkî, Xeylanî, Şervanî û Merî di nava federasyona Bradostê de ne. Çiqasî niha ji hev cuda jî bin, pêwendiya van eşîran bi hev re heye. Yên ku niha xwe ji Bradostê didin naskirin Xakurkî, Şêxzadeyî, Mêgzadeyî, Ravandokî, Pînasînî û Şekîfî ne. Mêgzadeyî ji Keleha Dimdimê tên. Mîkrî jî ji Bradostiyan e."

GELEK HÊZAN HEWL DAN DAGIR BIKIN, LÊ JI WAN NEHAT

Fermandarê gerîla Seyît Riza Garzan diyar kir ku navê Bradostê jî piştî Emewî û Abbasiyan li herêmê hatiye kirin û ji ber ku olên cuda li herêmê dijiyaniyan navê Bradostê li herêmê hatiye kirin.

Garzan got, "Dagirkeran her tim xwestin Bradostê dagir bikin, lê ji ber rewşa erdnîgarî ya herêmê, nekarîn vê yekê bikin. Ne Îran ya jî Fars, ne jî Tirk ya jî Osmanî, ne Skender nekarîn li vê erdnîgariyê serdest bin. Hewl dan dagir bikin, zerar jî dan, lê belê di dawiya dawî de neçar man herêma Bradostê biterikînin."

WATEYA NAVÊ BRADOST

Garzan bi bîr xist ku Xiristiyan, Êzidî û bawermendên Îslamê bi hev re li herêmê jiyane û wiha dewam kir: "Bi biratiya Misilman û dostaniya Êzidî û Xiristiyanan re navê Bradostê derkete holê. Êzidiyên niha li Dîanayê ne, ji Bradostê ne. Heta Qesr-i Şîrîn, herêma Bradostê yek parçe bû. Lê bi wê peymanê re bû du parçe. Sala 1816'an bi Osmaniyan re bûn yek û hemû Êzidî qir kirin. Piştî vê demê Federasyona Bradostê ji hev ket. Xezîneya herêmê birin Qesra Kor Paşa Topkapi û radestî Osmaniyan kirin. Piştre Bradostiyan bi pêşengiya şêx Reşîd hebûna xwe dewam kirin."

ŞERÊ NAVBERA BRADOSTÎ Û BARZANIYAN

Li ser nakokî û şerê navbera Bradost û Barzanan jî Seyît Riza Garzan got, "Şêx Reşîd diyar kir ku Barzanî Misilman nînin û ne rast e ku xwe Şêx îlan bikin. Bi vî rengî li ber Şêx Ehmed rabû. Ew li Bradostê qebûl nekir. Bi vî awayî di navbera Bradostî û Barzaniyan de şer derket. Bû sedem ku 1.500 kes jiyana xwe ji dest bidin.

Piştî sala 1958'an, bi pêşengiya Mela Mistefa, dema ku şerê bi Iraqê re dest pê kir, Şêx Reşîd cihê xwe li cem Barzaniyan negirt. Dûre hemû lîderên eşîrên Bradostê yên li ber Mela Mistefa rabûn, yek bi yek hatin kuştin. Piraniya yên sax man jî derbasî aliyê wî bûn."

BARZANIYAN HERÊMA BRADOSTÊ PÊŞKÊŞ KIRIN

Li ser sedema hewldana dewleta Tirk a ji bo dagirkirina herêma Bradostê jî Garzan got, "Bradostî hez ji PKK'ê dikin, lê belê ji ber PDK û delweta Tirk xwe nêzî PKK'ê nakin. Ji ber ku bi vê zanin, niha hewl didin dagir bikin. Gelê Bradostê bi rengekî bêdeng li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe dide. Barzaniyan herêma Bradostê pêşkêş kir. Çavê xwe lê girt ku Tirk herêmê dagir bikin."

CERDEVANÊN GERDÎ PÊŞENGIYÊ JI OPERASYONA DAGIRKERIYÊ RE DIKIN

Garzan destnîşan kir ku yên serkêşiyê ji êrîşên dagirkeriyê re dikin cerdevanên Gerdî ne û got, "Li Bakurê Kurdistanê li dijî me cerdevan in, li vir jî weke pêşmergeyên PDK'ê li dijî me şerê taybet dikin. Ev kes heman kes in. Li Bakur weke cerdevan û welatiyên Tirkiyeyê li dijî me şer dikin, li vir jî dibin pêşmerg eû welatiyên Iraqê. Diçin li Dîanayê maeşê xwe digirin. Nêzî 35 hezar dengdêrên xwe hene. Li herêma Bradostê lîstikeke bi vî rengî tê lîstin. Girîng e haya gelê me û raya giştî ji vê hebe."

BANGA LI GELÊ BRADOSTÊ

Garzan herî dawî bal kişand ser berxwedana li Bradostê û got, "Gerîla ji bo gelê Bradostê ji xwe bi her awayî fedakariyê dike. Girîng e gelê herêmê tirsa Barzaniyan û Tirkan ji ser xwe biavêje. Divê bi dîroka xwe zanibe û ji bîr neke. Malbata Kerîm Xan dikare pêşengiyê ji vê berxwedanê re bike."