Artêşa Tirk ketiye çiravê

Li Heftanînê artêşa Tirk a di nava 4-5 rojên dawî de nêzî 100 leşkerên wê hatin kuştin, dide nîşandan ku bê ka ketiye çiravekî çawa.

Gerîlayên HPG/YJA Star li dijî artêşa Tirk a xwedî teknolojiyek mezin û dîsa li gel hêzeke zêde ya leşkerî û îstixbarata wê berxwedanekî mezin didomîne.

Li gorî bîlançoya ji aliyê HPG’ê ve hate dayîn di nava 4-5 rojan de nêzî 100 leşkerên dagirker hatine kuştin, ev yek jî bi vekirî dide nîşandan bê ka dewleta Tirk ketiye çiravekî çawa. Gerîla bi vekirî û zalal dide nîşanda ku; dagirkirina van çiyayan ji destê van ciwanên ku ketine ser rêya Egîd û Zîlan wê ne ewqasî hesan be. Gerîlayên HPG/YJA Starê dide diyarkirin ku warê Kurdan wê nebe cineta ti mêtingeran. Ji bo gerîlayan Heftanîn, ne şerekî rizgariyê ya li dijî dagirkeriyê ye, têkoşîna azadî, demokratîk, ekolojî, azadiya jinê û parastina mafê hemû gelan e.

Weke tê zanîn çavkaniya yekane ya PKK’ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîd in. Hemû hêz, taqet, kelecana jiyînê û vîna xwe enerjiya xwe ya bê dawî ji felsefe û rêxistinkirina Rêber Apo digire. Li gel vê çanda têkoşînê ya şehîdan derxistî holê û vîna avakirina jiyanek nû, îro bûye çavkaniya hêzê ya gerîlayan. Yek ji hêza din a PKK’ê û gerîlayên ku îro li Heftanînê şer dikin, desteka ji gelê xwe digire ye. Her serhildan, her xwepêşandan û nerazîbûn, dîsa tevlîbûna têkoşînê ji bo gerîla dibe hêz. Yek ji faktorê esasî yê bawerî, azîm û qudretê dide gerîla têkoşîna gel û desteka wê ye. Gerîla û gel faktorên ku ji hev neyên qûtkirine. Her ku gerîla şer bike, gel bi hêz dibe, dema ku gel vîn girt û vê bikar anî, gerîla ji nû ve hêza xwe ya şer kom dike û bi vî rengî têkoşîneke şoreşgerî ku ti carî dawî nebe derdikeve. Têkoşîna gerîla û helwesta gel serektina wê ya azadîxwazan be.