Artêşa Tirk êrîşî gundê Mizirdawudê yê Kobanê kir

Artêşa Tirk a dagirker di derdora saet 21:00’an de bi çekên giran êrîşî gundê Mizirdawûdê yê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê kir.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, artêşa Tirk a dagirker îro saet di 21.00ʹan de bi çekên giran û doçikayê êrîşî gundê Mizirdawûdê yê rojhilatê bajarê Kobanên kir.

Hat ragihandin ku şervanên YPG/YPJʹê ji bo parastina şêniyên gund berisva êrîşê dan. Di encamê de li herêmê şer derket. Şer bi awayekî demkî didome û di derbarê ziyanan ti agahiyên zelal nehatine girtin.