Bi deh hezaran kes bazara genî ya Tirkiye-DYE'yê protesto dikin

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo bazariya qirêj a navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Tirkiyeyê protesto bikin, li ber baregeha Hêzên Koalîsyonê ya li Kobanê li hev dicivin.

Gelên herêma Firatê ji bo bazarên genî yên di navbeyna rêveberiya Emerîka û Tirkiyeyê de, yên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar bikin, li ber cihê Hêzên Koalîsyonê ya Dijî DAÎŞ'ê ya li Kobanê dicivin.

Ji bajarên Kobanê, Minbic, Reqa, Tebqa, Sirrîn, Girê Spî, Eyn Îsa û gundên wan, bi dehan hezar kes li ber baregeha herêma Çelebî ya li Kobanê li hev dicivin.

Berê sibehê, li gel şiliyê jî ji 7 salî bigirin heta bi 70 salî bi deh hezaran welatî ber bi baregehê ve bi rê ketin.

Piştî ku girseyên ji hemû qadan gihane cihê xwe wê bazarên di navbeyna dewleta Tirk û DYE'yê de yên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê şermezar bikin.