Berxwedana Efrînê berxwedana gelên Rojhilata Navîn e

Ti hêz nikare îradeya gelê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê teslîm bigire. Gelên ku ji bo azadiya xwe berdêlên giran dan, ji niha û pê ve jî wê îradeya jiyana azad û demokratîk li hemberî her hêzê biparêzin.

Desthilatdariya AKP-MHP´ê dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan di her firsendê de nîşan dide. Wê li ser piyan hiştina desthilatdariya xwe jî bi dijminatiya gelê Kurd ve girêdaye.Tevehiya desthilatdariyên faşîst ji bo ku ser pirsgirêkên xwe yên hundir bigirin û desthilata xwe dewam bikin, dijminan diafirînin. Dijminê desthilatdariya AKP-MHP´ê jî bi vî rengî dibin Kurd. Li nava Tirkiyeyê ji xwe bi awayî herî eşkere dijminatiya Kurdan dike. Dijminatiya xwe ya li dijî Başûrê Kurdistanê jî di dagirkirina Kerkûkê de nîşan dabû. Dixwaze dijminatiya xwe ya li dijî Rojava jî bi dagirkirina Efrînê dewam bike.

Yek sedema daxwaza wê ya dagirkirina Efrînê heye, ew jî dijminatiya Kurdan e. J ber vê jî, ev şer ne tenê dagirkirina Efrînê ye; şerekî li dijî tevahiya Kurdan e. Lewma jî ne tenê Kurdên Rojava, divê Kurdên li Bakur, Başûr, Rojhilat û derveyî welêt jî li ber vê dagirkeriyê rabin, li cem berxwedana gelê Efrînê cih û refê xwe bigirin. Nabe ku ev berxwedan tenê li ser milê gelê Efrînê û şervanên li wê derê bê hiştin. Berxwedana Efrînê divê bê veguherandin berxwedana gelên Sûriyeyê, gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê li dijî faşîzmê û tevhiya dagirkeran. Heger berxwedana Efrînê bigihîje asteke bi vî rengî, hewldana dagirkeriya faşîzma AKP-MHP´ê wê bi têkçûnê bi encam bibe. Heger faşîzma AKP-MHP´ê li vir bê şikandin, çarenûsa tevahiya Rojhilata Navîn wê biguhere. Ji ber ku li Rojhilata Navîn keleha paşverûtî û zilmê Tirkiye ye ku tifaqa AKP-MHP´ê lê desthilatdar in. Lewma, maneya têkçûna faşîzma AKP-MHP´ê wê bibe serketina tevahiya gelên Rojhilata Navîn.

Faşîzma AKP-MHP´ê hem dijminatiyê gelê Kurd dike, hem jî naxwaze Sûriye demokratîk bibe. Ew li Sûriyê bipêşketina demokratîkbûneke li ser bingehê xweseriya Kurdan weke dawî hatina li desthilatdariya xwe dibînin. Dijminatiya li Kurdan a desthilatdariya AKP´ê êdî bûye dijminatiya li demokrasiyê. Lewma, têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP-MHP´ê, têkoşîna demokratîkkirina Rojhilata Navîn e. Berxwedana Efrînê jî têkoşîna demokratîkbûnê ye. Heger berxwedana Efrînê serketî bi rê ve biçe, hingê çawa encaman rûda bi şikestina faşîzm Hitler li Stalingradê, wê encamên bi rengê wê derkevin holê. 

Li deverên nêzî Efrînê çar hêz hene. Ev jî rejîma Sûriyê, Rûsya, Tirkiye û çeteyên ser bi Tirkiyeyê yên dijminê mirovahiyê ne. Tirkiye û çeteyên girêdayî wê jixwe dijminê Kurdan in. Tayyip Erdogan eşkere kiriye ku ew ê dagirkirina Efrînê bi çeteyan re bike. Ew ê van çeteyan weke cileke sergirtinê ji bo dagirkirina Efrînê bi kar bîne. Dewleta Tirk nebe, ev çete nikarin ti tiştî bikin. Ji ber ku ev çete di hemû şerên bi berxwedêrên Kurd re şikestin.

Hîna ne diyar e, Rûs û rejîma Sûriyê ya li dewrûbera Efrînê wê bibin xwedî helwêsteke çawa. Lê belê ew a ku Erdogan bi dengê bilind dipeyive, nîşan dide çawa dengê xwe li dagirkirin Cerablusê nekirin, wê xwe li dagirkirina Efrînê jî kerr û kor bikin. Rûsya heta bi demeke kurt jî bi Kurdan re têkilî datanîn. Di demekê de ku dewleta Tirk dagirkeriyê bike, Rûs li wê deverê têkiliyan bi Kurdan re qut bikin, ev yek wê Rûsyayê ne tenê ji bo Efrîniyan lê belê ji bo tevahiya Kurdên Rojava bike aliyekî bawerî pê nabe. Heta, ev ê wisa bê dîtin ku Rûsya û rejîmê di ser Kurdan re bajarên qirêj kiribin. Ev jî wê li seranserê Sûriyê têkiliya Kurdan bi Rûsan û rejîma Sûriyê re bike têkiliyên bi pirsgirêk.

Kurdan timî di çarçoveya yekîtiya Sûriyeyê de xwest pirsgirêka Kurd li Sûriyeyê bê çareserkirin. Yek armanca şoreşgerên Rojava heye, ew jî çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîkbûna Sûriyeyê ye. Ji ber vê yekê, niha di nava Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê de tevî Ereban bi hevparî sîstemeke demokratîk ava kirine. Heta pirraniya şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî hêzên Ereb in. Ev rastî bi xwe jî nîşan dide ku Kurd û projeya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ne proje û modeleke parçekirinê ye. Ti kes nikare îdîa bike ku Kurd wê Sûriyeyê parçe bikin.

Kurd li Rojava jî li Efrînê jî bi tenê dixwazin bigihêjin jiyana azad û demokratîk, li ber xwe didin. Li derveyî vê ti armanca wan nîne. Ji ber vê yekê, tevahiya gotegotên dibêjin, parçe dikin, filanî-bêvanê dikin, lihevhatine anîn, derew in.

Ya ku DYA anî Sûriyeyê jî DAÎŞ e. Ya ku DAÎŞ kire bela serê dinyayê jî Tirkiye ye. Heger ji Tirkiyeyê destek wernegirta, DAÎŞ ne li Sûriyeyê, ne li Iraqê ne jî li devereke din di vê astê de xurt dibû û dibû bela serê dinyayê. Yên ku kir ku ev çeteya dijminê mirovahiyê êdî ne belaya serê dinyayê be jî Kurd in. Ji ber vê yekê koalîsyona li dijî DAÎŞ´ê damezrandî neçar ma ku di şerê li dijî DAÎŞ´ê de desteka hewayî bide.  

Kurdan li Sûriyeyê bi hêza xwe bi xwe şoreş kir. Wan bi hêza xwe bi xwe li ber xwe da. Bi hezaran şehîdên wan çêbûn. Li Rojava bi têgeha sosyalîzma demokratîk, sîstemeke demokratîk konfederal a xwe disipêre civaka demokratîk, ava kirin. Ji ber vê jî heger mirov danîna hin têkiliyan ji ber şerê li dijî DAÎŞ´ê yên DYA´yê bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên li Bakurê Sûriyeyê re weke wê yekê bide nîşan ku Şoreşa Rojava û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê sîstemeke siyasî ya li ser xeta DYA´yê ye, hingê ev berevajîkirina rastiyan e. Li Rojava weke alternatîfa modernîteya kapîtalîst, li ser xeta demokratîk sosyalîst modernîteya demokratîk tê avakirin. Ti hêz nikare îradeya gelê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê teslîm bigire. Gelên ku ji bo azadiya xwe berdêlên giran dan, ji niha û pê ve jî wê îradeya jiyana azad û demokratîk li hemberî her hêzê biparêzin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA