BERXWEDANA GELAN A LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DIDOME

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berxwedana gelan bi biryardarî didome.

23:28

Fermendarê Giştî ya Hêzên Sûriye Demokratîk  (QSD) Mezlûm Ebdî ji kanal El-Erebiye re axivî û ev got: "Weke hûn dizanin me hemû hêzên xwe ji bajarê Serêkaniyê kişand. Me duh hejmarek ji hevalên xwe yên birîndar ji bajêr kişand û îro jî me tevahiya hêzên xwe tevî hejmara mayîn ji birîndaran kişand. Bi vê şêwazê me lihevkirin pêk anî û hêzên xwe ji herêmên di lihevkirinê de diyar in kişand. Lê hîna herêmên din di rewşa pêkanînê de ne. Lê em dixwazin bêjin dewleta Tirk ji aliyê xwe lihevkirin pêk neanî û hîna êrîşên xwe didomîne."

Ebdî wiha domand: "Niha rewş bi vî şiklî ye. Helwesta Emerîka û Tirkiyê cuda ne. Tişta ku Emerîka ji me re girêdayî lihevkirinê ragihandiye me pêk anî. Lihevkirin girêdayî Serêkaniyê û Girê Spî bû û herêmên din ne di nav de ye. Tişte ku me erêkirî ye agirbesta li ser tevahiya sînorên bakurê Sûriyê bi Tirkiyê re ye û herêmên me ji Tirkiyê re ne tehdîd bin. Hêzên me ji bajarê Serêkaniyê û herêmên di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de heta bighêje rêya navdewletî vekişe, ev tişt niha em pêk tînin. Li beramberî wê dema em vê gavê davêjin dewleta Tirk agirbest li ser dirêjahiya sînor radighîne. Li ser vî tiştî me qebûl kir û 13 nuqteyên ku di çapemeniyê de hatin belavkirin ti agahiyên me li ser wê tune ne. me tiştek di vî warî de negot. Ne gengaze em pê qebûl bikin. ji bo vê herêmê divê danûstandin û lihevkirin hebin.  Divê hêzên navneteweyî derbasî vê herêmê bibin ji bo ku rê li pêşiya pêkhatina komkujiyekê der heqê gelên herêmê de bigirin. Divê pêşeroja vê herêmê di çarçoveya çareseriyek giştî de diyar bibe."

'DIVÊ DEWLETA TIRK JI HERÊMÊ DERBIKEVE'

Herî dawî Ebdî ev got: "Ne gengaze em vê qebûl bikin. Ne gengaze her sûriyek niştîmanî vî tiştî qebûl bike û heta kurd jî wê qebûl nakin. Divê dewleta Tirk ji herêmê derkeve, têkiliya wê bi Rojava û Sûriyê tune ye. Ew behsa mekanîzmeya ewlehiya sînor dikin. Ev tişt gengaze ku mirov li ser nîqaş bike û lihev bike. Lê wek dagirkeriyek daîm bimînin ev nayê qebûlkirin. DiVê her Sûriyek welatparêz banga derxistina wan ji axa xwe bikin."

23:24

 

20:40

Gelên Şehba û Efrînê li dijî êrîşan daketin qadan û diyar kirin ku wê heta serkeftinê li ber xwe bidin.

 

20:37

Artêşa Tirk a dagirker topan diavêje gundê Zormexarê yê Kobanê û bi çekan giran li nava gund dide.

17:51

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîyel diyar kir ku di çarçoveya agirbestê de wan hemû hêzên xwe yên li Serêkaniyê vekişandine.

17:50

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li Dijî DAÎŞ’ê yê DYE’yê Brett McGurk got ku “Ji bo ku DAÎŞ ji Tirkiyeyê neçe Sûriyeyê me ji Tirkiyeyê xwestibû ku sînorê xwe bigirin. Lê Tirkiyeyê vê daxwaza me red kir.”

17:50

Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li Dijî DAÎŞ’ê yê DYE’yê Brett McGurk got ku “Ji bo ku DAÎŞ ji Tirkiyeyê neçe Sûriyeyê me ji Tirkiyeyê xwestibû ku sînorê xwe bigirin. Lê Tirkiyeyê vê daxwaza me red kir.”

17:50

Li gorî nûçeya ANHA’yê Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîel diyar kiriye ku bi navbeynkariya DYE’yê wan di çarçoveya agirbesta bi Tirkiyeyê re, hemû hêzên xwe yên li Serêkaniyê vekişandine.

17:10

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifat a Şehbayê û gundên Minix û Şewarxe yên Şeraya Efrînê bomberdûman dike.

17:09

Konvoya sivîlan a ku ji Serêkaniyê derketibûn, gihiştin Hesekê. Ambûlansên ku birîndar ji Serêkaniyê derxistibûn jî gihiştin nexweşxaneyên li herêmê. Birîndar li van nexweşxaneyan birînên wan tên dermankirin.

15:59

Nasnameya 16 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin eşkerekirin

 

15:35

Tîma fûtbolê ya Swêdê Hammarby û ya Hobro Ik a Danîmarkayê diyar kirin ku ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê ew ê kampên xwe yên li Tirkiyeyê betal bikin.

15:07

Şervanên QSD’ê Welîd Xalid (Welîd Hesekê) û Mihemed Salih (Hemê Reş) yên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn li Amûdê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

15:06

Gerîlayên HPG/YJA Star li Xakurkê û Ebexê rêze çalakî kirin. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 13 leşkerên Tirk hatine kuştin.

13:45

MSD’ê bi rêya civîneke çapemeniyê sûc û binpêkirinên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derheqê şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne, bi wêne û belge nîşan da û bang li şandina şandeyên pispor kir ku sûcên ku hatine belgekirin, lêpirsîn bike.

13:31

SERÊKANIYÊ

"Artêşa dagirker a Tirk li gundewarên Serêkaniyê navber neda liv û tevgerên xwe û li hinek Herêman amadekariyên êrîşê kir. Li gundên el-Hebeş û Şikêriyê komên çete yên artêşa dagirker xwestin êrîş bibin li ser çeperên şervanên me. Komên çete bi çekên giran û seyareyên zirxî li hinek xetan êrîşî yekîneyên me kirin. Hêzên me di encama parastina rewa de bersiv dan van êrîşan û di encam de pevçûn qewimî. Di encama bersivdana hêzên me de êrîşa çeteyan hate şikandin. Artêşa dagirker piştî vê herêmê topbaran kir.

Her wiha, tevî biryara agirbestê jî artêşa dagirker amadekariyên xwe yên êrîşkirina li ser xetên Til Xenzîr û Elok jî berdewam kir û li ser sînor hejmarek ji çeteyan kom kir.

Di encama êrîşên artêşa dagirker û komên çete û êrîşên hewayî yên bi drone, 16 rêhevalên me şehîd ketin û 3 rêhevalên me jî brîndar bûn."

13:31

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî 'agirbestê' jî hêzên dagirker êrîşên xwe li dijî hêzên wan didomînin.

Li gorî daxuyaniyê, encama êrîşên roja 11'an a dagirkeriya dewleta Tirk wiha ye:

13:22

 

12:50

Aldar Xelîl îşaret pê kir ku qebûlkirina wan ji agirbestê re li ser çareseriyê û ne li ser şer e û got çareserî ku niha tê qebûlkirin, vekişandina dewleta Tirk a dagirker û çeteyê wê û belavkirina hêzên parastina aştiyê yên girêdayî Dewletên Neteweyên Yekbûyî(NY), ye.

12:35

Beriya kêliyekê Heyva Sor a Kurd derbasî keleha berxwedanê, bajarê Serêkiyê bû, da ku birîndarên sivîl ên di encama topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê de, birîndar bûbûn xelas bikin.

12:13

Hêja Serxwebûn: Agirbest nîne, êrîşên xwe didomînin

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe didomîne. Şervana YPJ'ê Hêja Serxwebûn got, "Agirbest nîne. Êrîşên xwe didomînin, lê nikarin bi berxwedana me."

11:12

Divê heyeteke serbixwe çekên ku dewleta Tirk bi kar anîn lêkolîn bike!

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Foza Yûsif diyar kir ku li gorî agahiyên li ber destê wan, dewleta Tirk çekên qedexekirî bi kar aniye û got, "Divê heyeteke serbixwe mijarê lêkolîn bike."

09:10

 

09:09

Endamê Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şîrîn got armanca sereke ya dewleta Tirk ew e ku kaosê kûr bike û xaka  Sûriyê tevî nav xaka xwe bike.

08:19

Li ser banga Defend Rojava duh di serî de Ewropa li gelek welatên cîhanê Kurdistanî û dostên wan daketin qadna, êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.

08:18

Rewşenbîr û baroyên Fransayê xemsariya dewletên rojavayî ya li pêşberî êrîşên dagirkeriyê yên li dijî gelên Rojava rexne kirin û nameyek ji Serokkomar Emmanûel Macron re nivîsîn.

08:17

Ozdemîr: Divê YE guşaran li ser Tirkiyê giran bike

Berdevka Partiya Çepgira a Parlamentoya Hambûrgê Cansû Ozdemîr got li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên li Rojava divê YE zêdetir xwedî biryar be û guşarên li ser Tirkiyê girantir bike.

08:17

Yuksekdag: Li Rojava zordarî û mafdarî li dijî hev şer dikin

Yuksekdag: Dibe ku hûn xurt bin, lê hûn ne mafdar in. Li Rojava zordarî û mafdarî şerê hev dikin. Desthilatdariya qesrê ya AKP'ê û lobiya şer a li dora wê kom bûye, hewl didin xwe bi zorê mafdar nîşan bidin, lê nikarin.

08:16

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike û got, " Li dijî vê dagirkerî û qirkirinê pêwîst e gelê Kurd bi her şêweyî li ber xwe bidin û welatê xwe terk nekin."

Dewleta Tirk a dagirker bi hawan û obusan gundê Qizilî yê Eyn Îsayê bombardûman dike. Her wiha balafirên şer li herêmê digerin.