Berpirsê darayî yê DAÎŞ’ê ji aliyê QSD’ê ve hate girtin

Di encama operasyoneke ya Yekîtneyên Antî-Teror ên QSD’ê de yek ji berpirsên darayî yên DAÎŞ’ê çeteyê bi navê ‘Ebû Rifaa’ hate girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên wan ên Taybet (YAT) di çalakiyekê de serçeteyekî DAIŞ‘ê b I navê "Ebû Rifaa" girte.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Piştî komkirina agahiyên istîxbaratî û şopandinê, aliyên têkildarî dikarîn cihê terorîst Ehmed Mihemed bi nasnav Ebû Rifaa diyar kirin. Ebû Rifaa di nav herêmeke tijî sivîl de xwe veşartibû da ku jiyana wan bixe xeteriyê. Yekîneyên Antî-Teror, bi çalakiyeke taybet û bi baldarî da ku sivîl nebin hedef, terorîst Ebû Rifaa girt.

 Ebû Rifaa wekî berpirsê darayî yê DAIŞ‘ê hatibû erekedarkirin. Her wiha gelek belge pê re hatin desteserkirin ku şaneyên DAIŞ‘ê eşkere dikin.

Hêzên me spasiya şêniyên herêmê dike yên ku bi awayekî mezin di operasyonê de bibû hevkar."