Bi navê gerîla derdikevin ser dikê

Şanoya ku bi navê du gerîlayên jin hate avakirin, çar sal in gelek karî dike. Teatra Sarya Baran piştî karê atolyeyê yê ji 6 mehan, Koma Şano ya Zarokan jî perwerde dike.

Teatra Sarya Baran ku koma destpêkê ya şanoya jinê ye, sala 2018'an piştî perwerdekirina sê şanogeran ava bû. Ji bo pêşvebirina şanoya jinê û Kurdan karê xwe dewam dike.

Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn bi sûdwergirtina ji du gerîlayên jin ku li nava refên gerîla, li çiyê jî dest ji şanoyê bernedan, navê Teatra Sarya Baran li koma şano ya li Navenda li Qamişloyê kir.

Teatra Sarya Baran sala 2018'an dest bi karê atolyeyê yê ji 6 mehan kir û destpêkê bi sê şagirtan, bi sê perwerdekaran dest bi kar kir. Sê şagirt, piştî teoriya şanoyê ya ji 6 mehan, perwerdeya beden û lîstikvaniyê, bi lîstika xwe ya bi navê 'Jin a bi tenê' di sala 2019'an de tevlî Festîvala Şehîd Yekta Herekol bû. Di festîvalê de hem xelata lîstikvaniya herî baş, hem jî xelata derhêneriya herî baş wergirt.

Kom niha li ser mijarên kondîsyon, xeyal, teoriya şanoyê û lîstikvaniyê çar pirtûkan amade dike.

Bera Ferec Hesen, Şevîn Xelîl û Zelal Cûma ku ji şagirtiyê derbasî mamostetiyê bûne, niha komeke ji zarokan perwerde dikin.

Perwerde ji du beşan pêk tê. Beşa yekemîn ji bo zarokên di navbera 9-14 salî ce ye û li ser xeyal û kondîsyonê tê dayin. Beşa duyemîn jî ji bo zarokên di ser 14 salî re ye û li ser mijarên teoriya şano û perwerdeya lîstikvaniyê perwerde tê dayin. Zarokên van perwerdeyan diqedînin beşdarî nava Koma Şano ya Sarya Baran dibin.

Teatra Sarya Baran heta niha 6 lîstikên şanoyê pêşkêş kiriye. Di sala 2020'î de li gel nivîsandin û derhêneriya lîstika Kolan, her wiha lîstika 'Diqîrim' a li ser jin ên şoreşger ên cîhanê, 'Jin a bi tenê', 'Aştî di baskê çûkê de' ya li ser vegotina şer bi çavê zarokan, 'Diziya Bexçe' û 'Moristan' ku çîrokeke li ser dikê pêşkêş kiriye.

Koma ku karê kostum û dekorê jî bi xwe dike, ji perwerdeyê heta senaryoyê hemû detayan bi xwe bi cih tîne.

Bera Ferec Hesen anî ziman ku bi Şoreşa Rojava re jinên xwe li qadên civakî, leşkerî û siyasî bi rêxistin kirine, di hunerê de jî bi rola pêşengiyê radibin, lê belê wan heta niha nekarîne vê rastiyê bi têrkerî bigihînin civakê. Bera ku perwerdeyê dide 9 zarokan, li ser eleqeya xwe ya ji bo şanoyê got, "Şanogerî ji bo min xewn û xeyala zarokatî bû. Ji bo cihê kelecanê ye ku xeyalên xwe qonax bi qonax pêk tînim. Êdî weke xeyalekê nanirxînim; dixwazim tecrûbeya xwe bi kesên cuda re parve bikim, dixwazim wan perwerde bikim. Ji bo xewna zarokan a li ser şanogeriyê pêk tînim, ji wan re dibim alîkar. Dixwazim xeyalên xwe jî mezintir bikim. Dixwazim weke pêleke nû li dîroka şanoyê ya Kurd bimîne."

DI NAVA KOMA ZAROKAN DE DESTPÊ KIR

Endama Teatra Sarya Baran Şevîn Xelîl ku 5 salin di nava şanoyê de ye, yek ji damezrînerên komê ye.

Şevîn ku destpêkê li nava koma şano ya zarokan dest bi kar kir, bi tecrûbeya xwe tevî hevalên xwe Bera û Zelal Mûsa piştî perwerdeya ji 6 mehan Teatra Sarya Baran ava kir.

Şevîn ji koma zarokan derbasî nava Teatra Sarya Baran bû. Niha jî ji koma şano ya zarokan a Hîlala Zêrîn re perwerdekariyê dike, bi taybetî li ser şanogeriyê perwerdeyê dide.

Şevîn diyar dike ku ji bo zarok tevlî komê bibin şert e ji du qonaxan derbas bibe.

Şevîn li ser eleqeya xwe ya ji bo şanoyoê got, "Mabata min jî piştgirî da min. Malbata min bi bala min a li ser teqlîdê hesiya bû û ji bo bibim şanoger piştgirî dan min."

EM XWE PERWERDE DIKIN

Endama Koma Şano ya Zarokan Robistin Menal Hesen li ser sedema tevlîbûna xwe ya li nava komê wiha axivî: "Şano gelekî bi xweşiya min çû û min biryar da ku tevlî bibim. Gelek komên ser bi Hîlala Zêrîn ve hene lê belê şanoyê bala min kişand. Em şanoyên xwe diyarî gel dikin. Ev yek min kêfxweş dike."

Barîn Huseynî ya 14 salÎ û Hêlîn Cûma ku derbasî qonaxa duyemîn bûne wiha axivîn, "Bi rêya şanoyê em hem xwe hem jî gelê xwe perwerde dikin. Em dixwazin bibin şanogerên mezin û zarokan perwerde bikin."