Artêşa Tirk li Idlibê 57 baregeh ava kirin, 29 hezar leşker danîn

Dewleta Tirk piştî peymana Moskowayê hêza xwe ya leşkerî ya li Idlibê zêde kir. Hejmara baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li herêmê bû 57, hejmara leşkerên li Idlibê hatine bicihkirin jî 29 hezar derbas kir.

Piştî şerê li Idlibê di ser peymana ku di navbeyna dewleta Tirk û Rûsyayê de 5'ê Adarê hatibû danîn li gel ku ji mehekê zêdetir wext derbas bûye jî şertên peymanê nayên bicihanîn.

Dev ji bicihanîna peymanê biqerin dewleta Tirk hêla vîrûsê ji xwe re weke fersendekê dibîne û sewqiyeta laşkerî ya li ser herêmê zêde dike û cihên nû yên kontrolê yên leşkerî ava dike.

Di peymana di navbeyna dewleta Tirk û Rûsyayê de li gel biryara,''rawestandina hemû xebatên leşkerî'' jî dewleta Tirk di mehekê de bi dehan nuqteyên leşkerî li Idlibê danî.

Mala Çavdêr a Mafê Mirovan (SOHR) ku tê zanîn bi komên çekdar ên Sûriyê re têkildar e û navenda wê li Londrayê ye got hijmara cihên kontrola leşkerî yên dewleta Tirk ên li Idlibê li gel yên ku sala 2017'an hatibûn avakirin ji 57'an derbas kir.

SOHR'ê ragihand, ku dewleta Tirk vê meha dawî li herêmê gelek cihên kontrola leşkerî danîne û gelek leşker hatine bicihkirin. Li gorî SOHR'ê nuqteyên leşkerî yên nû ku dewleta Tirk li Idlibê ava kirine wiha ne:

"Anedan, Raşîdîn, Maar Hetat, Seraqîb, El Tarnabeh, Neyrab, Muxir, Qumaynes, Sarmîn, Teftenaz, Maaret El Nehsan, Maaret El Masrin, Jineh, Kefer Karmîn, El Tawamah, Alaya 111'an, Mastumah, Tramnin, Atarîb, Daret Izze, Bardaqlî, Nahlaya, Mutaram, Basniqul, Nebî Eyub, Bazebur, Batabû, Kefer Nûran, Hamadan, El Cinah, Besanqul, Mişrafa, Til Hetab, Bidama, Najiya, Zeyniya, Xesaniyê, Kufeyr, Bernas."

Dawiya 2017'an piştî hevdîtina Astanayê ya di navbeyna dewleta Tirk û Îranê de dewleta Tirk li Idlibê, li bakurê Hama û rojavayê Helebê 12 cihên kontrolê ava kiribû.

Lê li gorî agahiyên ku ji kanên xwecih hatine standin, cihên kontrola leşkerî yên dewleta Tirk ên li Idlibê zêdetir in. Li gelek herêman li gel niqteyên leşkerî her wiha niqteyên îstîxbaratê jî hatine danîn.

Her wiha tê gotin hijmara leşkerên Tirk ku ji 2'yê Sibatê û vir ve şandine Idlibê 5 hezar û 745 e. Li gel leşkerên ku beriya niha li nuqteyên cuda yên çavdêr bûn û demên cuda hatine şandin ji 29 hezaran derbas dibe.

Tê gotin ji serê Sibatê ve hijmara wesayitên zirxî yên ku personelan hildigirin, tangan û kaîdeya obûsan ku birine herêmê ji 5 hezaran derbas bûye.

Dema ku sewqiyeta leşkerî ku dewleta Tirk birî herêmê ji hêla siyasî ve were nirxandin û dema ku komên çete jî werin hesibandin ji hêza 35 hezar kesî ku dewleta Tirk tevgera dagirker biribûn ser Qibrisê derbas dike.

Piştî sewqiyeta dewleta Tirk a li ser herêmê û avakirina cihên nû yên kontrolê, tevgera balafirên şer ên Rûsyayê ku ev demekê kêm bûbû, zêde bû.

Piştî şerê li Idlibê Serokkomarê Tirk  Tayyîp Erdogan çûbû Moskowê û ji Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn xwestibû ku agirbest were ragihandin.

Di agirbestê de ku ya ku piştî Erdogan li bin lingê Çarîçe Katarîne destê wî li ber wî dabûn sekinandin û kiribûn rêzekê de hatibû îmzekirin ev hebûn:

1-Li Idlibê ji 6'ê Adarê û wir ve rawestandina hemû tevgerên leşkerî.

2-Vekirina korîdora ewlehiyê ya 6 km bakur û 6 km başûrê rêya Heleb-Lazkiyê (M4)

3-Piştî vekirina korîdora ewlehiyê ji 15'ê Adarê û şûn ve destpêkirina dewriyeya Rûs-Tirkiyê.

Piştî peymana Moskowê li herêmê her çendî bi qismî agirbestek çêbûbû jî, şertê xala pêşî, ''rawestandina hemû tevgerên leşkerî'' ji hêla dewleta Tirk ve nehate bicihanîn. Du şertên din ên peymanê jî heta niha nehatine bicihanîn.

Beriya ku biçe Moskowê Erdogan ê ku ji NATO'yê û DYE'yê alîkarî xwestî, piştî ku peyman îmze kir gotibû, ''Êdî bivenevê ye ku li Idlibê statûyeke nû were avakirin.''

Pûtîn jî bi gotinên ,''Em êmin in ku divê mirov destûrê nede ku têkoşîna navnetewî ya dijî terorê were qelskirin'' bi bîra dewleta Tirk xist ku ''komên terorîst ji hev veqetîne'', û heke ev pêk neyê jî derbarê tiştên ku wê bibin îşaret dabû.

Dewleta Tirk pê dizane tekane şertê ku bikaribe li wir mayinde bibe mîsogeriya NATO'yê û DYE'yê ye. Di şerê Sibatê de NATO'yê û DYE'yê destekea bi şert dabû dewleta Tirk.

Şertê NATO'yê û DYE'yê ew bû ku jidev ji pergala berevaniya hewayî ya S-400'î biqere ku dewleta Tirk ji Rûsyayê standibû û îdîa kiribû ku Nîsanê wê aktîv bike.

Hatibû îdîakirin S-400'ên ku Tîrmeha par hin parçeyên wê anîbûn Tirkiyê di heftiya duyan a Nîsanê de wê bihatana aktîfkirin.