Beşdarên civîna KNK'ê: Li dijî tecrîdê divê em bibin yek

Nûnerên partiyan û rewşenbîrên tevlî civîna KNK'ê bûn, li dijî tecrîdê banga yekîtiyê kirin.

Nûnerên partiyên siyasî û rewşenbîrên tevlî civîna KNK'ê ya ji bo yekîtiya neteweyî bûn, ji ANF'ê re axivîn.

'DIVÊ EM BI CIHÊRENGIYÊN XWE LI HEV BICIVIN'

Hevseroka Partiya Guhertina Demokratîk Mizgîn Zêdan got, ji bo wan rewşeke hêja ye ku ji bo yekîtiya neteweyî bi siyasetmedarên Kurd re li hev dicivin û diyar kir, "Bi navê Partiya Guhertina Demokratîk em bang li Kurdan hemûyan dikin; werin em bibin yek û bi hev re tevbigerin. Li ser xeta hevpar em tevî cihêrengiyên xwe li hev bicivin. Li ser vê bingehê em dikarin kongreya xwe ya neteweyîp êk bînin. Kongreya Neteweyî wê ji bo Kurdan hemûyan bibe sîwanek."

Zêdan bal kişand ser pêşengiya jinan a ji şoreşa Rojava re û got, "Jin li Rojava, li Rojhilata Navîn dibin mînak û pêşengiyê ji civakê re dikin. Ji aliyê leşkerî ve jî YPJ li dijî dijminê me şer dike. Li dijî yên mîna DAÎŞ'ê dixwazin jinê bikin kole, em hebûna xwe diparêzin."

'TECRÎDÊ ŞERMEZAR DIKIM, LEYLA GUVEN SILAV DIKIM'

Mizgîn Zêdan tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven silav kir.

Zêdan got, "Meha Adarê ji bo jinan bi taybetî jî ji bo Kurdan gelekî girîng e. 8'ê Adarê li jinan hemûyan pîroz dikim. Bi taybetî ji ber keda Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinê, silav û hurmetên xwe jê re dişînim. Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikim." Zêdan bang li saziyên mafên mirovan hemûyan kir ku li dijî tecrîdê wezîfeyên xwe bi cih bînin.

'DAÎŞ JI ALIYÊ KURDAN VE TÊ QEDANDIN'

Sekreterê Giştî yê Partiya Çepgir a Kurdên li Sûriyeyê Mihemed Mûsa jî diyar kir ku li gorî demên bihurî êdî nêrîna li ser yekîtiya Kurdan a li Rojava û Sûriyeyê ber bi aliyê baş ve guheriye.

Mûsa bal kişand ser têkoşîna QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê û got, "Em vê berxwedanê ne tenê ji bo xwe dikin, ji bo gelên dinyayê hemûyî dikin. Çend terorîst li ser tevahiya dinyayê bûbû metirsiyek. Jin û mêrên ku li dijî her şêwe êrîşan rabûn, li dijî van terorîstên qirêj li ber xwe dan û ew qedandin. Ev rewş cihê hurmetê ye û divê were dîtin ku Kurd hêza bingehîn a têkbirina DAÎŞ'ê ye." Mûsa di vê çarçoveyê de bang li hêzên navneteweyî kir û got, "Di çareseriya siyasî de divê meseleya Kurd li cihê ku mafê wê ye bê bicihkirin û Kurd di çareserkirina pirsgirêkan hemûyan de hebin."

'DIVÊ DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ TECRÎDÊ JI HOLÊ RAKIN'

Mûsa bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Dewletên navneteweyî divê li ser bingeha berjewendiyan nêzî gelan nebin ku bi sedan salan bi hev re jiyane. Mînaka herî berçav a vê yekê jî Serok Ocalan e ku bi dehan salan li zindanê tecrîdkirî ye. Dewletên navneteweyî heta niha ti nerazîbûn nîşan nedan. Em bang li hêzên navneteweyî dikin; Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Sûriyeyê bikevin nava hewldanan, tecrîdkirina Serok Ocalan bi dawî bikin û dawî li zilma rejîma Tirkiyeyê bînin."

'BÛYERÊN DIQEWIMIN GELEKÎ GIRÎNG IN'

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê Dilwar Zenkî jî got, "Divê em zanibin ku ev hewldana KNK'ê ji bo me Kurdan firsendeke mezin e. Têkçûna DAÎŞ'ê bi destê hêzên YPG, YPJ û QSD'ê bû. Bûyerên ku niha diqewimin di asta dîrokî de girîng in. Bendewariya me ji partiyên tevlî vê civînê bûne ew e ku di vê dema dîrokî de wezîfeyên xwe bi cih bînin. Divê em bibin yek û mafên xwe bi dest bixin."

'EM XELEKA LI DORA SEROK OCALAN BIŞIKÎNIN'

Dilwar Zenkî bang li saziyên siyasî yên Kurdan, entellektuel û rewşenbîrên Kurdan kir ku bi hev re tevbigerin û got, "Divê em li ber tecrîda giran a li Îmraliyê rabin. Bang li her kesî dikim ku xeleka li dora Serok Ocalan hatiye danîn bişikînin. Ji bo li dijî rejîma Tirkiyeyê bisekinin, bang li wan dikim."