Balafirên şer bombe li navenda Sadir barandin

Balafirên şer bombe li baregeha Lîderê Şiî yê Ereb a Iraqê Mûqtade El Sadir barandin.

Hate ragihandin ku balafirên şer bombe li baregeheke Lîderê Şiî yê Ereb ê Iraqê Muqtade El Sadir ê lîderê tevgera Sadir barandin. Li gorî hinek çavkaniyan Mûqtade El Sadir bûye hedefa bombeyan, lê ev îdîa hê nehatiye piştrastkirin.

Muqtade El Sadir piştî mudaxeleya DYE’yê ya sala 2003’an a li Iraqê û şûnde artêşa Mehdî ava kir û li dijî DYE’yê şer kir. Ji ber ku bi Îranê re nakokiyên xwe hene,  li dijî Îranê ye. Sadir, destekê dide xwepêşandanên demên dawî yên li Iraqê ku li herêmên Şiî yên Ereb tê lidarxistin.