Bagera Cizîrê: Şervanên QSD’ê gihiştin gundê Bakoz

Di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de şervanên QSD’ê gihiştin gundê Bakoz yê li ser ava çemê Firatê.

Pêngava Bagera Cizîrê ya li rojhilatê Dêra Zorê ku ji ber êrîşa dewleta Tirk a ji bo dagirkirina Efrînê sekinîbû û 1'ê Gulana 2018'an ji nû ve dest pê kiribû di roja 13’an de didome.

Şervanên QSD′ê îro derbasî gundê gundê Bakozê yê li  rojhilatê çemê Firatê bûn. Gundê Bakozê xwedî girîngiyeke stratejîk e û rêya sereke ya gihandina navçeya Hecîn e ya ku baregeha dawî ya DAIŞ′ê li ser sînorê Sûriye-Iraqê û rojhilatê Firatê ye.