Em ketin salvegera pêşî ya tevgera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ku dewleta Tirk 9’ê Cotmeha 2029’an dabû destpêkirin. Efrîn jî ji Adara 2018’an û vir ve ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wan ‘Artêşa Millî’ ve hatiye dagirkrin. Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ku sûcên şer ên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dabû ber xwe, rûniştina 45’an bi pêşnûmeya rêza biryaran temam kir.
Di rûniştinê de ku 14’ê Îlonê dest pê kirî mafê mirovan û sûcên şer ên li Sûriyê jî hatin nirxandin. Rapora Çile- Hezîrana 2020’an a Komîsyona Lêkolîna Sûriyê a Serbixwe a Navnetewî ya NY’yê jî li ber civînê bû û hate nîqaşkirin. Di raporê de dewleta Tirk rasterast berpirs nehatibe dîtin jî, derheqê sûcên şer ên li herêmên ku çeteyan dagir kirine, mînakên girîng hatin dayin. Di pêşnûmeya biryaran de ku 7’ê Cotmehê hate gotebêjkirin, weke welatên din ku hatin nîqaşkirin ji bo Sûriyê jî cih dane hi xalan. Di pêşnûmeya biryarê de rapora Sûriyê hate bibîrxistin, hate destnîşankirin ku li Sûriyê dibe ku sûcên şer hatibin kirin. Hate gotin Dadgeha Cezayê ya Navnetewî dikare bi rolekê rabe.
RAPORA NY’YÊ KÊM E
Sûcên ku Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê û Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê li gel hemû astengiyên dewleta Tirk jî bi belge kirin nîşan dide ku rapora NY’yê çendî kêm e. Di raporê de tê diyarkirin sûc pir zêde ne û ev sû ji hêla dewleta Tirk ve hatine koordînekirin. Di raporê de tê gotin ji ber zexta dagirkeran, xetên înternet û telefonê kontrolkirî ne, gefa kuştinê li mexdûr û malbatên wan dixwinhemû sûc bi temamî nehatine tespîtkirin, li gel vê jî bilançoya dagirkeriyê pir giran e.
Me hin sûcên şer ku dewlta Tirk û çeteyên wê DAÎŞ, Nûsra û ‘’Artêşa Millî’ li herêmên rêveberiya xweser ên ku dagir kirine pêk anîne tomar kir. Li gel vê me beşên rapora NY’yê yên têkilî herêmên dagirkirî û kêmasiyên wê ji alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xwesera Bakur-Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd pirsî.
ÇETEYÊN DAÎŞ’Î YÊN IRAQÎ LI SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ HATIN BICIHKIRIN
-Rayedarên Rêveberiya Xweser aşkere dikin ku li Serêkaniyê û Girê Spî û jîgehên derdorê ji ber dagirkeriya Tirk ji 300 hezarî zêdetir mirov bêgav mane ku koçber bibin, Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê belge û serlêdanên 162 hezar mirovan ku ji ber dagirkeriyê bêgav mane ku herêm û malên xwe berdin gihandine ber destê sazî û dezgehên navnetewî. Komleyê ji ANF’ê re ragihand xebatên li ser vê mijarê didomin.
Li Serêkaniyê û derdora wê 15 gundên Êzîdiyan hatin valakirin. Dest li ser 65 mal û hemû milkê Êzîdiyan danîne, li gundên Dawidiyê û Xirbet Cemo 80 mal hatin hilweşandin û li şûna wan biryargeheke leşkerî hatiye danîn. Her wiha çeteyên ‘Artêşa Milî’ bi hinceta ku li gundên Êzîdiyan li ‘xezîneyan bigerin’ gorên Êzîdiyan vekirine û mirî ji goran derxistine.
Çapemeniya Kurd bi belgeyan nîşan da k udi nav çeteyên ‘Artêşa Millî’ de ku tevlî tevgera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî bûyî gelek endamên DAÎŞ’ê hene, lê dewleta Tirk qîma xwe bi vê jî neanîn. Rêxistina Mafê Mirovan a Cizîrê diyar dike 400 endamên DAÎŞ’î bi navê şervanan anîne li Serêkaniyê û Girê Spî bi cih kirine û 1400 çete û malbatên wan birine Idlibê.
ÇEKÊN KÎMYEWÎ HATINE BIKARANÎN, ORGANÊN ZAROKAN HATINE DIZÎN
Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê diyar kir piştî dagirkirinê li Girê Spî û Serêkaniyê, li qadên rêveberiya xweser Ên dagirkirî 340 kes hatine qetilkirin.
Di rapora komeleyê de tê diyarkirin 187 sivîl birîndar bûne, 7 kes piştî ku hatine hêsîrkirin hatine înfazkirin, tecawizî 2’yan ji van kirine. Her wiha tê diyarkirin ji tevgera dagirkirİnê ve 945 kes birîndar bûne, ji van 339 sivîl in, di teqînên van du bajaran de bi teqînan 25 kes mirine, 43 kes birîndar bûne.
Dewleta Tirk 19’ê Cotmeha 2019’an li Serêkaniyê li dijî QSD’ê û sivîlan fosfora spî ya bi çarçoweya çekên kimyewî bi kar anî. Komeleyê ragihand di vê êrîşa kimyewî de 33 kes birîndar bûne, ji van 23 jê sivîl in, 10 jê şervanên QSD’ê ne. Komeleyê her wiha got 6 kes bi rengekî ku neyên naskirin şewitîne û derheqê wan ti belge nehatine dîtin.
Hate gotin ji 9’ê Cotmehê û vir ve li Girê Spî û Serêkaniyê bi kêmanî 85 kes hatine revandin, êşkence li wan hatiye kirin û ji bo ku werin berdan fidye hatiye xwestin. Di rapora komeleyê de tê diyarkirin 78 kes ji ber ku di saziyên rêvberiya xweser de xebitîne hatine girtine, li gel ku li dijî hiqûqa navnetewî ye jî ji bo ku werin darizandin birine Tirkiyê.
Piştî ku Rênas Mihemed İsharha yê 9 salî ê ji Serêkaniyê û Mahîr Suphî Ancûr ên ji Serêkaniyê nexweş ketin û birin nexweşxaneyên Tirkiyê, 2 zarok li Tirkiyê hatine qetilkirin û organên wan hatin dizîn.
LI EFRÎNÊ BI KÊMANÎ 581 SIVÎL HATIN QETILKIRIN, 6885 SIVÎL HATIN REVANDIN
Di rapora Komeleya Mafê Mirovan a Efrînê de hate diyarkirin ji 20’ê Çile ya 2018’an heta bi 30’ê Îlona 2020’an bi êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê 80 kes bi êşkenceyê, bi kêmanî 581 sivîl hatine kuştin, ji van 68 jê zarok in û her wiha 330 jê zarok 696 kes birîndar bûne. Dîsa tê diyarkirin dewleta Tirk û çeteya wê ‘Artêşa Millî’ bi ehzaran kes ji Efrînê revandine, hin kesên ku hatine revandin ji bo ‘darizandinê’ birine Tirkiyê.
Rêxistina bi belgeyan nîşan da ji destpêka dagirkirnê û heta dawiya Îlonê çeteyên Tirk 6885 sivîl revandine, aqûbeya 3900’i sivîlên jin û mêr ne diayr e. Rewşa 11 sivîlên li gundê Omer Şaxî ya Raco mînaka vê ye, 17’ê Kanûna 2019’an dagirkeran li Efrînê xwedêgiravî dadgeh danîne, li ser hinan biryara miebetê dane, 9 ji van birine Tirkiyê û aqûbeta 2’yan ji van ne diyar e.
LI EFRÎNÊ PAQIJIYA ETNÎK Û GUHERÎNA DEMOGRAFÎK
Piştî ku 18’ê Adara 2018’an Efrîn bi temamî hate dagirkirin piraniya nifûsa Kurdan a Efrînê, ku 90 ji 100’î yê nifûsê Kurd bû bêgav ma ku bajêr berde, 100-150 hezar Kurdên ku mabûn jî jiber sedema zexta sistematik û êkenceyê bajar berdan û tê gotin niha li bajêr nifûsa Kurdan kêmî 18 ji 100’î ye.
Beriya dagirbûna Efrînê 25 hezar Êzîdî hebûn niha hijmara Êzîdîyên li Efrînê 5-7 hezar in, navendên baweriyê yên Êzîdiyan hatine talankirin, Navenda Êzîdiyan a Efrînê 2018’an ji hêla dagirkeran ve bi teqemeniyan bi temamî hate hilweşandin, Êzîdiyên ku mane têne revandin, êşkence li wan tê kirni, têne qetilkirin û zor li wan tê kirni ku bibin Misilman.
Piraniya Elewiyên li Mbatata dijiyan, ku nifûsa wan 15 hezar bû ji bi dagirkeriyê re bajar berdan, niha çend ji wan mane nayê zanîn lê zor li wan jî tê kirin ku bibin Sinnî, dest li ser malên Elewî û Êzîdiyan têne danîn û malên wan dikine navendên dînî ku çete derse lê didin.
Lİ Efrînê beriya dagirkeriya Tirk 1000 Kurdên Xiristiyan û Ermenên Xiristian hebûn, niha 2-3 malbat mane, dêra li Efrînê hatiye talankirin, koma çeteyan a Siltan Mirat û Ceyşel Şarkiye din av xwede par ve kirine û neçar hiştine ku ev malbat weke Misilman bijîn. Kurdê Xiristiyan Rindav Mihemmed piştî ku hevjîna wî mir xwest ku li gorî baweriya Xiristiyanî were veşarin,ji ber vê ji hêla çeteyên Feylaq Şam ve 31’ê Tîrmehê hate girtin.
Her wiha çete Erebnê bajêr jî direvînin, fidyeye wan ji dixwazin, dest li ser mal û milkê wan datînin û wan dikujin.
Çeteyên Tirkmen û Ereb li gel malbatên wan ên ji Guta, Hama, Humus, Tirkiye, Iraq, İdlibê anîn hatin bicihkirin. Kurdên li navçeya Şiyê ji bo ku li malên xwe bimînin kirê didin.
HERÎ PIR JINAN DIKIN HEDEF
Li Efrîn, Serêkaniyê û Gire Spî dagirker herî pir jinan dikin hedef. Hê di bîrê de ye ku cenazeya Barîn Kobanê, şervana YPJ’ê ji hêça çeteyên Tirk ve bi rengekî tazî hatibû teşhîrkirin, her wiha dema pêvajoya dagirkirina Girê Spî Sekretera Partiya Dahatuyê ya Sûriyê Hevrîn Xelef Ahrara ji hêla çeteyên Ahrar Şarkiye ve bi êşkenceyê hatibû qetilkirin.
Li sê bajaran jî jin bêyî ku çerşevkiriî bin û zilamek li cem wan be nikarin derkevin, gelek jin ji ber tacîzên eçteyan û revandina wan ji mal dernakevin. Di serî de li Efrînê keçên temenê wan kêmî 18’an zor li wan tê kirin ku bi çeteyan re bizewicin, li wan ferz dikin ku bibin hevjîna wan a sêyan, çaran.
Navenda Lêkolîn û Parastinê ya Mafê Jinan a Sûriyê bi belgeyan çespand ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dema tevgera dagirkirinê û di pêvajoya daigrkirinê de bi kêmanî 85 jin ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine qetilkirin, 175 jê birîndar bûne, 123 jin jî hatine revandin.
Rêxistina Efûyê ya Mafê Miorvna jî diyar kir ji 20’ê Çile û vir ve li Efrînê 68 jin hatine qetilkirin, tecawiz li 65 jinan bûye û ji yên ku tecawiz li wan hatiye kirin 5’an xwe kuştine.
‘DIVÊ KOMÎTEYÊN LÊPIRSÎNÊ YÊN SERBIXWE BIÇIN HERÊMÊN DAGIRKIRÎ’
Bedran Çiya got rapora ku NY’yê weşandî girîng e, cara pêşî ye ku di raporekê de derheqê herêmên ku ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve cih dide xalên girîng, li gel kêmasiyên raporê jî raporê girîng û pozîtîf dibîbini. Çiya got binpêkirinên di raporê de wan gelek caran gihandine ber destê saziyên navnetewî, rêveberiya xwser ji bo ku sûcên şer ragihîne pir têkişiyaye û rapora NY’yê bi encama vê têkoşînê cih daye sûcên şer ên dewleta Tirk.
Bedran her wiha diyar kir gelek sûcên şer û binpêkirin di raporê de cih negirtine û got, ‘’Divê komîteyên serbixwe yên lêpirsînê bi lezgînî biçin herêmên ku hatine dagirkirin û li sûcên şer bikolin.’’
Bedran Çiya Kurd got sûcên şer ji yên k udi raporê de hatine diyarkirin pir zêdetir in, got, divê bi lezgînî binpêkirinên li herêmên dagirkirî were lêkolan, bi raya giştî re were parvekrin, berpirs werin darizandin û hesab ji wan were pirsin. Kurd got, ‘’Piştî sûcên ku hatine tespîtkirin, em diwazin sûcdar werin darizandin û hesab ji wan were xwestin.’’
‘JI SÛCÊN ŞER BERPIRS TIRKIYE YE’
Çiya Kurd bi berdewamî got ji binpêkirin û sûcên şer ên li herêmên dagirkirî dewleta Tirk berpis e, dewleta Tirk bi hevkarên xwe DAİŞ, Nûsra, El Qaîde êrîş aniye ser herêmên Rêveberiya Xweser û dagir kiriye.
Bedran Çiya Kurd her wiha got, li qadên ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin siyaseta qirkirinê tê kirin.
‘TIRKIYE LI HERÊMÊN ME SIVÎLAN, SIYASETMEDARAN QETIL DIKE’
Bedran Çiya Kurd diya kir ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Rêveberiya Xweser qet nedaye sekinandin, dewleta Tirk bi Rûsya û DYE’yê re peymana ku êrîşan rawestîne daniye lê dewleta Tirk ti caran li gorî vê peymanê neçûye, tim êrîşan tîne, li ser sînor sivîlan qetil dike, zeviyan dişewitîne û gundan dide ber topan.
Çiya herî dawî got dewleta Tirk bi Amûrên Hewayî yên Bêmirov êrîşê tîne ser her devera Rêveberiya Xweser, bi bîr xist ku li Kobanê 3 jinên siyasetmedar hatine qetilkirin, êrîş birine ser Qamişlo û Şehbayê û got, ‘’Li qadên me qetilkirina sivîlan, siyasetmedaran sûcê şer e.’’