‘Bi petrola Kurdistanê Tirkiye şerê tinekirina Kurdan dike’

Li bajarê Kerkûkê jina bi navê Sebriye Ehmed yekane ya ku ji Enfalê rizgarbûyî ku şahidê Enfalê ye, daxwaz dike ku petrola Başûr ji bo Tirkiyê neyê rêkirin, ji ber ku Tirkiye ji bo tinekirina Kurdan bikartîne.

Sebriye Ehmed Elî jineke yekane ya ku ji Enfalê rizgarbûyî li bajarê Kerkûkê, daxwaz ji rêveberên Herêma Kurdistanê dike ku êdî petrolê ne firoşe Tirkiyê û got: "Ji ber ku Tirkiye bi wan pereyên petrola Herêma Kurdistanê şerê tinekirina gelê me dike. Niha jî di êrîş kirina li ser Rojava de berdewame. Piştî Rojava bi teqez wê êrîşî Başûr jî bike."

Sebriye Ehmed Elî 60 a salî ku yekaneyeke ya ji Enfalê rizgar bûye û xwecihê bajarê Kerkûkê ye, nerazîbûn nîşanî êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.

Du jinbira, 5 bira, mam, pismam, dayik û bav, xal, xwişk û xwuharziyên Sebriye Ehmed hemû di enfalê de şehîd bûne û ji wan tenê Sebriye maye bi saxî. Her wiha kur û hevserê wê hatiye şehîd xistin û dibêje: “Îro yan sibe her rojek bê wê Kurd serbikeve. Malbata me jî di vê rêyê de ruhê xwe feda kir.”

Sebriye Ehmed Elî rexne li siyaseta aboriya hukûmeta herêmê kir û got: “Heta kengê ev petrola me wê ji bo Tirkiyê biçe? Tirkiye bi qezenca petrola herêmê şerê tinekirina gelê Kurd dike, dikin çek û fîşek li sîngê me dixe.”