‘Bi AKP’ê re tundiya li jinê zêde bû’

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran da zanîn ku di serdema AKP’ê tundiya li jinê di asta herî bilind de zêde bûye û got: “Dewlet naxwaz jin di nava civakê de bibe xwedî vîn û bi polîtîkayên hedef nîşandanê rêyên jiyanê li jinê asê dike.”

Li Tirkiyeyê tundiya li jinan her ku diçe zêde dibe. Li gorî daneyên ‘Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di 2013’yan de 237, di 2014’an de 294, di 2015’an de 303, di 2016’an de 328, 2017’an de 409 û di 2018’an de jî 440 jin li Tirkiyeyê hatine qetilkirin û di 7 mehên ewil ên 2019’an de jî 245 jin hatine qetilkirin. Li dijî kuştin û tundijê li her derê jin daketine qadan û daxwaz dikin ku Peymana Stenbol û Qanûna Hejmar 6284 pêk bên.

‘BI AKP’Ê RE TUNDIYA LI JINÊ GIHIŞT ASTA HERÎ BILIND’

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê Ayşe Acar Başaran der barê tundiya li jinan axivî û diyar kir ku tundiya li jinan bi desthilatdariya AKP’ê re derketiye asta herî jor. Başaran da zanîn ku li Tirkiyeyê rengê tundiya li jinê hatiye guherandin û mirov dikare vê yekê jî weke wehşetek bi nav bike. Başaran anî ziman ku bi desthilatdariya AKP’ê re tundiya li jinan gihişt asta herî bilind û wiha axivî: “Sedema îstîsmar, tundî, tacîz û tecawiza li dijî jinan û zarokan polîtîkayên hikûmetê ne ku mêr diparêzin û ev rewş tundiya li dijî jinê her ku diçe asayî dike. Qetilkirina jinan a di demên dawî de rûyê rast ê siyaseta AKP’ê radixe li ber çavan. Siyasetmedar Hevrîn Xelef çima hate qetilkirin? Jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê tên qetilkirin ji bo çi tên qetilkirin, Hevrîn Xelef jî bi wî rengî hate qetilkirin. Mixabin hişmendiya dewletê heman e.” 

‘JIN DI HEDEFÊ DE NE’

Başaran bilêv kir ku li dijî jinên aştî û demokrasiyê dixwazin li her derê dinyayê êrîşek topyekûn tê meşandin û wiha pê de çû: “Birêz Ocalan dibêje, ‘Bandora ol ya li ser civakê û pêk anînên dewletê yên li ser civakê mudaxlekirina li jinan e’. Dema rejîmek dîkdator were avakirin, dewlet hêza polîs û leşkeran yê dijminê jinan diafirîne. Di civakê de bi destê mêr, hevjîn, bira û bav tundiyek li jinan pêk tê. Ev jî bi destê dewletê tê parastin û pêşxistin. Li tavahiya dinyayê siyasetek li dijî jinan tê birêvebirin. Li Tirkiyê ji dema AKP hatiye li ser desthilatê û vir de li dijî jinan polîtîkayên tundiyê birêve dibe. AKP, jinê weke pergalek xizmetkar ji bo hevjîn, bira û bav dide nîşan dan. Tevahiya jinên li Tirkiyê îro di hedefê de ne. Jinên rastî tundiya mêr tên, mixabin cihek parastina jinê nabîne. Di meha borî de 39 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Ev felaket e. Ji bo gelek jinan jî weke ku xwe kuştiye didin nîşan dan. Li Tirkiyê me jinên ku li pêş kamerayan gerdana wan hate jêkirin dît. Ji vê felaketê zêdetir tiştek din heye.”

‘DEWLET NAXWAZE JIN BIBE XWEDÎ ÎRADE’

Başaran da xuyakirin ku dewlet naxwaze jin di nava civakê de bibe xwedî vîn û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dema mirov betalî, krîza aborî, zagonên şaş, polîtîkayên kûrkirina şer, polîtîkayên perwerde û tenduristiyê yên şaş bîne ber hev, tev tundiya li jinê zêde dike. Di demek wisa de mêrê desthilatdar dixwaze hemû mafê jinê yê siyasî, aborî û civakî ji destê wê bigere û wê di malê de heps bike. Ev tundiyê kûrtir dike. Rayederekî hikûmetê li ser navê jinê dikare biryarê bide ku çend zarokan bîne. Vîna jinê ji destê wê digirin. Mehkûmî jiyana malê û bêdengiyê dikin. Li aliyekî tundî zêde dibe, li aliyê din berpirsiyarê tundiyê nayên cezakirin. Ev bêtir rê li pêş tundiyê vedike. Dewlet rêyên jiyanê li jinê asê dike. Jinên ku li hemberî vê yekê jî derdikevin ji aliyê mêr ve tên qetikirim.”

‘LI SER DESTKEFTIYÊN JINAN ÊRÎŞ HENE’

Di berdewama axaftina xwe de Başaran da zanîn ku li gel tundiyê destkeftiyên jinan jî hedefa deweletê de ye û ev tişt got: “Îro modela hevserokatiyê dibin metirsiyek mezin de ye. Ev model bi keda salan ya jinan hatiye bi destxistin. Sabahat Tuncel, Fîgen Yuksekdag û Gulten Kişanak îro di girtîgehê de ne. Li gel van hevalên me îro bi sedan jinên siyasetmedar di girtîgehan de ne. Dewlet ji bo hebûna xwe jinê weke astengî dibîne û ji bo vê yekê jî bê navber êrîş dike. Li Kurdistanê dema qeyûm hatin tayînkirin, karê ewil hemû saziyên jinan girtin. Dema jin xwedî li mafê xwe jî derdikevin bi riya darazê pêşî li wan tê girtin. Li gel dewletê daraz li malê qetilkirin.”

PEYMANA STENBOLÊ

Başaran bilêv kir ku li dijî tundiya li ser jinan divê jin xwe di hemû qadên jiyanê de bi rêxistin bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jinên feminîst, sazî û tevgerên jinan di hemû qadan de li dijî veguherîna hişmendiya tundkar bikevin dewrê û li qadên jiyanê ji bo rêxistinkirina jinan bikevin dewrê. Hikûmet polîtîkayek ji bo tundiya li ser jinan bi dawî bibe naafirinê û berovajiyê vê dibe sedama zêdebûna tundiyê. 

Tirkiye wek yek ji welatên destpêkê di sala 2011’an de Peymana Stenbolê mor û qebûl kir. Ji ber vê yekê jî timi pesnê xwe dida. Ji ber vê morkirinê di sala 2011’an de di asta herî kêm de jin hatin qetilkirin. Lê salên pişt re ji ber ku qanûna hejmara 6284’an û Peymana Stenbolê pêk nehatin qetilkirina jinan careke din zêde bûn.”