'Bêdengî rê li ber êrîşên mezintir vedike'

Aliyên siyasî yên li Kerkûkê êrîşa li ser Mexmûr û Şengalê şermezar kirin û gotin, divê hikumetên Iraqê û Kurdistanê dengê xwe li hember êrîşan bilind bikin

Duh berpirsên peywendiyên aliyên siyasiyên Kurd ên li Kerkûkê, bêyî amadebûna PDK’ê li navenda Partiya Komunîsta Kurdistanê ya li hev Kerkûkê kom bûn. Di kombûnê de rewşa ewlehî, pirsgirêkên çandinî yên cotyaran li bajêr hate nîqaş kirin û destwerdana sefîrê Tirk li Kerkûkê jî hat şermezarkirin.

Her wiha bi daxuyaniyekê êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê hatin şermezarkirin û li ser 5 bendan ku bi hev re tevbigerin, li hev kiribûn.

Rêveberên aliyên siyasî bi rêya ANF'ê nerazîbûnên xwe anîn ziman û bang kirin:

'DEWLETA TIRK DIJMINAHIYÊ LI HEMÛ KURDAN DIKE'

Sekreterê Ofîsa Tevgera Goran Mihemed Nesredîn: Em Tevgera Goran a li Kerkûk êrîşa li ser Kerkûk û Mexmûrê bi tundî şermezar dikin. Divê berî hikûmeta Iraqê hikûmeta Herêma Kurdistan ev êrîş şermezar bikira. Dewleta Tirk bi vê êrîşî dijminahiyê li Kurdan û dostên wan dike. Bi hevkariya van nokeran êrîşî ser Kurdan dike û xiyaneta niştimanî û neteweyî dikin. Divê li dijî van hemû êrîşan helwesta her kesî diyar û zelal be. Her wiha divê aliyê siyasî zextê li hikûmeta Herêma Kurdistan bike ku vê êrîşê şermezar bike û dengê xwe li ber bilind bike.

'ŞERMEZARKIRIN TÊRÊ NAKE'

Berpirsyarê Hîzbî Şîa ya Kurdistanê ya Kerkûk Şêx Sedîq: Dewleta Tirk û Îran ev demek dirêj e sînorên herêma Kurdistan û Iraqê derbas dikin û bi balafirên şer jîngehên welatiyên sivîl topberan dikin. Şermezarkirina êrîşan a ji aliyê hikumeta Bexdayê ve netêrker e. Divê hikumeta Iraqê li ser vê mijarê biçe gel Îran û Iraqê bicive. Ji ber li gorî rêgezên navneteweyî ti hêz nikare serwerî û sînorê welatekî din derbas bike û bi balafiran sivîlan qetil bike. Divê civaka navneteweyî li hemberî vê rabe. Em Hîzbî Şîa Kurdistan van êrîşan şermezar dikin.

'ÎRO BÊDENGÎ SIBE ÊRÎŞÎ KERKÛKÊ TÊ KIRIN'

Endamê Desteya Rêveberiya Bereya Demokratîk Aram Kerkûkî: Em Bereya Demokratîk a Kerkûkê di serî de êrîşa li ser Mexmûr û Şengalê şermezar dikin. Bi van êrîşan xaka û mafên mirovan tên binpêkirin. Hikumeta Erdogan a faşîst dixwaze di vê rewşê de hemû xaka Başûrê Kurdisanê dagir bike. Bi taybetî dema dawî çavê xwe berdaye Kerkûkê. Erdogan bi hemû rê û rêbazên dermirovî êrîşî Kurdan dike ku qir bike. Dema em li êrîşên dawî dinêrin û bi taybetî êrîşên li dijî Tevgera Azadiya Kurd û girtina ofîsên Tevgera Azadî, li gel wê êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê nîşaneya tinekirina hemû gelê Kurd e. Em bi tundî rexne li hikumeta Kurdistanê dikin ku bêdengî hilbijartiye. Eger ku îro em bêdeng bin sibe dor tê me û êrîşî Kerkûkê bikin."