Bayik: Çareserî û aştî bi berxwedanê dibe

Bayik bal kişand ser girîngiya têkoşîn û berxwedanê ya vê demê û got, "Yên aştiyê û çareseriyê dixwazin divê zanibin ku rêya wê berxwedana bi her rengî ya li dijî dagirkerî, qirkirin û faşîzmê ye. Li derveyî vê ti tişt Kurdan ji mirinê rizgar nakin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik mijarên; şerê rejîma AKP-MHP'ê yên li dijî gelê Kurd, gef û êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê û berxwedana gel a li dijî van êrîşan ji ANF'ê re şîrove kir.

Desthilatdariya AKP-MHP her ku diçe xwe weke desthilatdariyeke faşîst ava dike. Bi her gava ku diavêje xwe dixwaze bigihêjîne vê armancê. Car carna jî dike ku parêzer Rêber Ocalan bibînin. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Weke tê zanîn dewleta Tirkiyeyê ji bo netewe dewletekê ava bike li ser gelan siyaseta tinekirinê meşand. Pêşî gelê Ermen, Pontûs, Asûrî Suryanî û dawî jî dest pê kir ku gelê Kurd ji holê rabike. Gelê Ermenî, Asûrî, Suryanî, Pontûs hema bêjin ji holê rakirin. Ji bo bigihêje armanca xwe esas lazim e Kurd ji holê rakiribûna. Siyaseta ku îro li ser Rêber Apo tê meşandin ew siyaset e. Ji ber ku Rêber Apo dest li siyaseta dagirkeriyê, faşîst, qirkirinê esas werdigire werda. Ji ber ku dewleta Tirk dixwest ku bi navê Kurd û Kurdistanê her tiştî ji holê rake, Rêber Apo jî îrade, nasname, nirxên gelê Kurd, civaka gelê Kurd ava kir. Ev yek ji aliyê dewleta Tirk ve nehate qebûlkirin. Lewma li dijî Rêber Apo siyasetek meşandin. Ew komploya navneteweyî ji bo wê pêk anîn, sîstema Îmraliyê afirandin. Eger îro li ser Rêber Apo tecrîd bi her alî ve dimeşînin, siyaseteke wehşî ji bo wê dimeşînin. Yanî tolhildanê ji Rêber Apo werdigirin. Dibêjin, tu nebûya me Kurd ji holê rakiribûn. Lê belê te nehişt ku em bigihêjin armanca xwe. Ji Rêber Apo tola xwe hiltînin. Eger ew siyaseta tecrîdê, hov dimeşînin, ew siyaset e ku li ser gelê Kurd tê meşandine. Lazim e gelê me vê rastiyê baş fêhm bike. Niha heta ku ew tecrîd li ser Rêber Apo bi dawî nebe, parastin, tenduristiya Rêber Apo û azadiya Rêber Apo neyê pêkanîn ew siyaseta ku dewleta Tirkiyeyê niha li ser gelê Kurd dimeşîne, li ser jin, ciwan, oldar, siyasetmedar, şaredarên Kurd dimeşînin, li ser dar û berê wan, çiyayên wan dimeşîne wê bidome. Zaten vê yekê venaşêrin. Bi eşkere dibêjin; em ê koka Kurdan bînin, bi navê Kurd û Kurdistanê çi hebe em ê ji holê rabikin. Ji ber vê yekê vê siyaseta li ser gelê me bi her rengî dimeşînin. Lewma vê siyasetê li ser Rêber Apo dimeşînin. Di vir de ez dixwazim ji bo gel, welatparêz, însanên xwedî şeref ên Kurd tiştekî bêjim. Hinek dibêjin, eger bi Rêber Apo re hevdîtin çêbibe mesele hal dibe. Heta hinek hevdîtin çêbûn, weke ku tecrîd rabû, mesele nema, bi vî rengî dîtin. Ev yek xapandina xwe ye. Ev yek xwe razandina li mirinê ye. Hinek mirovên me jî radibin, rûdinên dibêjin em ji bo aştiyê kar dikin, em aştiyê dixwazin. Niha li ser gelê Kurd siyaseta tinekirinê tê meşandin. Vêya eşkere dibêjin û dimeşînin. Siyaseta ku tê meşandin siyaseta qirkirinê ye. Çawa di bin siyaseta qirkirinê de em ê bêjin, em ji bo aştiyê kar dikin, em aştiyê dixwazin. Ji vê xerabtir tiştek nabe. Ev yek xeflet e, dibin faşîzmê de, di bin qirkirina dagirkeriyê de aştî çawa çêdibe? Eger te li dijî qirkirinê, dagirkeriyê, faşîzmê têkoşîn mezin kir, ku vê têkoşînê ew pir tengav kir ku nikaribin êdî vê siyasetê bimeşînin, wê demê mecbûr dimînin çareseriyê qebûl dikin, tu çareseriyê bi pêş dixe, tu encamê werdigire wê demê li ser wê aştî çêdibe. Heta ku li Tirkiyeyê ew siyaseta ku li dijî Kurdan tê meşandin bi dawî nebe, yên ku wê siyasetê dimeşînin ji desthilatdariyê neyê xistin, bi taybetî jî desthilatdariya AKP-MHP'ê mirov ji desthilatdariyê nexînin, ti carî çareserî çênabe, ti carî aştî jî çênabe. Her tim wê qirkirinê bimeşînin, wê timî mudaxele bikin, bigirin, bikujin, êşkenceyê bikin, bi navê Kurd û Kurdistanê çi heye wê bixwazin ji holê rabikin. Mirov dîrokê baş lêkolîn bike, tiştên ku niha jî pêk hatine li ser wî esasî ne. Lazim e her kes vê baş fêhm bike. Eger em dixwazin ew siyaset bi dawî bibe lazim e destê Rêber Apo xurt bikin. Ew jî bi çi çêdibe? Li dijî faşîzmê, dagirkerî, qirkirinê ku me bi her rengî têkoşîn, berxwedan mezin kir ku dîtin nikarin êdî wê siyasetê bimeşînin, mecbûr dimînin îradeya Kurdan, serokatiya Kurdan, nasnameya Kurdan û çareserkirina pirsgirêka Kurd qebûl bikin, wê demê çareserî pêk tê, li ser çareseriyê jî aştî çêdibe. Wekî din aştî nabe, timî gelê me wê di bin qirkirinê de be, wê timî di nava şer de bijî. Divê vê yekê bizanibin. Eger yekcarna ku destûrê didin ku bi Rêber Apo re hevdîtin çêbibe ev yek temamî di encama şerê taybet de tê kirin. Divê gelê me vê baş fêhm bike. Dema ku tengav dibin hem li hundir hem li qada navnneteweyî, ji bo zexta heyî ya li ser xwe sivik bikin, ji bo gelê Kurd, demokratan, gelê Tirkiyeyê û qada navneteweyî bixapînin hevdîtinan dide çêkirin. Pêkanîna hevdîtinan nayê wê wateyê ku ew siyaseta ku li ser Rêber Apo, gelê Kurd tê meşandin bi dawî dike. Ji bo wê siyaseta ku bimeşînin wan hevdîtinan yekcaran didin çêkirin. Mirov binere, ku çi wextê xwestin destûra hevdîtinan didin û hevdîtinan wê çend deqeyan pêk bînin, kî wê biçe hevdîtinê bi xwe van hemûyan diyar dikin. Dema ku desthilatdar, dagirker, faşîst her tiştekî bi vî rengî diyar bike, mirov dizane ku ji bo armancên xwe van hevdîtinan didin pêkanîn, ji bo armanceke din. Lewma divê gelê me di vir de xwe nexapîne, şerê ku li ser Rêber Apo, gelê Kurd tê meşandin baş fêhm bike, wî şerî qebûl neke, li dijî wî şerî xwe baş rêxistin bike, têkoşîn bike, berxwedanê bi her rengî mezin bike. Wê demê ew nikarin wê siyaseta gemar, qirêj, şerê taybet, psîkolojîk li ser Rêber Apo, gelê Kurd bimeşînin. Wê demê ew siyaset bi dawî dibe.

Weke tê zanîn ku Rêber Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya demokratîk bangekek kir, lê belê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê weke bersiv dest danî ser sê şaredariyên bajarên mezin. Hûn vê êrîşa li dijî şaredariyan çawa dinirxînin, ev tê çi wateyê, armanca vê êrîşê çi ye? Her wiha di serî de ji aliyê Kurdan ji gelek kesên civakê ve weke darbeyeke siyasî hate pênasekirin û nerazîbûn hate nîşandan. Hûn van nerazîbûnan çawa dinirxînin?

Weke gelê me dizane Rêber Apo bang kir. Ew bang ji bo her kesî bû. Çawa bersiv dan? Ne tenê sê şaredariyên bajarên mezin dest danîn ser. Li gel wê bi navê operasyonên qirkirinê li dijî gerîla jî operasyonên leşkerî dest pê kirin. Li ser civakê, qada siyasî, welatparêzan operasyon li gelek bajaran dest pê kirin, bi sedan însan hatin girtin. Ev yek pêkva pêk anîn. Ev çi dide diyarkirin? Bersiva li Rêber Apo dide diyarkirin. Rêber Apo got, eger hazir bin ez hazir im pirsgirêka Kurd bi rêya siyasî demokratîk çareser bikim. Ji bo çareser bikim divê dewlet vê qebûl bike, gavê biavêje. Dewletê çi gav avêt? Gava me got avêt. Ev yek çi diyar dike? Dewleta Tirkiyeyê ti carî pirsgirêka Kurd qebûl nake, civaka Kurd, îradeya Kurd, siyaseta Kurd qebûl nake. Rêberê wê qebûl nake. Dixwaze koka Kurdan bîne. Ji ber ku Rêber Apo got, ez dixwazim pirsgirêkê bi dewleta Tirk re çareser bikim, ev yek dikeve xizmeta hemû gelê Tirkiyeyê. Wan gotin, na em dixwazin Kurdan ji holê rakin. Menfeetê me, berjewendiyên me di vir de ye. Bersiveke bi vî rengî dan û di pratîkê de jî dest danîn ser şaredariyan, dest danîn ser gelek siyasetmedaran, operasyonên berfireh pêk anîn, bi sedan însan girtin û li dijî gerîla jî operasyonên qirkirinê dest pê kirin. Ev hemû çi îfade dike? Ku bi navê Kurd gelekî qebûl nake, civakê qebûl nake. Bi navê wê civakê siyasetê, Rêbertî, çareseriyê, îradeya wê, çanda wê, nirxên wê qebûl nake. Dixwazin ku tiştên ku Rêber Apo ji bo Kurdan afirand hemûyan ji holê rakin, tine bikin. Li ser tinebûna Kurdan dixwazin dewleta Tirkiyeyê ava bikin, xurt bikin. Civaka Tirkiyeyê, Tirk xurt bikin. Ev rastiya vê dewletê ye, vê dewletê li ser derveyî gelê Tirk gelê din îmhakirinê de serketina xwe dibîne. Di mirina gelan de dixwaze serketinê biafirîne. Ji vê bêhtir wehşî çi desthildarî, çi rejîm li dinyayê mînakên wê îro zêde nîne. Dibe ku di dîrokê de hinekan siyaseta bi vî rengî meşandin, lê belê di roja me de kesek ku vê siyasetê dimeşîne nîne. Tenê dewleta Tirk, AKP-MHP vê siyasetê dimeşîne. Vê operasyona ku li ser qada siyasî, civaka Kurd, gerîla, şaredariyan kir temamî siyaseta faşîst a qirkirinê ya dagirkeriyê ye. Kurdistan bi qanûnên taybet bi rê ve dibin. Bi qanûnên dagirkeriyê, qirkirinê îdare dikin. Ji ber vê yekê waliyê dagirkeriyê tayîn dikin. Dema ku komar ava bû jî bi vî rengî bû, niha jî bi vî rengî ye. Ew planeke Şark Islahat afirandin. Piştî wê qanûna îskanê afirandin. Piştî wê gelek qanûnên din ava kirin. Îro jî qanûna qeyûman dikin. Ev hemû hev temam dikin. Qet nahêlin valatiyek çêbibe, ku Kurd, gelê li Tirkiyeyê, demokrat nefesê werbigirin. Dema ku hinek valahî rû da û nefes wergirtin, dixwazin wê bi temamî ji holê rakin, bê nefes bihêlin ku karibin bikujin û îmha bikin. Bi vî rengî armanca xwe pêk bînin. Niha ji bo hinek bahane bi pêş xistin, gotin ji bo wê me şaredar desteserkirin. Kesî ji wan bawer nedikir, ne li hundirê Tirkiyeyê ne jî li derve. Ji ber ku bi temamî qanûnên navneteweyî, yên wan bi xwe hemû binpê kirin. Bi temamî tiştên ku dikin siyasî ne. Ti eleqeya xwe bi hiqûqê û exlaqê re nîne, bi mirovatiyê re nîne. Bi temamî li gorî qanûnê qirkirinê tevdigerin. Lewma her kes vê dibîne, vê qebûl nake li dij derdikeve. Ev yek baş e, her ku diçe yên li dij derdikevin jî zêdetir dibin. Mirov dikarin bêjin yekemîn car e ku li aliyê Tirkiyeyê, di nava gelên Tirkiyeyê de, di nava siyasetmedar, sosyalîst, demokrat û lîberalan de, li nava hunermendan, nivîskaran li dijî vê siyasetê disekinin. Şaredariyan re hevdîtinan çêdikin, dibêjin 'em bi we re ne'. Ev belkî yekemîn car e li Tirkiyeyê pêk tê. Ev yek jî diyar dike ku ew siyaseta Tirkiye li dijî gelan, bi taybetî li dijî gelê Kurd dimeşîne êdî tê fêhmkirin. Dizanin û dibînin ku eger li dijî wê siyasetê nesekinin ew siyaset li dijî wan e jî. Wê wan jî ji holê rabikin. Ji ber ku vê dibînin li dijî vê siyasetê disekinin. Lê belê lazim e mirov ew berxwedana heyî mezintir bikin. Ji ber ku pir teng e, li hinek bajaran tenê ye. Halbûkî lazim e li tevahiya bajarên Kurdistanê berxwedan bê kirin. Li aliyê Tirkiyeyê jî lazim e berxwedan bê kirin. Divê mîtîng çêbibin, meş, protesto pêk werin, li kolanan li taxan, li her deverê protesto pêk werin. Ciwanên Kurd, jinên Kurd û civaka Kurd tevahî yên li dijî faşîzmê, qirkirinê ne, kîjan gel dibe bila bibe lazim e hemû bi hev re li kolanan, li taxan, li bajaran û serhildanan pêk bînin. Ya rast ew e, ne tenê li çend bajaran, an jî li pêş hinek şaredariyan ew rûniştandin, daxuyanî bên pêşxistin. Ew jî baş in, lê belê kêm in, têrê nakin. Ji bo wê divê mirov vê berxwedanê li tevahiya bajaran belav bikin. Li tevahiya taxan belav bikin. Wê demê ew berxwedan encamê werdigire. Eger bi vî şiklî bidome, Erdogan-Bahçelî çi encamê jê derdixînin; dibêjin em dikarin hinek gavên din jî biavêjin, em dikarin hinek şaredariyên din jî desteser bikin, em dikarin li aliyê Tirkiyeyê jî vê siyasetê bimeşînin. Yanî vê yekê li gel wan çêdike, halbûkî zemîneke pir xurt û meşrû heye. Her kes li dijî vê siyasetê ye. Eger li dijî vê siyasetê mirov berxwedanê xurt bikin, ev ê encamê werbigire. Ya rast jî ew e. Niha ne tenê meseleya şaredariyan heye. Meseleya Heskîf, Mûnzûr, Çiyayê Kaz, tecawizkirina zarokan hene, jin tên kuştin, gelek welatparêz, demokrat, siyasetmedar, hunermend, rewşenbîr, bêsûc tên girtin, tên êşkencekirin. Ev hemû sedem ku mirov li dijî wan bisekine, serhildanê bikin. Li kîjan welatî tiştên bi vî rengî pêk were hingî qiyamet radibe. Ji ber vê ykeê li Tirkiyeyê jî lazime qiyamet rabibe, ya rast ew e. Ji ber wê berxwedana dibe baş e, lê belê kêm e, divê xurtir bibe, gelê Kurd bi demokratên Tirkiyeyê re yên li dijî faşîzmê kî hebe, bi wan re têkiliya xwe xurt bike. Li dijî faşîzmê destûreke demokratîk biafirînin. Ji bo destûreke bi wî rengî bê afirandin divê li dijî faşîzmê eniyek bê afirandin, tifaq bê afirandin. Van çalakiyan bikin ku li ser wê jî destûra bingehîn a demokratîk bê avakirin. Her wiha divê Kurd li Kurdistanê yekîtiya xwe xurt bikin û li zimanê xwe xwedî derkevin, li çanda xwe xwedî derkevin. Dewletên dagirker ji bo civakê xera bike fûhûşê diafirîne, eroînê belav dike û diziyê bi pêş dixe, birçîbûnê bi pêş dixîne, asîmîlasyonê bi pêş dixe. Lazim e civaka Kurd li xwe, li însanê xwe xwedî derkeve, li dijî fûhûşê, eroîn, tiştên ku gelê Kurd xera dike bisekine, mirovên xwe biparêze, li xwe xwedî derkevin, bi hev re îmkanên xwe parve bike. Li nasnameya xwe, zimanê xwe, çanda xwe, paşeroja xwe, nirxên xwe xwedî derkevin. Ji ber ku ber ku dagirker dixwaze van ji holê rake. Wê demê, dagirker dixwaze çi ji holê rabike divê gelê me jî xwedî li we derkeve, li dijî siyaseta wan, xwedîderketina xwe bi her rengî bi pêş bixîne. Ya rastî ew e.

Di dema dawî de di hilblijartinên herêmî de AKP-MHP Erdogan li bin ketin. Di lêkolînên nava raya giştî de tê dîtin ku piştgiriya gel a ji bo wan her kêm dibe. Bi taybetî li herêmê siyaseta êrîşkariyê dimeşîne. Di nava vê rewşê de hûn vê siyasetê çawa dinirxînin? Her wiha gefên desthilatdariya AKP-Erdogan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Hûn van gefan çawa dinirxînin? Divê li dijî van gefan gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî helwesteke çawa be? Her wiha di navbera Emerîka û Rûsyayê de siyaseta hevsengiyê dimeşîne? Gelo ev siyaset wê bi ser bikeve yan na? Wekî din li Idlibê hin bûyer diqewimin. Dibêjin 'Erdogan ê xayin, Tirkiye ya xayin'. Dema van hemûyan hûn dinirxînin, rewşa Tirkiyeyê li Sûriyeyê çi ye?

Ew siyaseta ku Erdogan-Bahçelî dimeşîne her ku diçe ew siyaset bi xwe Tirkiyeyê lawaz dike, tengav dike, pirsgirêkan mezin dike. Vê siyasetê ne tenê li nava Tirkiyeyê tengaviyê, zehmetiyê dide çêkirin, li derveyî Tirkiyeyê jî ji bo Tirkiyeyê gelek tengavî û zehmetiyê bi pêş dixe. Desthilatdariya AKP-MHP her ku diçe lawaz dibe. Vê yekê bi siyaseta xwe bi xwe çêdikin, ne ku li dijî wan berxwedaneke pir xurt heye, ew berxwedan wan lawaz dike, pirsgirêkê wan çêdike. Rast e berxwedana Rêber Apo, yê gerîla, PKK, gelê me wan lawaz dike, her ku diçe ev berxwedan pirsgirêkên wan zêde dike. Lê belê siyaseta ku ew dimeşînin vê berxwedanê xurt dike. Ji ber vê jî her ku dixwazin siyaseta qirkirinê, faşîst xurtir bikin, li dijî wê berxwedan jî xurtir dibe. Ev jî wan bêhtir lawaz dike, ber bi mirinê ve dibe. Ji ber vê yekê di nava civaka Tirkiyeyê de jî yên ji siyaseta wan aciz in zêde dibe. Hem jî di nava AKP'ê de gelek li dijî vê siyasetê radiwestin. Yên ku berê li gel Erdogan dixwazin niha partiyên nû ava bikin. Gelek di nava AKP'ê de îstifa dikin, dixwazin tevlî wan partiyên nû ava dibin bibin. Di hilbijartinên şaredariyê de jî derket holê ku gelê Tirkiyeyê li siyaseta wan nerazî ye, wan qebûl nake. Ji xwe di encama hilbijartinên şaredariyê de jî AKP-MHP ji desthilatdariyê ket. Eger bi wan re piçek demokrasî hebûya û hurmeta gelan hebûya, girêdana nirxên mirovahiyê bûna wê îstifa bikirana. Îstifa nekirin, çi kirin? Weke ku hîç ew hilbijartin çênebûye û ji desthilatdariyê neketine dixwazin berdewam bikin. Çawa? Bi tirs, êşkence, girtin, kuştin û şer dixwazin her kesî bêdeng bikin û dixwazin partiyên nû yên bên avakirin asteng bikin. Bi taybetî bi şer her kesî bitirsînin û teslîm werbigirin ku kes li dijî wan dernekevin û li desthilatdariyê bimînin. Wekî din nikarin li desthilatdariyê bimînin. Ew îmkan ji destê wan çû, tenê bi şer dixwazin li desthilatdariyê bimînin. Ji ber vê her ku diçe dixwaze şer ji bo xwe esas werbigirin. Hem li nava Tirkiyeyê hem li derveyî Tirkiyeyê. Desthilatdariyeke ku qedera xwe bi temamî bi şer ve girêdayî ye. Di vî şerî de jî esas li dijî Rêber Apo, PKK, gelê Kurd şer dimeşîne. Vê esas werdigirin. Ji ber ku astengiya herî mezin a li pêşiya wan ew e. Eger vê astengiyê ev astengî ji holê rakirin dikarin di şer de encamê werbigirin û li desthilatdariyê bimînin. Ev karaktera faşîstan, dagirkeran û qirkeran e. Di dîrokê de desthilatdariyên bi vî rengî, partî, rêxistinên bi vî rengî hemû bi şer timî li ser desthilatdariyê mane. Heta ku ketine jî şer dom kirine. Desthilatdariyên bi vî rengî bi hilbijartinê naçin. Tenê bi berxwedanê diçin. Ji xwe piştî hilbijartinên şaredariyan jî ispat bû ku bê berxwedan ew dest ji desthilatdariyê bernadin, dest ji şer bernadin. Ev yek eşkere derkete holê. Lewma divê her kes vê rastiyê baş fêhm bike, li dijî vê desthilatdariyê berxwedanê bikin. Bi berxwedanê dikarin dawî li wan bîne, naxwe ew ti carî ji desthilatdariyê û şer dest bernadin. Ji ber vê yekê divê kesek xwe nexapîne. Bila wer nebêjin; em ji bo aştiyê têkoşînê dikin, em ji bo demokrasiyê têkoşîn dikin, em aştiyê dixwazin. Di bin faşîzmê de, di bin qirkirinê de, di bin şer de, di bin kuştin, girtinê de aştî nabe. Li dijî wê têkoşîn dibe. Ya rastî ew e. Niha vê desthilatdariyê ne tenê li dijî Bakur, gelê Kurd, PKK, gerîla şer dike. Li beşên din jî li Başûr, Rojhilat, Rojava jî şer dike. Niha her roj gefan li dijî Sûriyeyê dixwe, li ser Rojava. Eger Tirkiye îro li ser Sûriyeyê, Rojava vê siyasetê dimeşîne ev ne hêza wan e. Hinek dewlet hêzê dide wan. Ji ber ku berjewendiyên wan dewletan vê dixwazin. Berjewendiya sermayedarên Tirkiyeyê jî vê dixwaze, ji ber vê yekê berjewendiyên hin sermayedarên Tirkiyeyê û hin dewletan digihêjin hev. Ew li pişt desthilatdariya Erdogan-Bahçelî disekinin. Dibînin ku bi van dikarin berjewendiyên xwe pêk bînin. Ji ber ku ji van baştir kesekî nikarin bibînin. Erdogan-Bahçelî bi temamî di xizmeta wan de ne. Gelan dixapînin, dibêjin 'em milî ne, em bi her tiştî milî, yê Tirkiyeyê ji bo xwe esas werdigirin'. Derewên mezin dikin. Bi alîkariya dewletên derve hatin ser desthilatdariyê, bi alîkariya sermayedarên Tirkiyeyê hatin ser desthilatdariyê, di bin xizmeta wan de vê siyasetê dimeşînin. Rastî ew e. Ev ne milî ne. Temamî li dijî Tirkiyeyê ne, li dijî gelan e. Yên ku bi şer desthilatdariyê bimeşînin, qedera xwe girêdayî şer bike ti carî milî nabe. Ew xizmetê ji gelê Tirkiyeyê, ji însaniyetê re nake. Eger îro gefên bi wî rengî dixwin, ew ne ji ber hêza wan e. Li pişt wan hêz hene. Ji destpêka Sûriyeyê heta niha ew piştgiriyê dikin û teşwîq dikin, ji ber wê Tirkiyeyê ew gav li Sûriyeyê avêt. Niha jî wan gefan dixwe. Rastî ew e. Niha Tirkiye û Emerîka tifaqek kir. Erdogan çi got? Got, 'me gava yekemîn avêt, me di vê gavê de encam wergirt, em ê li ser wê gavê gavên din biavêjin'. Piştî wê jî çi dibêje? Dibêje 'Ya li gor daxwaza me dibe, em dikevin Rojava, Bakurê Sûriyeyê em bernameya xwe pêk tînin, vê qebûl bikin. Eger ev nebe em ê vê pêk bînin'. Ev bi rengekî eşkere got. Yanî dibêje, ez ê Bakurê Sûriyeyê, Rojava bi temamî bi destê xwe ve bixim. Hûn ê vê qebûl bikin. Li hemberî Ewropayê dibêje, 'Eger hûn qebûl nekin ez ê pêşî li koçberan vekm' şantajê lê dike. Ji Emerîkayê re jî dibêje 'Eger hûn qebûl nekin, ezê têkevim'. Ji xwe ji ber vê yekê hêzên xwe li ser hidûd her zêde dike. Çima? Ji ber ku bi gava yekemîn weke ku meşrûyetek bi destê xwe ve xist. Li ser wî zemînî dixwaze gava din jî biavêje. Yanî Bakurê Sûriyeyê bi temamî dagir bike. Lazime gelê me û gelê tevahiya Sûriyeyê vê rastiyê baş bibîne. Bi tawîzan nikarin pêşî li Tirkiyeyê bigirin. Ancax bi berxwedanê dikare pêşî li Tirkiyeyê bigirin, dikarin berxwedaneke xurt bikin jî. Ji ber ku meşrûbûyînek qezenç kirine. Li dijî DAÎŞ'ê têkoşîn kirin, li gel însaniyetê hurmeta wan mezin çêbû. Di dilê însaniyetê de meşrû bûn. Dema ku tevgerek, berxwedanek meşrû be kes nikare li dij bisekine. Niha gelê Rojava, gelê Bakurê Sûriyeyê tevahî çi Ereb, Kurd, Ermen, Suryan, Çerkez ev bi têkoşîna xwe, bi ked, têkoşîn, şehîd û berxwedana xwe xwe kirin hêzeke meşrû. Ji ber vê kes nikare pêşî li vê hêzê, li van gelan bigirin. Dikarin li dijî Tirkiyeyê berxwedaneke mezin bikin. Lazime xwe ji bo wê amade bikin. Ya ku wan biparêze ew e, ya ku demokrasiya wan, biratiya wan biparêze ew e. Wekî din tiştekî din nikare wan biparêze. Ji ber ku Tirkiyeyê gavek avêt û dixwaze li ser vê gavên din jî biavêje. Vê yekê ji bo xwe heq dibîne, dibêje 'mafê min e, ez ê van deveran bi dest bixim'. Ji ber ku armanca daniye pêşiya xwe Mîsakî Mîlî ye. Yanî ji Efrînê heta Kerkûkê dixwaze Kurdistana di destê Osmaniyan de careke din werbigire. Erdogan ev yek ne carekê gelek caran bi rengekî eşkere got. Dema ku CHP'ê got 'karê me li wan deveran nîne', got, 'Hûn Lozanê fêhm nakin. Yanî me bi Lozanê ew winda kirin, ew devera me ne, welatê me ye, divê em wan deveran careke din werbigirin'. Ew gotin. Tiştê ku îro dike ew e. Ji ber vê yekê hem gelê Kurd, hem gelên Bakurê Sûriyeyê li dijî ketina Tirkiyeyê divê xwe amade bike. Divê berxwedaneke dîrokî bikin, eger bikin dikarin Tirkiyeyê têxin bîreke kûr. Tirkiye wê demê nikare ji nava wê derkeve. Ew yek wê dagirkerî, faşîzma Tirkiyeyê bi dawî bike. Ev yek dikeve xizmeta tevahiya gelên Sûriyeyê. Desthilatariya Erdogan-MHP lawaz e, her ku diçe lawaz dibe. Ji ber ku lawaz dibe her ku diçe şer xurtir dike. Gefan xurtir dike. Dixwaze gavên din biavêje. Dixwaze bi vê yekê re pêşî li gelan bigire, pêşî li tevgera demokrasiyê bigire, pêşî li parçebûna AKP'ê de bigire ku karibin li desthiladariyê bimîne. Eger şer mezin dike, gefan mezin dike sedem ew e. Eger xurt bûna ew nedikirin, bi xwe bawer bikirana ew nedikirin. Ji ber ku ditirsin ku ji desthilatdariyê bikevin, heta bên dadgehkirin. Ji ber ku sûcê şer, sûcê mirovatiyê kirin. Dest jê bernadin, ku dawiya wê çi ye mehkeme ne dad e. Ji bo nekevin dadan divê li desthilatdariyê bimînin, ji bo wê divê şer xurtir bikin. Ji ber vê gefan dixwin. Emerîka jî, Rûsya jî vê dibînin. Her du jî dixwazin ji lawaziya Erdogan-Bahçelî ji bo xwe hinek encaman werbigirin. Çawa dawiya Osmaniyan hinek dewletan dixwestin ji lawaziya Osmaniyan ji bo berjewendiyên xwe encaman werbigirin, hinek alîkarî dikirin û gelek tişt bi dest ve dixistin, niha Rûsya û Emerîka jî wê dikin. her du jî lawaziya Erdogan-Bahçelî fêhm kirine. Lawaziya wan Kurd e, ji bo wê meseleya Kurd derdixînin pêş, Erdogan-Bahçelî yekser daxwazên wan qebûl dike. Ji bo Kurd negihêjin statuyekê, negihêjin mafekî li Tirkiyeyê çi heye difiroşin, tiştekî bifiroşe êdî nema. Heta niha firot firot firot, lê êdî tiştekî bifiroşe nema. Ji ber vê yekê pir tengav bûye. Lazime Rûsya û Emerîka jî li ser gelê Kurd berjewendiyên xwe pêk neynin. Kurd nekin qurban, li ser qurbaniya Kurd jî hinek îmkanan bi dest nexin. Em ne li dijî berjewendiyên wan in. Dikarin berjewendiyên xwe biparêzin, dikarin li Tirkiyeyê hin tiştan jî bi dest bixin, îmkanên wan hene. Lê belê divê vê yekê li ser qurbankirina Kurdan nekin. Kurd jî lazime vê rastiyê baş fêhm bikin ku Emerîka jî Rûsya jî li ser Kurdan bi Tirkiyeyê re têkiliyê pêk tînin û alîkariya Tirkiyeyê dikin. Tirkiye ji wê cesaretê werdigire, van gefan dixwe van gavan diavêje. Eger ew alîkariya Tirkiyeyê nekin, Tirkiyeyê teşwîq neke Tirkiye nikare van gefan bixwe. Nikare gavekê jî biavêje. Gavê ku heta niha avêtiye, ji destpêkê heta îro li Sûriyeyê avêtiye ne bi hêza xwe avêtiye. Li pişt hemûyan ev dewlet hene. Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, ji wê netîceyê werdigirin. Li ser gelê me vê siyasetê dimeşînin. Gelê me lazime xwe neke qurbanî, nekeve xizmeta wan. Di vir de siyaseteke rast ji bo xwe bimeşîne. Eger wê dostaniyê bikin divê dostaniyê bi rengekî rast bikin. Ne bi navê dostaniyê dijminahiyê bikin. Dixwazim gelê me di vir de hişyar bikim. Divê xwedî li xwe derkeve. Gelê Bakurê Sûriyeyê, biratiya xwe, yekîtiya xwe lazime xurt bike. Li dijî siyaseta ku li dijî wan tê meşandin, lazime bi xurtî û cesaret rawestin. Wê demê ew nikarin bi vî wî rengî nêzîk bibin, nikarin planên xwe bimeşînin. Niha Tirkiye tengav dibe, weke ku min got ji bo Kurd negihêjin mafekî li Tirkiyeyê çi hebe difirot. Tiştekî bifiroşin nema, dawiya wê siyasetê hat. Ji ber ku tiştekî bifiroşe nemaye êdî  siyaseta xwe ya li Sûriyeyê pir tengav dibe, bi her rengî ber bi dawiyê ve diçe. Ji bo vê nejî dixwaze têkeve Bakurê Sûriyeyê. Ji bo wê dixwaze têkeve Sûriyeyê. Dixwaze di avakirina Sûriyeya nû de roleke xwe hebe. Dixwaze bi ketina Bakurê Sûriyeyê vê rolê pêk bîne. Eger nekeve nikare vê rolê pêk bîne. Hatta ew gavên ku heta niha avêtin wê li dijî wan bizîvirin, heta niha li ser vê desthilatdariya xwe dimeşandin, gelên Tirkiyeyê dixapandin, alîkariya wan werdigirtin, ev yek wê dawî li wan bîne. Gelên Tirkiyeyê jî wê rastiya wan bibîne û li dijî wan bisekinin. Di vê mijarê de gav tên avêtin. Ji vê yekê pir ditirsin. Eger li Tirkiye û Sûriyeyê gel vê rastiyê bibîne, berxwedana xwe xurt bikin Tirkiye wê serserî biçe. Ev yek rastiyeke. Siyaseta ku li Idlibê dimeşandin vê yekê diyar dike. Li Idlibê jî pir tengav bûye, diyar e ku wê hîn tengavtir bibe. Ji bo tengaviya xwe ya li Idlibê veşêre dibe ku Idlibê bifiroşe jî. Bifiroşin; berdêla wê jî li Bakurê Sûriyeyê bixwaze tiştna bi dest bixe. Ew ihtimala pir mezine. Divê gelê me vê baş bibîne, gelê Bakurê Sûriyeyê vê yekê baş bibîne, rê nede vê yekê, nehêle ku welê kirîn û firotin pêk were. Eger nehêlin Tirkiye li Idlib jî nikare bimîne, li Efrîn, li Ezaz, li Cerablûs, li Babê jî nikare bisekine. Li dijî Bakurê Sûriyeyê jî nikare gavê biavêje. Ev yek wê dawî li dagirkeriyê bîne. Ev jî wê li Tirkiyeyê dawî li faşîzmê bîne, rê li ber demokratîkbûnê veke. Li Tirkiyeyê meseleya demokrasiyê ne tenê wezîfeya gelê Tirkiyeyê. Di heman demê de wezîfeya gelê Sûriyeyê ye. Ji ber ku hem li Tirkiyeyê hem li Sûriyeyê yê ku dagirkeriyê, faşîzmê, qirkirinê dimeşîne desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ye. Lewma dijminê her du welatan, yê gelên wan welatan ev desthilatdarî ye. Li dijî vê desthilatdariyê, li her du welatan têkoşîn, berxwedan bê kirin wê faşîzmê têk bibe. Ji bo hemû gelan, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî wê ev yek rê li ber demokratîkbûnê veke.

Yek ji deverên ku desthilatdariya AKP-MHP'ê êrîş dike Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Hûn êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê di asta herêmî de çawa dinirxînin? Li dijî vê êrîşa dagirkeriyê hûn pozîsyona hêzên başûr çawa dinirxînin?

Desthilatdariya faşîst, qirker, dagirker weke min got ne tenê Bakurê Kurdistanê ji xwe re kiriye hedef. Tevahiya beşên Kurdistanê bûye hedef. Eger îro êrîşî Başûr dike, ku li Başûr gelek herêman xwe bi cih dike, ku dagirkeriyê li Başûr dike, ji bo vê ye. Ji ber ku armanca xwe ew e ku Kurdistana di demekê de di destê Osmaniyan de bû dixwaze careke din bi destê xwe ve bixin. Vê yekê weke mafê xwe dibîne. Eger îro li Başûr êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, hem jî êrîşî Başûr dike ji bo wê ye. Dixwazin tevahiya Başûr bi dest bixin. Gerîlayên PKK'ê li pêşiya wan asteng in. Ji ber ku gerîlayên PKK'ê Başûr jî diparêzin. Destketiyên gelê me yê Başûr diparêzin. Ew jî dixwazin Başûr bi dest xwe bixin. Ji bo karibin vê armancê pêk bînin, divê Herêmên Parastinê yên Medyayê bikeve, gerîla bikeve. Wê demê dikarin tevahiya Başûr bi dest bixin. Eger êrîşî medya dike, êrîşî gerîla dike sedema bingehîn ew e. Ji ber ku gerîlayên PKK'ê ne tenê ji bo Bakur in. Ji bo tevahiya gelê Kurd e. Gelê me yê Başûr jî ev bi çavên xwe dît, dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Başûr kir, ku Başûr kete bin metirsiyeke mezin ê ku destpêkê çû alîkariya gelê Başûr, li dijî DAÎŞ'ê sekinî, Başûr parast, gerîla bû. Gelê me yê Başûr baş bi vê dizanin. Gerîla hêza demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd e. Hêza civakbûn, îrade, nasname, çanda Kurd e, jiyana Kurd e. Vê yekê gelê me her ku diçe baştir fêhm bike. Ji ber vê yekê dewleta dagirker a Tirk gerîla dike hedef. Sedem ew e. Niha partiyên Başûr bi taybetî yên li desthilatdariyê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê helwesteke xwe nîne. Heta îro gelê me nebihîstiye ku ew li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê disekinin. Ti daxuyanî ji wan nedîtine. Dewleta Tirk hinde li ser Rojava, li ser Başûr, li Bakur li dijî gelê Kurd siyaseta wehşetê dimeşîne weke hîç tiştek nîne bêdeng in. Her kes vê dibîne. Di siyasetê de maneyeke wê heye; dema mirov ne li dijî dagirkeriyê be, ne li dijî siyaseta ew li dijî Kurdan dimeşînin bin, wê demê mirov bêdeng dimînin. Nikarin bêjin ku Tirkiye pir xurt e, em ji Tirkiyeyê ditirsin, em nikarin li dijî Tirkiyeyê bisekinin, berjewendiyên me vê dixwaze. Ev ne rast e. Berjewendiyên wan berjewendiyên gelê Kurd e, ji ber ku bi navê Kurdan siyasetê dikin. Tişta ku dewleta Tirk li ser Kurdan dimeşîne ti eleqeya xwe bi berjewendiyên gelê Kurd nîne. Ji ber ku dixwaze gelê Kurd ji holê rake. Yên ku bi navê Kurdan siyasetê dikin, divê li dijî vê siyasetê rawestin. Dema ku li dij raneweste, wateya wê di siyasetê de çi ye? Wê demê wê siyasetê qebûl dike, rast dibîne, şaş nabîne. Ev yek xizmetê ji wan partiyan re jî nake, ji bo wan partiyan zerareke mezin e diafirîne. Ji ber ku di nava gelê Kurd de rastiya wan tê fêhmkirin, ku berjewendiyên gelê Kurd temsîl nakin. Bi siyaseta xwe xizmetê ji siyaseta qirkirina Kurdan re dikin. Ev yek zerareke mezin ji bo wan çêdike. Baweriya min ew e ku ev partiyana vê bibînin û xwe ji vê siyasetê dûr bixînin. Em ne li dijî eleqetê wan in, dikarin eleqetê xwe bimeşînin. Lê belê dema ku eleqetên xwe dimeşînin, divê li dijî siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a li hemberî Kurdan rawestin. Wê demê di nava gelê Kurd de hurmeta wan mezin dibe. Pêwîstiya wan bi gelê Kurd heye. Eger alîkariyê ji gelê Kurd werbigirin dikarin hîn bi xurtî li dijî hin tiştan rawestin. Di vir de ya esasî gelê me yê Başûr bi xwe ye. Gelê Başûr gelekî leheng e, li dijî Saddam bi salan têkoşiya, qurbanî, şehîd da, gelek gundên wan gelek caran xera bû, birçîbûn, mirin, êşkence dîtin, her tişt dîtin. Lê belê ti carî dest ji welatparêziya xwe, dest ji welatê xwe berneda. Timî li dijî dagirkerî, qirkirinê rawestiya, li xwe xwedî derketin, kedeke mezin pêş xistin. Di encamê de ew destketî werbigrtin. Çawa berê li dijî dagirkeriya Iraqê rawestiya, divê îro jî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê raweste. Ji ber ku îro dagirkeriya Tirkiyeyê weke dagirkeriya Iraqê gefê li wan dixwe. Dixwaze wan destketiyên wan hemûyan ji destê wan werbigirin. Dixwaze wan kole bike. Gelê Başûr nikare vê qebûl bike. Gelê Başûr çiqasî netewetiya Kurd, yekîtiya netewetiya Kurd xurt kir, li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê sekinî hingî dikare destketiyên xwe biparêzin. Naxwe nikarin biparêzin. Niha li Başûr ew fikra neteweyî her ku diçe xurt dibe. Ya ku têkeve xizmeta Başûr û tevahiya neteweya Kurd jî ew e. Ji ber vê yekê rewşenbîrên Başûr, nivîskar, hunermend, akademîsyen, yên ragihandin, çi nivîsandin, çi bi deng be, lazime rola xwe pêk bînin. Wezîfeya wan ew ku rastiyan bi gelê me yê Başûr bidin fêhmkirin. Eger wezîfeya xwe pêk anîn dikarin di dîrokê de cih bigirin. Îro roja wê ye, lazime li dijî dagirkeriya Tirk bêdeng nemînin, gelê xwe li ser wê bingehê hişyar bikin, perwerde bikin, bixin nava liv û tevgerê. Gelê Başûr ji bo wê amade ye. Nikarin dagirkeriya Tirkiyeyê qebûl bikin. Weke siyasetmedar, partiyên Başûr bêdeng bisekinin jî gelê Başûr dikare li xwe xwedî derkeve, ew hêz, tecrûbeya xwe heye. Baweriya min ew e ku gelê me yê Başûr wê li xwe xwedî derkeve, wê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê raweste, li gel birayên xwe yên Bakur, li gel gerîla cihê xwe her ku çû wê xurt pêş bixin.

Li gel hemû şerê taybet ê desthilatdariya faşîst di demên dawî de gerîlayên azadiya Kurdistanê di nava tevgereke cidî de ne. Hem li Bakur, hem jî li Başûr derbên mezin li artêşa faşîst, li hevkarên wan didin. Bi taybetî li Colemêrg, Mêrdîn û Amedê çalakiyên bi bandor çêbûn. Hûn vê berxwedan û pêngava gerîla çawa dinirxînin?

Dixwazim gelê me rastiyekê baş fêhm bike. Li Tirkiyeyê îro wer didin diyarkirin ku bêyî Rêber Apo, bêyî PKK, bêyî gerîla tevgereke Kurd a azadiyê heye. Lê belê bêyî Rêber Apo, bêyî PKK, bêyî gerîla tevgereke azadiyê ya Kurd çênebû, çênabe jî. Kî dibêje li derveyî Rêber Apo, PKK, gerîla tevgereke azadiyê heye, wê pêk were, wê çareseriyê pêk bîne xwe dixapîne, gelê me dixapîne, xizmetê ji faşîzmê, qirkirina dewleta Tirk re dike. Gelê me heta îro çi qezenç kir bi Rêber Apo, bi PKK, bi gerîla, bi şehîdên qehreman qezenç kir. Ji niha û pê ve jî wê bi wan qezenç bike. Bêyî wan nikare ti carî tiştekî qezenç bike. Eger îro siyaseta Kurd li qada siyasî de bi pêş ketiye, ew encama berxwedana Rêber Apo, PKK, gerîla ye. Nirx hemû bi vê ava bûn. Destketî hemû bi vê ava bûn. Eger îro dijmin li ser Rêber Apo, PKK, gerîla siyaseta tesfiyeyê dimeşîne ji bo wê dimeşîne. Ji ber ku van tesfiye nekin nikarin Kurdan ji holê rakin. Dixwestin Kurdan ji holê rabikin, lê belê Rêber Apo, PKK, gerîla nehiştin ku Kurdan ji holê rabikin. Kurd ava kirin, bi her rengî ava kirin. Niha dixwazin Kurdan ji holê rabikin. Ji bo ji holê rabikin jî êrîşî Rêber Apo, PKK, gerîla dikin. Ji ber vê yekê bêyî van siyaseteke Kurd nîne, nabe. Lazime her kes bi vê zanibe. Yên ku îro vê dibêjin, li ser wê siyasetê dikin di encama têkoşîna Rêber Apo, PKK, gerîla de vê dikin. Divê gelê me vê baş fêhm bike. Niha hinek hêzên derve û sermayedarên Tirkiyeyê, Devlet Bahçelî, Erdogan, MÎT a Tirkiyeyê, Emniyet bi hev re siyasetekê dimeşînin. Dibêjin, 'Li pêş çareseriya pirsgirêka Kurd Rêber Apo, PKK, gerîla asteng in. Eger em vê astengiyê ji holê rakin em ê pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo ku em pirsgirêkê çareser bikin em vê siyasetê dimeşînin'. Bi vê yekê dixwazin armancên xwe veşêrin, ku kes nebîne ku timî Kurdan bixapîne û encamê werbigirin. Ji xwe di dîrokê de timî bi vî rengî kirine. Ji bo  yên li dijî wan sekinîn ji holê rabikin hinek Kurd bi aliyê xwe ve kişandine, bi xapandinê. Gotine 'hûn alîkariyê bi me re bikin, em wan ji holê rabikin, em ê mafê we bidin we'. Wan jî alîkariya wan kirin, dewleta Tirk ên li dijî wan sekinî ji holê rakir û piştre jî ew ji holê rakirin. Di dîroka wan de bi dehan mînakên bi vî rengî hene. Ji ber vê yekê divê ti kes bi şerê psîkolojîk taybet nexape, nekeve bin bandorê, ji wê yekê re xizmetê nekin. Li ber çavan e; tiştên ku dewleta Tirkiyeyê li dijî Kurdan dimeşîne li ber çavan e. Li ser şaredaran siyaseta ku dimeşandin, li ser siyasetmedaran, li ser parlamenteran, li ser welatparêzan, li ser însanên li dijî asîmîlasyonê, li dijî qirkirinê tevdigerin, yên xwedî namûs û şeref dijmin qebûl nake. Dijmin dibêje Kurd nîne, bi navê Kurd siyaset nîne, bi Rêbertî nabe, civak Kurd nîne ku di nava wê civakê de siyaseteke hebe, şaredar hebin, partî hebin, Rêber hebin. Dibêje, yên hene jî sexte ne. Dibêje; ez qebûl nakim û ji holê radike. Ev yek li ber çavan e, Kurd her roj dijî. Ji ber vê yekê di bin hukmê faşîzm, qirkirinê de ti carî bêyî Rêber Apo, PKK, gerîla siyaseteke Kurd nayê meşandin. Ti carî çareserî pêk nayê. Lazime her însanekî me yê xwedî şeref vê bizanibe. Binerin hinek dayik bi salan e li cenazeyên xwe digerin, li hestiyên xwe digerin, çi tînin serê wan? Li Stenbol, Amed, li Enqereyê çi tînin serê wan? Nahêlin ku ew dayik derdê xwe bêjin. Tenê tiştekî dibêjin. Dibêjin, em hestiyê xwe dixwazin. Vê yekê jî qebûl nakin û bi rengekî hovane bi ser wan ve diçin. Erdogan-Bahçelî, MÎT a Tirk, Emniyeta Tirk hin malbat bi rêxistin kirine û anîne pêşiya rêxistina HDP'ê. Eşkere ku dewlet çawa li wan xwedî derdikeve. Eşkere ye ku bi wan çawa li dijî siyaseta Kurd disekine. Çi eleqeya HDP'ê bi gerîla heye, bi PKK'ê heye? Ti eleqeya xwe nîne. Şervanên ku tên tevlî PKK'ê dibin bi dilê xwe tên tevlî dibin. Ne ku HDP tevlî dike. Ji bo welatê xwe, ji bo gelê xwe, ji bo kerameta xwe, ji bo namûs û şerefa xwe, ji bo azadiya xwe tevlî gerîla dibin. Eger tên ji bo wê tên. Kes wan naşîne. Eger derdekî wan heye bila ji PKK'ê, ji gerîla derdê xwe bixwazin. Ne ji HDP'ê. HDP ne PKK ye ne gerîla ye, ne tiştekî din e. Ti eleqeya HDP'ê bi van tiştan nîne. Lê belê dewleta Tirkiyeyê, MÎT û Emniyeta Tirkiyeyê ji bo rojevê biguherîne, ji bo neheqiya li Kurdan dike binixumîne ku her diçe berxwedana li dijî wan bi pêş dikeve asteng bike, ku navbera Kurdan ên demokratîk ên Tirkiyeyê xera bike, wan bitirsîne, wan dûr bixîne ku karibin derbeyê li Kurdan bixin, qirkirina Kurdan temam bikin şerekî taybet, qirêj, psîkolojîk bêexlaq dimeşînin. Hinek malbat jî dibin aletê vê yekê. Ev yek li ber çavan e. Bi vê yekê dixwazin siyaseta Kurd, PKK'ê reş bikin, gerîla reş bikin. Ew siyaseta ku li dijî siyaseta Kurd, li dijî gerîla, li dijî PKK'ê, li dijî Rêber Apo dimeşînin dixwazin meşrû bikin. Dixwaze gavên ku diavêje meşrû bike ku kes li dijî nesekine. Bi vê yekê dixwaze Kurdan bi tenê bihêlin, di nava Kurdan de jî Rêber Apo, PKK, gerîla bi tenê bihêlin. Yên ku li Rêber Apo, gerîla, PKK hez dikin dûr bixînin. Bi vê yekê re dixwazin qirkirina Kurdan pêk bînin. Ev yek eşkere ye. Bi vê munasebetê banga min ji bo wan malbatan ew ku xizmetê ji siyaseta qirêj nekin, xizmetê ji qirkirina Kurdan re nekin. Dewlet wan ji bo wê bi kar tîne, nekevin lîstikê û nekevin xizmeta wan. Divê xwe gemarî nekin. Divê şeref û kerameta xwe nedin bin lingan. Ji hemû Kurdan jî dixwazim ku lîstikên Erdogan, Bahçelî, MÎT û Emniyeta Tirk, Waliyên dagirker dimeşînin baş fêhm bikin. Ew siyaset dibe ku li ber çavan li dijî Rêber Apo, PKK, gerîla ye, lê belê esas li dijî gelê Kurd e. Li dijî însaniyetê ye. Lazim e hemû bi hev re li dijî vê siyasetê rawestin, divê berxwedanê xurt bikin. Vê siyaseta têk bibin. Wê demê dikarin azadiyê bi dest xwe ve bixin. Wê demê dikarin aştiyê bijîn. Heta ku şerê psîkolojîk, taybet, gemar, xapandin, derewan bi dawî nekin, têkoşîna demokratîk xurt nekin, çareserî pêk nayê, aştî jî pêk nayê. Wê timî di bin şerê taybet, qirkirin, heqaretê de bin. Hemû nirxên wan wê ji destê wan werbigirin, wê bixwazin însaniyeta wan ji destê wan werbigirin. Bi navê Kurd û Kurdistanê çi hebe wê bixwazin ji holê rakin. Eger naxwazin vê bijîn her însanekî Kurd wê demê divê li îrade, nasname, ziman, çanda xwe, keramet û şerefa xwe, paşeroja xwe, azadiya xwe xwedî derkeve. Ji bo vê jî berdêlan bidin pêş çavan, bêyî berdêlan nabe. Lazime fedakariyê bikin, ne tirsin. Eger bitirsin, bêjin 'ez ê bêm girtin, bêm kuştin', tevlî berxwedanê nebe. Wê demê wê bê kuştin. Lazime vê baş fêhm bike. Eger naxwaze bê girtin û bê kuştin ew siyaseta gemar û qirêj rojeke pêş de bi dawî bibe, lazime li her deverê li xwe xwedî derkeve. Divê têkoşînê mezin bikin. Wê demê wê dewleta faşîst, qirker nikaribe siyasetê bimeşîne, wê demê mecbûr dibe civaka Kurd, îrade, nasname, ziman, çand û azadiya gelê Kurd qebûl bike. Wê demê azadiya Rêber Apo pêk tê, çareserî pêk tê, wê demê aştî çêdibe. Yên ku aştiyê dixwazin divê zanibin ku rêya wê berxwedana bi her rengî ya li dijî dagirkerî, qirkirin û faşîzmê ye. Li derveyî vê ti tişt Kurdan ji mirinê rizgar nakin. Li ser vê bingehê em ji bo tevahiya gelê xwe serketinê dixwazim. Li dijî vê siyaseta gemarî, qirêj ê qirkirinê gerîla bi cesaret bi biryardarî, bi fedakarî berxwedaneke dîrokî dike. Her roj li her deverê berdêlan dide şehîdan dide. Gelê me lazime vê bizanibe. Her roj derbên mezin li dagirker faşîstên Tirk didin. Dewleta Tirk windahiyên xwe vedişêre, gelekan vedişêrin. Di vir de jî propagandayeke taybet dimeşîne. Şerekî taybet bi hemû televîzyonên xwe, radyo û rojnameyê xwe, bi saziyên xwe dimeşîne. Welê dide diyarkirin ku 'her roj gerîla dikuje, gerîla têk dibe'. Her roj li hin herêman 'li deveran bi dest ve dixin'. Welê didin diyarkirin. Ji bo ku li derveyî ragihandinê wan ti îmkan zêde nîne gelê me hinekî bi wê bawer dike. Divê gelê me bizanibe ku dagirker ti carî tiştên xizmetî gelê me dike nîne zimên. Eger saziyên çapemeniyê girtin û xebernîgar xistin zindanan ji bo rastî neyên fêhmkirin ew kirin. Ji bo karibin yekalî propagandayê bikin, her kesî bixapînin, îradeya wan têk bibin û encamê werbigirin vê dikin. Dibêjin 'Ez ê îradeyê têk bibim'. Ji ber vê yekê dibêjin ku operasyonên pêk tînin operasyonên têkbirina îradeyê ne. Ji bo îradeya gelê Kurd têk bibin jî hilbijartina wan qebûl nake. Bi vê yekê dixwazin ku Kurd dest ji têkoşînê berdin. Ji bo vê dikin. Gerîla bi têkoşîna xwe, bi lehengiya xwe her roj wan têk dibin, siyaseta wan têk dibin, dawî li wan tînin. Bi vê munasebetê ez hurmetê xwe ji bo gerîla diyar dikim. Gerîla lehengiyeke dîrokî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn ji bo însaniyetê pêk tîne. Divê her kes ji berê bêhtir xwedî li gerîla derkevin. Li hemû beşên Kurdistanê, li ku deverê Kurd hebin bi taybetî jî ciwan, çi xort çi jî jin tevlî gerîla bibin. Gerîla lazime xurt bikin. Xurtkirina gerîla xurtkirina îrade, azadî, nasname, çand, civakîbûn û paşeroja gelê Kurd e. Misogerkirina paşeroja gelê Kurd e. Heta niha gelê Kurd her tişt bi gerîla qezenç kir. Ji vir û pê ve jî wê bi gerîla qezenç bike û biparêze. Gerîla ji bo Kurdan hêzeke bingehîn e, stratejîk e. Kurd bi gerîla ji mirinê rizgar bû û dijî. Ji ber vê yekê gelê Kurd eger dixwaze li dijî qirkirinê raweste, bijî wê bi gerîla bijî. Çawa gerîla fedakariyê dike, bi cesaret têdikoşe divê gelê Kurd jî weke gerîla bi cesaret, bi fedakarî, bi lehengî li dijî dagirkeriyê raweste. Bi gerîla re têbikoşe, eger gerîla bi tenê têbikoşe dibe ku hinek nirxan biparêze, lê belê Kurd nikarin di demeke nêz de bigihêjin azadiya xwe, nikarin demokratîkbûnê, aştiyê bijîn. Kengî bi gerîla re hev temam kir, hev xurt kir, bi hev re têkoşîn mezin kir wê demê dikare bi hev re bigihêje çareseriyê aştiyê. Li ser vê bingehê ez careke din ji bo tevahiya gerîla silav û hurmetên xwe diyar dikim. Banga min ji bo ciwanan ew e ku tevlî gerîla bibin. Banga min ji bo gelê me çawa gerîla berxwedanê dike ew jî berxwedanê bikin, berxwedana xwe bi gerîla re bikin yek, wê demê ne dewleta Tirkiyeyê ne jî dewlet û hêzeke din nikare li pêşiya azadiya gelê Kurd raweste. Gelê Kurd wê bigihêje azadiya xwe.