Balafirên şer ên dewleta Tirk Qendîl bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk îro carek din derdora gundên Zergelî û Brogskan ên Qendîlê bombebaran kirin.

Îro saet 11:18’ê balafirên şer ên dewleta Tirk carek din derdora gundên Zergelî û Brogskan ên Qendîlê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de ziyanek mezin giha baxçe û xwezaya herêmê. Gelek baxçeyên gundiyan şewitîn û şewata ji ber bombebaranê derket hîna didome.

Endamê Meclista Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Hacî Nuredîn li ser bombebaranê ji ANF'ê re axivî ev tişt got; “Em êrîş û bombebarana dewleta Tirk şermezar dikin. Dewleta Tirk di êrîşan de sivîlan hedef digire, bax û baxçeyên welatiyan di şewitîne. Dixwaze bi van êrîşan herêmê ji sivîlan vala bike.

Nuredîn îşaret bi wê jî kir êrîş û bombebaranên dewleta Tirk dê wan netirsînin, hemû demê weke gelê Başûrê Kurdistanê û Tevgera Azadî li rex gerîlan, doza gelê Kurdin û piştgiriya gelê Qendîlê dikin.