Artêşa Tirk a dagirker li Efrînê sivîlan direvîne

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li navçeya Mabetayê ya Efrînê bi dehan sivîlan revand.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li Efrînê sûcê mirovayetiyê dikin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê gundiyekî Meydana yê herêma Raco yê ku ji ber ewlekariyê nexwest navê wî were eşkerekirin, diyar kiriye ku li gundê Semala yê ku 40 kîlometreyan dûrî Efrînê ye, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dozeran malên gundiyan rûxandine. Vî kesê li herêmê ragihand ku hêzên dagirker girtine ser gund û komek ciwan revandine û êşkence li wan kirine.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyan hatine girtin, çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê du roj berê kesê bi navê Hisên Çîçek ê bi eslê xwe Tirk li taxa Eşrefiyê ya Efrînê girtine û ew birine bajarê Dîlokê.

Ji aliyê din ve li gorî agahiyên ku ji şêniyên Mabetayê hatine wergirtin, her roj di navbera çeteyan de şer çêdibe. Saloxdêrên li herêmê ragihandin ku ji ber şerê di navbera çeteyan de sivîlê bi navê Emîna Mustefa Şabo birîndar bûye.