Bariş: CNN Turk qenalê ku Tahir Elçî qetil kiriye!

Azad Bariş ê HDP’î ku anî ziman destekê didin boykotkirina CHP’ê ya qenala CNN Turk, diyar kir ku biryareke direng hatiye girtin.

Boykotkirina CHP’ê ya qenala CNN Turk hefteya borî ketibû rojevê. Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Tuncay Ozkan got: “Em daxwaz ji welatiyên xwe dikin ku weşana CNN Turkê neşopînin, daxwaz dikin ku zarok lê nenêrin.” Li ser bangên li ser hesabên tevnên civakî jî 250 hezar bikarhênerên Twîtterê dev ji şopandina CNN Turk’ê berdan. Her wiha CHP’ê ragihand ku wê êdî tevlî bernameyên gotûbêjê yên qenal jî nebin. Li ser vê yekê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Ekrem Îmamoglû bernameya xwe ya bi qenal re betal kir. Tevî biryara boyktonê jî Umît Kocasakal ê CHP’î ku tevlî weşana CNN Turk’ê bû, di weşanê de derket holê ku wê bişînin destay disiplînê ya partiyê.

 ‘BIRYAREKE DIRENG MAYE’

HDP’ê jî destek da biryara boykotê ya CHP’ê. HDP a demeke dirêje ji weşanên netewî û herêmî bêpar hatiye hiştin, heman demê bûye hedefa çapemeniya hewûzê. Alîkarê Hevsokê Giştî yê HDP’ê Azad Bariş hem ji ber vê sedemê û hem jî ji ber israra tevlîbûna CHP’ê ya kenalên alîgir rexne kir û diyar kir ku biryareke direng hatiye girtin. Bariş got: “Em ne rastî û şaştiya vê biryarê, direng mayîna wê rexne dikin. Em nizanin bê ka wê boykot serketî be na ne. Ev hewldana CHP’ê tê vê wateyê ku êdî ev ji dezgehên weşanê derketine. Bi vê wateyê ji bo me girîng e, em HDP demeke dirêje bi amabargoya weşanên re rû bi rû ne. Ji bo wê me destek da vê biryarê.”

‘QENALA KU TAHÎR ELÇÎ QETIL KIRIYE!’

Bariş bibîr xist ku demek dirêj e ambargoyeke medyayê li ser wan heye û bi nûçeyên alîgir yekparêzî tê kirin û got: “Ambargoya li ser me ne tenê bi CNN Turk’ê sînordar e, eger em çapemeniya azad ji nav derbixin, hema bêje hemû weşandên din li dijî me bûne xwedî helwest. Êdî em ji bo van weşanan nabêjin ‘Çapemeniya hewûz’ bi tememî vegerîne amûreke propagandayê ya yekparêziyê. Ji ber ku karê vî qenelî ne tenê hedef nîşandan e, heman demê qenalê ku Tahîr Elçî qetilkiriye. Her wiha qenaleke ku nefreta li dijî tevgera Kurd bi temamî kiriye rojeva xwe ya rojan e. Gotinên nefret û polarîzasyonên ku em dibêjin civakê parçe dike bi temamî bi rêya vî qenalî tên kirin. Mijara ku îro CHP dibêje, ev demek dûr û dirêj e em dibêjin.”

 ‘HEWLDANÊN AVAKIRINA ALTERNATÎFAN DEWAM DIKE’

Li aliyê din Azad Bariş têkildarî mijara alternatîfa li dijî biryara boykotê jî ev got: “Em dizanin çapemeniya azad di bin zextê de ye, tim rû bi rû yê girtin û zexta girtinê de ne. Ji bo pêşxistina alternatîfên vê jî em partî qenalên xwe yên tevnên civakî bi hêz dikin. Bi weşanên zindî, weşanên perîskop bi qasî pêwîst jî bandorê jî digirin. Nimûne hesabê me yê Twîtterê derdorî 1 milyon şopdarê xwe hene. Di wê baweriyê de me ku zext ne be wê hê zêdetir jî bibin. Ji ber ku li ser hesabê civakî jî şopandina HDP’ê dibe sedemê sûc. Di vê mijarê de wê di demek nû de xebatên nû jî bê kirin. Em li ser rê û rêbazên hê hêsanîtir mirov xwe bigihîne me kar dikin.