Awazê Çiya klîp û stranek nû çêkir: Ev der Heftanîn e!

Koma muzîkê ya gerîla Awazê Çiya bi navê ‘Ev der Heftanîn e’ berhemek nû pêşkêşî guhdarên xwe kir.

Koma muzîkê ya gerîla Awazê Çiya bi navê ‘Ev der Heftanîn e’ berhemek nû pêşkêşî guhdarên xwe kir. Stran û gotin a Awazê Çiya ye.

Komê berhema xwe ya nû di serî de diyarî gelê li Heftanîn, gelê Şêladizê û dîsa hemû gerîlayên li dijî dagirkeriyê li berxwe didin kir.

Di klîbê de dîmenên gerîlayan li çiyayên Kurdistanê di werzên zivistan û havînê de bi coş û berxwedêr dîsa dîmenên berxwedanê yên gerîlayan a sala borî û serhildanên gel ên Şêladizê û Kobanê li xwe digire.

Klîp destpêkê li MED Muzîk TV piştre jî li gelek malperên dijîtal hate parvekirin.

GOTINÊN STRANÊ

Gotinên berhema Awazê Çiya a ‘Ev der Heftanîn e’ wiha ye:

"Em xwedanên vê erdê ne

Siwariyên vê cengê ne

Zarên li navsera çiyê ne

 

Ey kelha evîndara

Xemla te ji pelkê dara

Singa te ji bêndera gela

Şax sîbera gerîla

 

Neyar ti car nabe yar

Li me Kurda ye bazar

Dagir dike ax û war

Rabe Kurdo bi hawar

 

Palevan werne palê

Biçinin berhema salê

Zebaniyên li deriyê malê

Têk bibin bi yek carê."