Azadî di kêliyeke biçûk de veşartî ye

Gerîla Ciwana û Evrîm du gerîla ne ku li Cenga Heftanînê şer dikin û ji serketinê bawer dikin. Dibe ku azadî di vê kêliyê de bû, di kenê van her du gerîlayên din de, di baweriya wan a ji bo serketinê de bû.

Dema ku mirov xwe digihîne gerîla mirov li azadiyê difikire, bê tiştî çawa ye. Gelo azadî ew e ku mirov bêtirs li kolaneke welatê xwe bilîze, yan jî heta dawiyê li ber xwe bide, yan jî meşek e, dibe ku ji vê van hîn zêdetir be... Dibe ku tûkirina li rûyê zalim be! Azadî di kêliyeke biçûk de veşartî ye. Carna di daxwaza gerîla ya ji bo stranekê de. Carna li nava kenekî, carna jî li nava çiyê. Dibe ku eşqeke bêhesab, bêguman û bêtirs be. Pênaseya wê bi qasî gerdûnê berfireh e. Bêyî wê tiştek nabe, ne welat, ne jî eşq!

Di nava van hestan de min guh da gerîla Ciwana û Evrîm. Ew ji bo rizgariya gelekî di nava Cenga Heftanînê de ne û ji serketinê bawer dikin. Gerîla Ciwana piştî ku strana xwe got, wiha dewam kir, "Ev der Heftanîn e". Her gotina ku ji lêvên wan diherike gotinên hêja ne ku li dîrokê bên nivîsandin. Ciwana nedisekinî, dixwest ji her kesî re bêje ku wê di vê cengê de bi ser bikevin.

Gerîla Ciwana wiha digot: "Ev ruh wê bi ser bikeve. Guman ji vê yekê nîne. Bêguman sekna hevalan heye, berxwedan û moralê hevalan. Me gotibûn ku em ê nehêlin dijmin bikeve Xantûrê û em hîn jî bi heman bawerî û biryardariyê tevdigerin. Em ê dijmin ji wir derxînin. Heta dawiyê em ê li Xantûrê bin. Li her derê em ê derbê li dijmin bixin û ji Xantûrê derxînin. Kûrbûn, moral û armanca me wiha ye. Bersiva ku jinê da dijmin bi lehengî bû. Ev der Heftanîn e, ev der warê berxwedanê ye. Warê Rûbar, Rustem, Amara, Berfîn, Berîtan û Viyanan e. Heta dawiyê jî wê bi vî rengî bimîne. Ruhê Besêyan, Viyanan hîn jî dewam dike. Sekna ku hevalên jin û mêr nîşan didin, asta wan a profesyonel bi rola pêşengiyê radibin. Li dijî teknîk û êrişên hovane yên dijmin heval bi îradeya xwe bersiveke xurt didin."

Û dest pê dikin, distirên. Mîna ku li pêşiya wan ne kamerayeke biçûk, lê gerîlayên li ser rûyê erdê hemû hene.

Di dawiyê de jî dibêjin, "Ew vê stranê diyarî gerîlayên li her qada Kurdistanê têdikoşin bi taybetî jî diyarî yên li Heftanînê dikin. Ev der Heftanîn e!"

Dibe ku azadî ev bû... Di vê kêliyê de bû, li nava kenê van her du gerîlayên jin bû, di baweriya wan a ji bo serketinê de bû.