BOG: Faşîzma AKP-MHP'ê di hedefa me de ye

BOG'ê got, "Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li metropolan, li taxên hejaran, li bejahiyê, em şerê xwe yê şoreşgerî ji hêla îdeolojîk, siyasî û leşkerî ve hazir dikin."

Daxuyanî ji aliyê Fermandarê Hêzên Yekbûyî yên Azadiyê (BOG) Ûmût Bayraktaroglû ve hate dayin. Di daxuyaniyê de salan pêncan a BOG'ê hate pîrozkirin û hate diyarkirin, têkoşîna wan a ku ji barîkatên Geziyê heta bi Kobanê, Efrînê ya li dijî "tang, top, balafirên TC'ê ya faşîst û dagirker bênavber wê bidome."

'EM HAZIRIYA ŞERÊ LI DIJÎ FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê DIKIN'

Di daxuyaniya BOG'ê de hate diyarkirin, hedefa wan faşîzma AKP-MHP'ê ye û bi domdarî hate gotin, "Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li metropolan, li taxên hejaran, li bejahiyê, em şerê xwe yê şoreşgerî ji hêla îdeolojîk, siyasî û leşkerî ve hazir dikin."