Artêşa Tirk a dagirker li Eyn Deqnê derbên giran xwarin
Hêzên Şoreşger, bi piştgiriya şervanên YPG/YPJ’ê, êrîşên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li Eyn Deqnê têk birin, derbên giran li çeteyan hate xistin.
Hêzên Şoreşger, bi piştgiriya şervanên YPG/YPJ’ê, êrîşên çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li Eyn Deqnê têk birin, derbên giran li çeteyan hate xistin.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker di seat 11:00'an de ji Gundê Kilcibrinê bi çekên giran êrîşê Gundê Eyn Deqne ya Herêma Şehbayê kirin. Hêzên Şoreşger bersiva êrîşan da û şerekî dijwar li herêmê rû da.
Li aliyê din çeteyan her wiha êrîşî gundên Herbel, Şêx Îsa û bajaroka Til Rifet jî kirin. Dema ku êrîş fireh bû, şervanên YPG′ê destek dan Hêzên Şoreşger û bersiva êrîşan dan.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên leşkerî hatin girtin, piştî êrîşa dijwar a şervann da û şûnde, 20 çete hatin kuştin. Cenazeyên çeteyên hatin kuştin ketin destê şervanan de. Her wiha dîsa şervanan rêjeyek zêde dest danîn ser cebilxaneyên çeteyan jî.
Dîsa li gorî heman agahiyên çavkaniyê, çeteyên derbên giran xwarin, cenaze û cebilxaneyên xwe li pey xwe hiştin û ji qada şer reviyane.
Another video show high moral of YPG fighters & how they failed Turkish attack on Ein Daqna
— Massoud Mohammed (@M1Massoud) July 17, 2017
show kills & destroyed armoreds of Turkish Force pic.twitter.com/kiH80dy1AE