Bîld: Tirkiyeyê tankên Elman da çeteyan

Rojnameya Bîldê ragihand ku tankên Leopard 2 ên Elman di êrişên Til Temirê de ji aliyê çeteyên rejîma Tirk ve hatin bikaranîn û diyar kir, bi vî rengî şertê 'bikarneanîna ji aliyê hinekan ve' hatiye binpêkirin.

Careke din eşkere bû ku di êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê de ya 9'ê Cotmehê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir tankên Leopard 2 ên Elman hatine bikaranîn.

Yek ji rojnameyên sereke yên Elman Bîld ragihand ku li nêzî Til Temirê ku bi 30 kîlometreyî dûrî sînorê Tirkiye-Sûriyeyê ye tankên Elman ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine bikaranîn. Di nûçeyê de pirsa "Gelo Tirkiye bi tankên Elman kîjan lîstikê dilîze?" hate kirin.

'JI SALA 2016'AN VE TÊ BIKARANÎN LÊ VÊ CARÊ DAN ÇETEYAN'

Berdevkekî çeteyên Tirk ji rojnameyê re axivî û piştrast kir ku tank dan wan. Berdevk got, "Tirkiye tank jî di nav de bi her rengî çek û cebilxaneyan dide me" û ev gotinên çeteyan jî nîşan dide ku peymana navbera Elmanya û Tirkiyeyê hatiye binpêkirin.

Di nûçeyê de hate gotin, "Ji sala 2016'an û vir ve artêşa Tirk tankên şer ên Elman ên bingehîn Leopard 2 li Sûriyeyê di şer de bi kar tîne. Lê belê li gorî lêkolîna Bîld hikumeta Tirk tankên Leopard 2 da serhildêrên Sûriyeyê."

HIKUMETA ELMAN: ŞERTÊN FIROTINÊ NEHATIN GUHERTIN

Rojnameyê şertê "Wê nedin hinekî din û tenê ji aliyê leşkerên Tirk ve bên bikaranîn" bi bîr xist ku di dema firotinê de di navbera her du welatan de tê pejirandin. Berdevkê Wezareta Parastinê ya Elman ragihand ku şertê firotinê nehatiye guhertin.

Berdevk anî ziman ku ji bo tank ji aliyê hinekan ve bê bikaranîn an jî ji bo hinekî bê firotin divê hikumeta Elman a federal bi rengekî nivîskî bipejirîne û destnîşan kir ku ev şert hîn jî derbasdare.

Tevî dîmenên ku nîşan didin çete tankên Leopard bi kar tînin, Saziya Kontrola Xizmetên Fînansî ya Federal (BAFA) ku peymanên bazirganiyê kontrol dike, îdîa kir ku di der barê binpêkirina peymanê de li ber destê wan daneyekî eşkere nîne.