'Baweriya me bi hikumeta herêmê nîne ku me ji dagirkeran biparêze'

Muxtarê gundê Şaroş ê Binarê Qendîlê Qadir Wuso ragihand ku ti baweriya wan bi herêma Kurdistanê re nemaye ku wan ji dagirkeriya dewleta Tirk biparêze.

Muxtarê gundê Şaroş ê girêdayî Binarê Qendîlê Qadir Wuso derbarê bombebaranên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya hikûmeta herêma Kurdistanê ji ANF’ê re axivî û got: "Bi qasê ku tê bîra min, piraniya partiyan li wê derê li dayîk û mezin bûne. Lê mixabin tiştek ji bo wê derê nekirine. Şêniyên wê derê betaniya li ser zarokên xwe rakiriye û daye pêşmergeyan, lê dema çûne bajêr û desthilat kete destê wan, em ji bîr kirine. Ji Kortekê heya wê derê 20 kîlometre ye, her partiyek yek kîlometre ber dikevê ku ji me re asfalt bikin lê nakin."

Wuso işaret bi bombebaranên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker kir û da zanîn ku nêzî 7-8 sal in gundê wan di bin bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk a faşîst û dagirker de ye û heya niha çend xanî kirine armanc. Her wiha anî ziman: "Par balafirên şer li Aşulke û Kortekê 3 xizmên me kirin armanc, 3 kes şehîd bûn û 4 jî birîndar. Ew kesên sivîl bûn û wesayîteke wan a sivîl hebû. Sûcê wan tenê Kurdbûna wan bû."

Qadir Wuso bal kişand ser piştguhkirinên hikumeta herêmê û ragihand: "Dema ew kesane şehîd bûn, hikumeta herêma Kurdistanê tenê bi yek kaxezî jî be nerazîbûn nîşan neda. Ti helwestekî ya hikûmeta herêmê nebûye li hemberî ew hemû bombebaran û dagirkeriya dewleta Tirk. Tirkiye bi kûrahiya 40 kîlometreyan ketiye nav xaka herêma Kurdistanê û heya niha hikumeta herêmê ti helwesteke wî çênebûye, lê hikûmeta Bexdayê ji wê metirsiyê têgihîştiye û heya astekê bi nûnertiya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di wê mijarê de helwesta wan çêbûye. Ya min fêhmkirî ew e ku hikumeta herêmê netewe û welatiyên xwe di oxira berjewendiyên aborî de pêşkêşî dewletekê kiriye ku têniyê xwîna Kurdan e."

Wuso di beşek ya axaftinên xwe de wiha behsa zirarên madî yên ji ber bombebaranên dewleta Tirk a faşîst kir: "Dema Tirkiye bombebaran dike cudahiyê nake, bi dehan rez û baxên me hatine bombebarankirin. Mam Resûl şêniyekî gundê me ye ku balafirên şer ên Tirkiyê 80 serî pezên wî bombebaran kir. Hinceta Tirkiyeyê PKK ye, lê ji bo Tirkiyeyê ferqa min û PKK nîne û em her du jî Kurd in, armanca Tirkiye tenê Kurd e."

Qadir Wuso bersiva pirsa ango ‘eger dewleta Tirk li wê derê êrîşeke bejayî pêk bîne, wê demê baweriya we bi kîjan aliyê heye ku we biparêze?’ da û diyar kir: "Baweriya me bi hikûmeta herêma Kurdistanê nîne ku me biparêze, lê bi temamî baweriya me bi gerîlayên PKK heye ku me biparêzin û heya niha jî wana me parastiye."

Di dawiyê de weke bersivek ji bo hikûmeta herêma Kurdistanê ku dibêje ‘PKK li xaka Kurdistanê ne rewa ye’ Qadir Wuso got: "Kurdistan parçe nebûye, Kurdistan malê her kesî/ê ye ku tê de bijî. Her Kurdê ku bê û parastina Kurdistanê bike, em sipasiya wê dikîn û bi wê re ne."