BERXWEDANA GELAN DI ROJA 5'AN DE YE

Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berxwedana dîrokî ya gelan roj bi roj mezin dibe.

02:33

Êrîşên qirker ên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome. Di êrîşa topan a çeteyan a li ser gundê Çetelê ya Dirbêsiyê de sivîlê bi navê Îzedîn Mehmûd El Yûsif bi giranî birîndar bû. Yûsif ê birîndar li Hesekê tê dermankirin.

01:34

 

23:53

 

23:53

 

23:40

 

23:08

 

23:02

Rûsya: Em bang li hemû aliyan dikin ku bila pêşiya kareseta mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibire.

23:02

Hêzên Ewlekariya Navxweyî di kîlometreya 7’an a rêya Dirbesiyê û Qîrewanê de şaneyeke DAÎŞ’ê girt a ku ji 3 çeteyên DAÎŞ’ê pêk tê.

23:01

Artêşa Tirk a dagirker li Serêkaniyê li qadên sivîlan dide.

22:36

Artêşa Tirk a dagirker bombe li tîma tenduristiyê ya dema di navbera Til Temir û Serêkaniyê de bû barand.

Hate ragihandin ku ji tîmên tenduristiyê yên ku ji bo birîndar digihandin nexweşxaneyê di tevgerê de bûn şehîd û birîndar bûne.

21:51

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ji bo hikumeta Sûriyeyê peywira xwe ya ewlehiya sînor pêk bîne, bi wan re peymanek hatiye çêkirin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de ev tişt hate diyarkirin: “Ji bo ku hikumeta Sûriyeyê peywira xwe ya ewlehiya sînor pêk bîne û ji bo ku li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk piştgiriyê bide QSD’ê peymanek hatiye çêkirin. Di çarçoveya peymanê de destûr hatiye dayin ku hêzên rejîma Sûriyeyê derbasî xeta sînor a Sûriye û Tirkiyeyê bibin.”

 

21:01

Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron diyar kir ku êrîşên dagirker ên Tirk xeteriya ‘Rê li ber rewşekî giran a mirovî’ û ‘alîkarîkirina ji nû ve derketina holê ya DAÎŞ’ê’ vebike.

19:53

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xeta înternetê hate birîn. Ajansa Nûçeyan a Hawarê a niha nikare weşanê bike.

19:09

 

19:04

 

18:24

 

17:50

Hunermenda pop a navdar a Emerîkî-Ermenî Cher got: “Leşkerên Tirk ji xwînê têr nabin.”

17:48

 

17:16

 

17:04

BIRÎNDARAN QETLÎAMA LI SERÊKANIYÊ RAKIRIN NEXWEŞXANEYA HESEKÊ

 

17:04

 QETLÎAMA LI SERÊKANIYÊ

 

 

 

 

16:43

Di êrîşa dewleta Tirk a li dijî Serêkaniyê de nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê Seed Ehmed şehîd bû. Nûçegihanê me Ersîn Çaksû û rojnameger Mehmet Ekîncî, Bîrcan Yildiz û Rojbîn Ekîn jî birîndar bûn.

16:42

Di êrîşa dewleta Tirk de ya li dijî Serêkaniyê li gorî agahiyên pêşîn 11 kes şehîd bûn û 74 kes jî birîndar bûn.

16:00

DÎMENÊN QETILKIRINA SIVÎLAN

 

15:44

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Mehmet Ekîncî li Serêkaniyê birîndar bû.

15:43

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker didome. Ji ber vê jî nikarin birîndaran rizgar bikin.

15:42

 

15:10

Artêşa Tirk a dagirker li konvoyekê da ya ku ji Cizîrê diçû Serêkaniyê. Gelek kes mirin û birîndar bûn. Ji hewa ve li konvoyê hate dayin. Rojnamegerên Fransiz û Brezîlyayî jî di konvoyê de ne.

14:46

Artêşa Tirk a dagirker careke din li gundên navçeya Tirbespiyê da. Artêşa Tirk li girekî dîrokî yê li gundê Til Şiîr da. Artêşa Tirk topan jî diavêje gundê Til Cihanê.

14:30

Ji ber êrîşa dewleta Tirk a li dijî Kobanê sivîlên bi navê Cemîl Ehmed Ehmed (65) û Rûhilat Yildiz (20) birîndar bûn.

14:28

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Li Eyn Îsayê 785 çeteyên DAÎŞ’ê reviyan.

14:18

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk û komploker hemû wê bên têkbirin û destnîşan kir, "Heta ku dagirker ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku jiyana azad û demokratîk lê ava bûye bên qewirandin wê berxwedan bidome."

14:02

QSD: Di 12'ê Cotmehê de bi giştî 87 dagirker hatin kuştin -NÛ BÛ

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di 12'ê Cotmehê de li eniyên Serêkaniyê, Girê Spî, Amûdê, Qamişlo û Dêrikê bi giştî 87 dagirkerên dewleta Tirk hatine kuştin.

13:34

Li Serêkaniyê 20 sivîl hatin rizgarkirin

Piştî ku artêşa Tirk hin malên li xeta sînor a li Serêkaniyê dagir kirin, şervanên QSD'ê herêm doh bi şev ji dagirkeran paqij kirin û 20 sivîlên ku ji bo nekevin destê artêşa Tirk xwe li jêrzemînên xaniyan veşartibûn rizgar kirin.

13:00

 

12:52

Li kampa Eyn Îsayê 895 çete reviyan

Çeteyên DAÎŞ'ê yên sûd ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wergirtin li kampa Eyn Îsa serî hildan. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî ji ANF'ê re ragihandin 895 çeteyên li kampê reviyan.

12:30

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan bi çekên giran bombeyan li gundên Bîloniye û Eyn Deqne yên navçeya Şera ya Efrînê dibarînin. Bi dehan top li gundan ketin.

12:06

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk Şemiyê li bajarên Bozano û Rovîgo yên Îtalyayê hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de pankartên ku dewleta Tirk şermezar dikin hatin hildan û dirûşmên "Erdogan terorîst", "Kujer Erdogan" hatin qîrîn.

11:54

Ji bajarê Qamişloyê bi sedan kes bi qîrîna dirûşmên berxwedanê li dijî dagirkeriyê diçin Serêkaniyê.

11:53

Rewşenbîrên cîhanê piştevaniya xwe ya Rojava diyar kirin

Bi sedan rewşenbîrên ku li cîhanê navdar in û kolektîf piştevaniya xwe ji bo Rojava nîşan dan, ku niha êrîşên dagirkeriya qirker a dewleta Tirk li ser tê kirin.

11:52

Çavkaniyên herêmî dibêjin, li girtîgeha li Eyn Îsayê ku çeteyên DAÎŞ'ê lê ne, çeteyan girtîgeh şewitandine û reviyane.

11:35

Li navçeya Çîglî ya Îzmîrê Platforma Yekîtiya Têkoşînê pankarta bi nivîsa "Li Kurdistanê wê gel bi ser bikevin" hildan û dirûşm qîriya. Li Karakoy û Kadikoy ên Stenbolê nivîsên "Li dijî dagirkeriyê şerê çînî geş bikin" hate nivîsandin.

11:12

Rêveberiya Xweser ji bo DAÎŞ'iyên reviyayî mudaleya lezgîn xwest
Rêveberiya Xweser banga lezgîn li Meclisa Ewlehiyê, Koalîsyona Navdewletî, Komkara Erebî û Yekitiya Ewropayê kir ku şer ber bi wan kampan ve diçe, ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê lê dimînin. Her wiha diyar kir ku heger rewş ji bin serweriya wan derkeve dê xetereyê li ser tevahî cîhanê çêke.

 

11:09

Li herêma pîşesaziyê ya Serêkaniyê, şervanên QSD'ê di şer de gelek wesayitên leşkerî û makîneyên kar ên artêşa Tirk  dagirker û çeteyên wan rûxandin.

10:58

Kurdan tevî dostên xwe li bajarê Helsîngborg ê Swêdê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyek pêk anîn.

10:50

Şervanên QSD`ê li herêma pêşesazî ya Serêkaniyê derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dan, di encamê de 7 çete hatin kuştin û panzêrek jî hate teqandin. Li çerxreya Mîtan jî şer giran e.

10:34

Li bajarê San Dîego yê eyaleta Kalîforniya ya DYE'yê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk çalakiyeke şermezarkirinê pêk hat. Çalakî li pêşiya Federal Bûîldîngê pêk hat û Kurd û dostên wan tevlî bûn. Yekşemê jî wê saet 12'an li pêşişya Konsolosxaneya Tirk a li Los Angelesê çalakiyeke şermezarkirinê pêk were.

 

10:32

Dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi rêya pira seyar a ji Karkamişê aniye Cerablûsê di ser çemê Firatê re derbasî gundên rojavayê Kobanê bibe.

10:25

Rêveberiya kampa Eyn Îsayê piştî ku balafirên artêşa Tirk a dagirker herêmên nêzî kampê bombebaran kirin û jiyana bi deh hezaran kete xeteriyê, dest bi valakirina kampê kir.

10:13

Bi dehan ciwanên Başûrê Kurdistanê berê xwe dan eniya berxwedanê. Li gorî nûçeya RojNewsê ji herêmên Şêladizê, Zaxoyê, Silêmaniyeyê, Duhokê, Germiyanê, Kerkûkê û Hewlêrê bi dehan ciwan ji bo tevlî berxwedana dijî dagirkeriya Tirk bibin derbasî Rojava bûn. Li gorî heman çavkaniyê gelek ciwan jî amadekariyan dikin ku tevlî seferberiyê bibin.

10:09

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li gundê Til Bêder ê navbera Dirbêsiyê û Hesekê xistin. Tê gotin ku ji ber bombardûmanê hin kes birîndar bûne.

10:08

Kurdên li herêma Tîmonye ya bajarê Saratovê yê Rûsyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava şermezar kirin. Endamê Meclîsa Gel a Tîmoniyeyê Îsmaîl Yûsûbov li qada çalakiyê axivî û got, "Dewleta Tirk li Rojava sûcê şer dike û hiqûqa navneteweyî jî li pêşberî vê yekê bêdenge. Di serî de Rûsya divê hêzên navneteweyî zextê li dewleta Tirk bikin ku komkujiyan neke."

09:46

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan hewl dan xwe bigihînin kampa koçberan û kampa ku malbatên DAÎŞ'iyan lê ne yên li herêma Eyn Îsayê, lê belê ev hewldan û êrîşa wan hate têkbirin.

09:37

Dîmenê eniya Serêkaniyê

 

09:31

Rojnamevanê me Ersîn Çaksû ji Serêkaniyê ku şer lê giran e radigihîne. Çaksû diyar kir şerekî giran heye, şervanên QSD'ê hemû êrîş şikandine û windahiyên giran bi dagirkeran dane.

Çaksû got şervan bi moralekî zêde şer dikin. Va ne yên ku ketine ber kamerayên me.
 

09:16

Li herêma Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê îro saet 11.0'an ji bo Rojava wê xwîn were dayin, kampanyaya Benqeya  Xwînê wê were destpêkirin. 

09:14

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Hevseroka Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef bi bîr anî û destnîşan kir ku şehadeta Hevrîn ji bo wan fermana berxwedanê ye.

09:05

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li kampa koçberên li Eyn Îsayê dibarînin.

08:37

Karayilan: Di vê serdema dîrokî û krîtîk de, çi kesê ji xwe re dibêje, 'mirov im', 'demokrat im', çi Fars,çi Ereb, çi Tirk be, çi jî ji gelên cîhanê be, çi kesê ku dibêje, 'demokra im' û alîgirê azadî, demokrasî û mafê mirovan e divê li dijî vê dagirkeriya alçaxî û nemerdî ya faşîzma AKP-MHP'ê bisekine, xwedî li vê berxwedaniya mezin derkeve û berxwedanê geş bike. Niha em dibînin ku pêvajoyeke wiha geş dibe. Ji ber vê siberoj û serfirazî wê ya gelên berxwedêr be. Ê ku wê winda bike û têk biçe wê dewleta Tirk be. Li ser vê bingehê di serî de slavê ji bo gelê me yê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dişînim, serkeftinê ji wan hemûyan re dixwazim.

08:36

Karayilan: Hemû gerilayên azadiya Kurdistanê jî vê pêvaoya derasayî we bişopînin. Di vê demê de bi wêrekî û afirîneriyê hewceyî bi nêzîkatiyên derasayî heye. Ez wiha difikirim ku gerîlayên azadiya Kurdistanê HPG û YJA Star di vê serdema dîrokî de wê berpirsyariya ku ketî ser wan bi cih bînin. Bêguman wê vê bi rê û rêbazên rast, bi plan, bi bêhna fireh û biaqil bikin. Bi vî rengî wê destekê bidine Berxwedana Cenga Rojava, li eniya paş a dijmin wê hesab ji dagirkeriyê bipirse. 

08:32

Karayilan: Nexasim ciwanên me yên li Bakurê Kurdistanê û ciwanên me divê di vê pêvajoya dîrokî de tenê temaşe nekin û ew jî bi rola xwe ya dîrokî ya ku ji wan tê hêvîkirin rabin. Ji ber vê jî hewceyî pê tine ku ji ti kesî tiştekî hêvî bikin, divê bi xwe insîyatîvê bi kar bîne, teqez divê gavên nû bavêje û ez pê bawer im ku wê bikin jî. Ciwan hem divê tevlî nav gerîla bibin û hem jî kuçeyan bikin meydanên şer ên serhildana gel. Hêviya me ji gelên me, ji jin û ciwanan ev e.

08:31

Karayilan: Gelê Bakurê Kurdistanê jî di vê pêvajoyê de divê bi rola xwe rabe. Li Bakurê Kurdistanê jî, di serî de Amed û Botan her kes divê bi berpirs rabe. Em pê dizanin ku li ser gelê zexteke giran a polîsan heye. Lê divê em hemû zanibin kêr gihaye hestî, ti gotineke ku were kirin nemaye û roj roja pratîkê ye. Ji ber vê divê her kes polîsan astengiyan bişkîne û tevbigere.

08:30

Karayilan: Geşedanên li hemû parçeyên Kurdistanê nîşan didin ku gelê me yê li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, siyasetmedar hay ji vê heqîqetê hene û ji ber ve jî giyanê yekîtiya netewî a bilind geş bûye. Em bi hurmet pêşwaziyê li geşbûna yekîtiya netewî ya bi vê astê dikin û bêguman em jî parçayek ji vê ne. Di vê rêye de çi ji me were xwestin em hazir in ku bikin.

08:29

Karayilan: Ev şer ne tenê yê Rojava û gelên Bakur - Rojhilatê Sûriyê ye. Li dijî barbariya dewleta Tirk a mêtingriya qirker a faşîst, bi pêşengiya gelên Kurd û Ereban, Tirk jî di nav de şerê parastina hebûn û azadiya hemû gelên herêmê ye. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê, li dijî hovîtiya çeteyên DAÎŞ û El Nûsra berxwedaniyeke ji bo rûmeta mirovahiyê ye.

08:25

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan şêniyên ku ji bo xwedîderketina li berxwedanê li Girê Spî bûn û piştre ji bajêr derdikevin dikin hedef.

08:20

Karayilan: Divê gelê me qet netirse û kes warê xwe neterikîne. Divê şaşitiya li Efrînê hate kirin kes neke, divê gelê me bi ti deverê ve neçe û her kes li mala xwe, li kolan û bajarê xwe bimîne. Ev yek gelekî girîng e û stratejîke. Ji ber ku taktîka bingehîn a dijmin li ser vê bingehê ye û divê di vê çarçoveyê de bê têkbirin. Divê em zanibin ku dijmin bi bombardûmaneke giran û şerê psîkolojîk dixwaze gelê me koçber bike û herêmê ji gel xalî bike. Divê her kes bi vê rastiyê zanibe, li gorî vê yekê tevbigere û li dijî şerê psîkolojîk ê dijmin hişyar be.

08:18

Karayilan: Taktîka bingehîn a dijmin ew e ku mirovên li herêmê koçber bike û bajaran vala bike. Ji ber vê yekê li derdora gundan û bajarn dixe, dixwaze gel bitirsîne û koçber bike. 

08:17

Karayilan destnîşan kir ku gelê Rojava di nava berxwedaneke mezin de ye û got, "Bêguman ne karekî hêsane ku berxwedan di vê astê de bê kirin. Vê berxwedanê ji dil hîs dikin û dijîn. Mîna ku min beriya niha got, em timî bi gelê xwe re ne. Her berxwedan xwedî zehmetî û berdêlane. Gelê me jî di pêvajoyeke vî rengî ya berxwedanê de ye. Çar roj in berxwedaneke gelekî mezin û pîroz tê kirin. Li wê deverê dîrok ji nû ve tê nivîsandin. 

08:16

Karayilan: Dewleta Tirk a dagirker û faşîstên qirker hovîtiyê li gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, bi rengekî bêperwa êrîş dikin û şehadet rû didin, fedakariyeke mezin tê kirin û barê gelê me giran e. Lê belê dijminê li hemberî me dijminekî welê ye ku di nava xwe de xwedî pirsgirêkên giran e, di nava krîzê de ye û li dinyayê bi tena serê xwe maye. Em bawerin ku ev rastî wê Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi ser bixîne. Di Berxwedana Cenga Rojava de wê ne faşîstên Tirk ên qirker, lê belê gelê Kurd û gelên herêmê bi ser bikevin.

08:15

Karayilan: Hêzên koalîsyonê di daxuyaniyên xwe de diyar dikin ku ew li dijî dagirkeriyê ne. Eger bi rastî jî li dijî vê dagirkeriyê ne wê demê bila qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dewleta Tirk bigirin. Dikarin vê bikin, ji ber ku di kontrola wan de ye. Eger vê bikin wê hingî hevsengiya şer biguhere hem jî wê dewleta Tirk nikaribe bi rengekî hovane êrîşî sivîlan bike. Eger vê nekin wê demê ev hêz samîmî nînin, durû ne. 

08:14

Karayilan anî ziman ku artêşa Tirk a mêtinger tevî çeteyên El Nûsra, DAÎŞ û yên ji ber El Qaîdeyê mane êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û got, "Ev êrîş ji bo rizgarkirina DAÎŞ'ê ji tinebûnê ye. Di vê çarçoveyê de dema mirov binirxîne hingî êrîşeke ku li dijî tevahiya mirovahiyê ye.

08:13

Karayilan: Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên tevahiya dinyayê li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyaseta xwe ya qirker bi rengekî hovane dimeşîne. Şerekî bêhevsengî û bêpîvan dimeşîne. Li aliyekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ku ji bo şeref, rûmet, hebûn û azadiya xwe bi çekên di destê xwe de li ber xwe dide, li aliyê din jî dewleteke barbar heye ku teknîka pêşketî ya serdemê pê re ye. Şerekî bi vî rengî yê bê edalet heye.

08:11

Karayilan: Berxwedana Cenga Rojava wê bi ser bikeve

Mûrat Karayilan: Divê her kes li dijî vê dagirkeriya namerd a faşîzma AKP-MHP'ê raweste, berxwedana pîroz mezin bike. Rojên bê û serketin wê ya gelan be. Ya têk biçe wê dewleta Tirk a faşîst be. Berxwedana Cenga Rojava wê bi ser bikeve.

08:11

Piştî ku artêşa Tirk û çeteyên wan li Silûkê êrîşî personelên tenduristiyê kirin, di navbera wan û şervanên QSD'ê de şerekî dijwar qewimî.

08:11

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan li ser rêya navbera Girê Spî û Silûkê du ambûlans kirin hedef û du personelên tenduristiyê revandin.

Li Serêkaniyê di navbera artêşa Tirk a dagirker û QSD'ê de şerekî dijwar diqewime. Şer bi giranî li herêma pîşesaziyê diqewime. Şervanên QSD'ê berxwedaneke mezin dikin.